Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gula sor - tirşik
gula sor
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Cixareya ku nav û dengê wê ji kurdistanê heya stenbolê hatiye û li van deran jî pirr belav e. Hetta hinek havalên min ên ji sûrî gotin ev nav li suriyeyê jî belav e.



16.12.2013 21:29 | ceso

2. Navê straneke hunermendê kurdê binavûdeng ê heftgurçik ciwan haco ye. Stran bi rastî jî serkeftî ye û pirr xweş e.



Hay gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor, gula sor

li paş çiyayê kaf şîn bû

alem jêre evîn bû

bi me xweş, da me heş

em bi bîna wê sermest

emê pê şa bin serbest

hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor gula sor

hay gul, gula sor gul

gul gula sor, gula sor gula sor

nezanîn, xemrevîn, xemilîn

pê zemîn

gula bi kelemê di nav baxê îrema

hey gula sor, alem li dor

bicivin û bînbikin dor bi dor

hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor gula sor

hay gul, gula sor gul

gul gula sor, gula sor gula sor



Vaye stran http://youtu.be/(null)



16.12.2013 21:38 | ceso

3. strana ciwan haco ye ku gotinên wê aîdê qedrîcan e.



her wiha helbest-straneke umut altınçağ e ku gelekî xweş e.



16.12.2013 21:45 | simurg56

4. Weke mem û zînê, Evîndareke mezin e kû dema mirov çav lê dike kezeba yekî pê dișewitê. Ev çend rojin ji kul û derdê Gulasor xew neketiye çavên min. Gelo Çima ev evînên mezin bextewar nabin. Çimaaaa!

Gulasor, talî xwe dikuje. Heyf li vê evîna mezin.

Kerem bikin temașe bikin



03.04.2017 02:05 ~02:09 | gumgumok

5. Waxta ku gulo sor xwe kuşt, evînek ji kîsê dinyayê çû *



03.04.2017 05:58 | bûtîmar

6. cixareya ku li midyadê ji bêperetiyê min kirîBû, lê kêfa min gelekî jê re hat, çaxê vegerînê min bi xwe re paketek zêde anî Mosko lê xwezî min bi xwe re koliyek anîba. Piştî vexwarinê devê mirov ziwa dike lê xweş e haa.



10.05.2018 18:30 | gulêê

7. Albûma ciwan hacoyî ye ku nîvî stranên wê şaheser in. evîndara vê albûmê me.

Hevala evîndar, gula sor, pir xweş e, hay lê, ... ez kîjan bêjim kîjan nebêjim.



16.07.2019 19:16 ~19:15 | mirovekirind

8. favorî cixara min a.



17.07.2019 10:15 | gulêê

9. ez kesekî nas dikim. ez kîjan wext jê dibînim ev stran di hişê min de lê dixe.



10.10.2021 00:45 ~00:45 | heval.js

10. (bnr: gauloises)



10.10.2021 12:47 ~12:48 | xwelî li ser

11. Kaseta ciwan ya yekem e. Stranên wî yên herî xweş di nav vê albûmê de cih girtine. Di nav kaseta wî de strana herî xweş jî gula sor e. Nizanim çima lê ev çar rojên min in ku ez tenê vê stranê guhdar dikim. Belkî jî sûcê we be nizanim. Dibêjim ka ez straneke din vekim lê çê nabe. Destê min tenê diçe vê stranê.

Guleka bi kelemê di nav baxê îrema
Gula sor, em li dor
Bicivin û bînbikin dor bi dor
Em bînbikin dor bi dor



18 roj berê 14:10 ~14:11 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulaşa bi don
» sorsorik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî