Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; leystikên gunda
peyamên çepikkirî

95756. (bnr: 'inç), (bnr: heftik), (bnr: sobe), (bnr: çirrê), (bnr: tep), (bnr: bûka mîra), (bnr: firî firî dew firî), (bnr: xar) an jî ğar, (bnr: gok), (bnr: gustîlk)



27.10.2013 15:55 | simurg56

95765. (bnr: çûçik firî firrr);
dê (yan bav) û zar kom dibin, dayik bang dike dibêje "çû çû çû..." (weke dêya çûkan bang li çukan bike) tiliya eşedok vekirî, destên hemiyan li ser erdê tên ba hev. ji nişka ve dayik dibêje "çûçik firrî firrr û destê xwe radike. Divê herkes di cîh da destê xwe rake; anku çûçik bi rastî jî difire. Paşî eviya ji bo qaz, quling, kevok hwd tê dubarekirin. Heta ku dê zarokan dixapine û dibêje "ker firrî firr" yan "bizin firrî firr" û destê xwe radike wêgavê ji zarokan kî destê xwe rake tê ceza kirin ji ber ku navê candarek ku nafire hatiye bilêvkirin.
Ceza jî wisa ye: yê xwe şaşkirî weke secde bike bi destên xwe çavên xwe digre û serê xwe dide ser erdê yên din li pişta wî dixin û dibêjin "Dombaliz domdombaliz... ."û dipirsin "destê kî ser destan e", heke mehkûm rast texmîn bike difilite, heke nikaribe heta ku girî bikeve qirikê lêdan didome.

(bnr: çaç û piz): wek kor ebe ya tirkî. Bi zimanê zorakan "çaç" çav e lê "piz" çiye nizanim.

(bnr: çarhêl) yan (bnr: çilhêl): wek kose kapmacaya tirkî ye.

(bnr: kap)(mîr, esker, sofî, diz) heke me kap nedît me bi kibrît dileyist. Kap yan kibrît dewsa "zar a tawlayê digre" li gor ruyê kapê mîr emir dide eskerî ka divê cend caran bi kemer(qayisê) li dizî xe. Sofî tevlî tiştek nabe...

(bnr: kîrik-gunik) : ji goreyan gogek qandî beyzbolé tê dirûtin, merheleyek lîstokê ew bû ku bêyî zanina koma dijber divê gog bihata veguhestin ji bona wê koma xwediyê gogê destên xwe didan ber zikên xwe (tabî gog bi kî re be ew jî wisa dike) navê lîstikê ji wir tê, wêgavê navekî eyb nebû ji me re ;). Ji hin aliyan ve disibe beyzbolê.

(bnr: pencok) yan (bnr: xalo) : yê nizanibe jixwe qet nebuye zarok.

(bnr: kipî-noz): wek sek sek a tirkî. Di merheleyekê vê lîstikê de çav tên girtin, yê çavgirtî gavê xwe davêje û dipirse "kipî?" Heke pê li cixêzê kiribe yên din dibêjin "noz". Nizanim peyvên " kipî noz " çi wateyên xwe hene dibe ku peyvên ermenî bin.

(bnr: kortik): bi xaran tê leyistin. Ji bo vê yekê çalikên biçûk dihatin kolandin, navê wana kortik bûn. Golfa zarokan bû ;)
(bnr: sê ling û sê gav). Wek uzun atlama (long jump) ye, lê berê bazdan tune.

Wexta me ji gund bar kir ez 8 salî bûm, bawer dikim li cem me (licê) pirr lîstikên xweş hebûn ku nayên bîra min.



26.06.2013 22:46 | simurg56