Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

55. bi qasê zanim li başûr, zizanîngehan zimanê beşa hiqûqê komple bi erebî ye. hê jî têgehmn beşên sereke yên zanistê wernegerandine kurdî.



20.07.2014 20:25 | simurg56

56. Heke hûn ji min nebêziyan, pirsekê min heye *



peyva mê û nêr em çakî ji hev nas bikin? em dawiya peyva xwe a yan jî ê daynin. Spas ji bo bersiva we...



23.07.2014 00:27 | mîr

57. wilê tişteke diyar/bellî nîn e. heke te ziman ji mala xwe hîn bûbî tu yê jixwe wan ji hev ferq bikî lê heke tu paşî hîn bibî hinekî zehmet e.



23.07.2014 00:45 | xendekî

58. hevalên zor hêja, gelo hûn van futbolîstan nas dikin ? http://tinyurl.com/lon9jes

xêra xwe li gor rêzê ji min re bêjmêrin.. ji bo xwedê !



nîşe ; em zanin ku ji hollandayê ne ..



16.08.2014 22:55 | brusk56

59. çi pirsên ecêb ya rebbî!



16.08.2014 23:37 | azadixwaz

60. (bnr: ji bo gûkirina yekî pêwîst bû) *

(bnr: aniha hat gûkirin)

(bnr: mission passed)



16.08.2014 23:42 | brusk56

61. “Di edebiyata kurdî de nivîsandina menzûmeyên ‘Zembîlfiroşê’ bi kê dest pê kiriye?”

a) Eliyê Herîrî

b)Feqiyê Teyran

c)Ehmedê Xanî

d)Melayê Cizîrî

gelo bersîva vê pirsê çi ye?



30.08.2014 22:30 | bêhûd

62. e) şivan perwer û gulîstan perwer



31.08.2014 11:38 | simurg56

63. b) feqiyê teyran



01.09.2014 09:56 | xendekî

64. zembîlfiroş berhema feqiyê teyran e.



01.09.2014 10:22 | xendekî

65. bikaranîna -erek -arak a tirkî bi kurmancî çi ye?

wek hevokên

arkadaşinin gozlerine bakarak konuşmaya devam etti,

konuşmaya devam ederek çayini içti, çawa tê gotin?



01.09.2014 20:49 | bêhûd

66. bersiva pirsa min a jor (bnr: mela ehmedê bateyî) ye ku ev di nava vebijêrkan de tune * li gorî wîkîpedîayê di nava berhemên(bnr: feqiyê teyran)î de (bnr: zembîlfiroş) tune.

http://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran



01.09.2014 21:25 | bêhûd

67. helbesta strana hunermendê nemir mihemed şêxo 'ay lê gulê' a kê ye? Tirşikvanekî ji min re gotû be a Rênçber e, lê gor min a cegerxwîn bû. Rênçber jî zaza ye û helbestê wî zazakî ye. Gotinê ay lê gulê a kê ye?



03.09.2014 13:35 | serpale

68. gotinên stranê ji helbesteke cegerxwîn hatiye beste kirine ku stranek hinek kevn e jî. ku bixwe dema mihemed şexo vê stranê digot, rençberî hê dest bi hunermendiyê nekiribû.



04.09.2014 01:33 | bêhûd

69. Em behsa rênçber ezîz dike, qey m.sêxo helbestên rênçber'ekî din kirîye stran lê kîjan strane ez nizane, me li derekê xwendî bû



04.09.2014 09:11 | serpale

70. gotinên xwe ya li jor rast dikim, bersîva vê pirsê nizanim ji ber ku min rênçberan tevhev kiriye * li ser googlê hîn çavkanî henin dibêjî ay lê gulê helbesta cegerxwîn e, hin dîn dibêjî ew ya rênçber ezîz e.



04.09.2014 18:22 | bêhûd

71. min pirsa xwe ya jor arasteyî nivîskarekî kir, bersîvek weha jêr da min lê dîsa neket serê min î sivik. nakeve serê min ji ber ku -erek, -arak a tirkî dibe ku bi kurmancî tiştek dîn bê. gihaneka û'yê wateya "bakti ve, etti ve.. " yê dide



Li şûna -erek û -arak'a tirkî di kurmancî de tenê gihaneka û'yê heye:

Mînak:

Arkadaşının gözlerine bakarak konuşmaya devam etti:

Li (nav) çavên hevalê xwe nêrî û axaftina xwe domand (an jî berdewamî bi axaftina/xeberdana da).

Konuşmaya devam ederek çayını içti:

Axaftina xwe domand (berdewamî bi axaftina xwe da) û çaya xwe vexwar.



04.09.2014 18:45 | bêhûd

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nobedar
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî