Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 9 peyam
    gauloises - tirşik
    gauloises
    (1) (0) ecêb (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. markeya çixareyeke frensî ye ku li pirraniya kurdistanê bi navê gula sor tê nasîn.

    ew jî ji ber navê wê yê bi tîpa "g" dest pê dike û rengê wê yê sor

    lê ew bi xwe rengin şîn û zer jî jê hene lê ya li kurdistanê belav bûye ya sor e.



    2013.12.16-21:44 | dijber

    2. di sehneyek fîlmê amelie de derbas dibe. jinek tê kafeyê û gula sor dixwaze.

    di vê derê de hûn dikarin bibînin (1:40) http://www.hdfilmizlebe.com/amelie-turkce-altyazili-izle.html/2



    2014.02.04-22:31 | mergehez

    3. cixareya ku ji prestige jî xiraptir û gemartir e.. jixwe xwendekarên kurd ên belengaz 3 cure cixare dikşînin, yek mm yek prestige yek jî ev belqitiyo ye dîsa tehma mm ji wan baştir e pêşniyar dikim



    2014.02.04-22:37 | ferhenga şikestî

    4. bihaya qartona wê li kurdÎstana bakur 12-15 lîre ye. tenê pakêta wÊ jî di navbera 1.5 lîre û 3 lîreyî de diguhere. lê heya digihêje îzmîr'Ê mixabin dibe herî kêm 3.5 lîre.



    ku qartona wê bi 12 lîreyî bê firotin, pakêta wê dibe 1.2 lîre. ên qartonê difiroşin niha herî pir bi 9 lîreyî dikire û pakêta wê tê 0.9 lîreyî. ka gelo ên cixarê dihilberînin bi çiqasî difiroşin Û çi jê kar dikin. ez her tim vê mijarÊ difikirim. divê belkî jî ez nefikirim.



    2014.02.04-23:10 | mergehez

    5. xwandina wê gulûwaz e. bnr: http://youtu.be/-O9Gji_qkkA



    2014.02.07-13:42 | mergehez

    6. ciwan haco li ser wê stranek derxistiye : http://youtu.be/einxYSHJ7wI *



    2014.02.26-01:57 | mergehez

    7. ekserIyeta Kurdan weke gula sor dIxwînIn.



    2014.10.28-17:08 | seydayê_peyvan

    8. Cixareya rêdûr xelîl e *

    Rojnameyeke bi navê die welt ya almanî bi rêdûrê ji me nedûr re hevpeyvînekê kirine. mixabin ku min kurdî ango tirkiya wê hevpeyvînê nedît. neyse di wê hevpeyvînê de fotografeke fermandar xelîl hatiye kişandin û weşandin. li wê wêneyê tê dîtin ku rêdûr efendî jî gula sor dikşîne.



    http://www.welt.de/politik/ausland/article134561777/Das-Schicksal-des-IS-haengt-an-Kobani.html?utm_content=buffer6b2e9&utm_medium=social&utm_source=twitter.com&utm_campaign=buffer



    2014.11.21-21:25 | oxir

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.11.21-21:56 | simurg56

    10. cixareya ku piştî buhayê firî û bû 4 mîlyon êdî popûlerîteya wê jî hêdî hêdî kêm dibe, ser xêrê. belkî hin heval ji ber wê dîsa vegerin (bnr: prestige)'yê.



    2015.05.07-03:43 | xendekî

    11. Cixareyek ê gerîlla ye.

    Nav YPG û YPJ jî tê vexwartin.



    2015.05.07-16:03 | zergahemzaerdaldilbirîn

    12. (bnr: malboroya feqîr û hêsîra.) ji lêgerînê bawerkirin



    2015.05.07-16:14 | shorbevan

    13. Cixareya ku ji malboro, lark, murattı, camel, viceroy û cixareyên qaçax ên din xweştir e.*

    Wexta em çûbûn swîsreyê min bi mecburî marlboro dikişand lewre bûka me marlboro dikişîne. Ez mehekê bi hesreta wê li ewropayê geriyam. Rojeke em ji bo danûstandinê çûbûn elmanyayê, bêyî ku haya kekên min jê çêbe, min ji bûka me re got xêra xwe gulasorekê bikire û gulasoreke 26 hebî û yek a 20 hebî kirîn. Niha ya 26 hebî li mala min a li îzmîrê di pirtûkdanka min de ye. Min a 20 hebî kişand ferqa wê ya li vir tune bû yanî milletê me ji ber ku bihaya wê kêm e dibêje ev pîs e cixareya feqîra ye. Qet nabêjin wextekî albert camus, sartre û hevalên wan vê cixareyê dikişandin. Erê yabo em ji ber ku erzan e gula sor dikişînin hûn jî ji ber ku biha ye parliament/marlboro dikişînin.

    Neyse xweş cugara ye*



    2015.09.01-02:28 | mergehez

    14. çixareya min yekem kesê jê hez dike dît. erê wele ez şaş mam *

    gauloises/74176



    2015.09.02-00:39 [guhertin:2015.09.02 00:40]| berxweda

    15. cixareyê ku yên zirav ji yên qalind gelek xweştir e.. nirxa wî jî niha li amedê 3,5 lire ye..



    2015.09.02-11:06 | rûbar payîz

    16. Cixareya ku tofanî rakiriye. Bihaya wê niha li amedê 5.5 lîre ye



    2016.05.12-14:08 | mergehez

    17. cixareya bi evqas axaftina li ser, di tirşikêde li min mereqekê peyda kir. lê ne ji bo kişandinê, ezê niha ji googlê wêneyê wê filan bipirsim.



    2016.05.12-14:19 | azadixwaz

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gauloises

    Kategoriyên mijarê:: yendin xwarinvexwarin zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî