Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
helbestên occo mahabad - tirşik
helbestên occo mahabad
(3) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. helbestên ku di facebookê de bi qasê helbestên nazım hikmet û bi qasê gotinên can yücel berbilav e . wele min tiştek ji van helbestan fêm nekir û yek tenê jî tune ye ku min ecibandî. lê çawa ev qas tê ecibandin û parve kirin nizanim. belkî ji tunebûnê be.

helbestek beredayî binîvîse, bi photoshopê dane li ser wêneyek beredayî Ûûû di bin de navê occo mahabad binivîse, ger di nav 10 dk yan de 20 kes parve neke, were tif bike rûyê min .



16.12.2013 14:42 | brusk56

2. helbestên ku ji sedê 90 di vê qalîteyê de ye ;

"min biborîne

min biborÎne

kuro lawo

min biborîne "



brusk56



16.12.2013 14:43 | brusk56

3. Ez te jî hez dikim

Dengê te jî hez dikim

Ez te jî dixwazim

Welatekî azad jî dixwazim...

Occo MAHABAD



17.12.2013 22:29 | brusk56

4. kesên ku qaşo'helbestên wî dixwînin, kesên tirkmanc in min biryar dayiye ku eger hevalek min qaşo'helbestên wî parve bike ez ê wî/ê jê bibim.. qaliteya qaşohelbestên occo û helbestên ku ji aliyê zarok û kal û pîrên tirk ve tên şandin ji rojnameya postayê re di heman qalîte de ne.. cigerim, qaşo helbestên erotîk dinivîse! ji bo xwedê wisa meke em kurd ji her tiştê eciz û sar bûne qene ji erotîzmê jî tu me sar meke..



21.01.2014 04:36 | ferhenga şikestî

5. ew kesê helbest ji diherikin, dirijin, dipişkin, direvin lê nikarin xwe xilas bikin*



22.01.2014 20:45 | jajî

6. Li ser helbesta seydayê hirûf û vajeyan Occoyî gotarekhttp://www.kulturname.com/?p=8745



28.04.2014 18:53 | bavêkal

7. esmerê

ji mir nebêje êş çi ye

êş tu ye tu !!!



* camÊr mi ji hevaltiya xwenî facebookê derxistiye ::D



12.05.2014 00:09 | destbedest

8. kevoka min

tu canê min î

tu dilê min î

nekeve kemînê

gurên har nabin bira…



Occo MAHABAD



17.06.2014 01:40 | brusk56

9. Ezê helbesta wî ya herî navdar binivîsim, ger we berî vê helbestê ti helbest nexwendibin bixwînin belkî hûn jê hezbikin *



li ser sînga min

şopên destên te

kor û lal û kerr…

li ser zimanê min

germahiya devê te

kesk û sor û zer…



li ber laşê min

çavên te qaçax qaçax dikenin

tu qaçax qaçax şa dibî

evîn qaçax

qêrîn qaçax

tu qaçax…



li ser laşê te qaçaxek

qaçax qaçax xwe dide te

qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre

awirên te qaçax

hezkirin qaçax

ez qaçax…



24.06.2014 01:24 | mergehez

10. pêjna şairê gewre occo mahabad nayê. bihîstina min bihîstî li ser dîwaneke din dixebite.



25.10.2014 02:07 | bavêkal

11. yên gu hêja nizanin helbest çend hece ye hatine kenê xwe li şi'ra oco dikin.

occo helbestvanê gelê kurde îlhama xe ji êşên gelê xwe distîne çi robski çi kobani çi ugur kaymaz çi jî ew roja reş ku dergistiya min dev ji min berdabû û bi pey yekî din ketibû ez em yanî gelê kurd bi tenê nehêla bi helbestê xwe êşa me sivik kir xema me revand

occcoo dengê kurdistanê ye occo serhildane occo berxwendane occo namûsa peyvêye




dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên melayê bateyî
» occo mahabad
» mahabad

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî