Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
radyoya êrîvanê - tirşik
radyoya êrîvanê
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. radyoya ku weşana xwe di sala 1955an di ji êrîvanê dest pê kir bi ked û xebata çend kesên wek heciyê cindî, emînê evdal, xelîl muradov û xelîl muradov .

roleke mezin di parastin û berhevkariya muzîk, stran, kilam û çandeya kurdî de dilîze.

(bnr: yêrîvan)

(bnr: radyoyên kurdî)



17.12.2013 01:01 | dijber

2. RADYOYA KÛ ME DI SALÊN 90AN DE GUHDARÎ DIKIR E. DEMA SEETA NÛÇE Û STRANÊN KURDÎ DIHATE (EZ NE XELET BIM SEET 7Ê ÊVARÊ DEST PÊ DIKIR) BAVÊ MIN DIGOTE ME BÊDENG BIN Û ME HEMIYA XWE DIDO DORA RADYOYÊ Û WEKE AYÎNEK PÎROZ ME GUHDARÎ DIKIR..HETA DEMÊ NÛÇE Û STRANÊN KURDÎ DERBAS DIBÛN TI KESÎ MALÊ DE TI ÎŞ NEDIKIR. kARÊ ME YÊ WÊ SEETÊ GUHDARKIRINA RADYOYA ÊRÎVANÊ BÛ...



17.12.2013 01:09 | nan û av

3. fersendea guhdarîkirinê nebûye para min lê bi qasê ku min ji devê yên guhdarî kirîn seh kiriye weşanên vê radyoyê wiha destpê dikir : vira dengê radyoya erîvanê ye, erîvan xeber dide guhdarên ezîz!



di helbesteka kawa nemir de jî wiha derbas dibe:



''vira radyoya rewanê ye, vira êvara dargerînkan

çendî şên bûn şaneşÎn, çendî şox û şeng''



17.12.2013 01:12 | endazer

4. radyoya ku li ser ziman û muzîka kurdî li ser çand û hunera kurdî kedekî, xizmetekî gelek mezin daye ye. gelek dengbêj û sranbêjên kurd li dora wê rodayoyê kom bûne. gelek stranên kurdî hatine tomarkirin. bi vî awayî gelek stran ji windabûnê xilas bûye û li seranserê dinyê belav bûye. (bnr: hunermêndên radyoya êrîvanê)

bi xêra hevalê rizgarm ez rastî kanalek youtubê hatim. di vê kanalê de gelek stranên radyoya êrîvanê hene ku ji wan piranî nû dibihîzim. xizmetek bêhempa kirine hem dengê muzîkê hatine paqijkirin hem jî gotinên stranan agahiya videoyê de parve kirine.

Here lînkê



22.04.2020 00:12 ~00:14 | kajav

5. Radyoya ku heya ji stewra mêrdînê jî dihat guhdarkirin e. Li gor gotinên dê û bavê min, wê demê teyîbek kalê min yê philips hebûye. Kalê min jî nexweşê dengbêja bûye. Li gund teyîbê xwe datîne nava civatê, antêna teyîb li serê xanî diçikêne û têne dixe têketina teyîb. Paşê li ber teyîb rûdinê û hêdîka burxuyê teyîb badide heya frekansa radyoya êrîvanê zevt bike. Paşê dengê karapetê xaço yê tije xem û keder li nava jûra civatê de olan dide û her kes ji kêfa dike ku bifire. Tev bi heman awazî bang dikin " law ev teyîb bi kurmancî jî dibêje!?" belê wê demê kurdî qedexe bû. Hewandina pirtûk, nivîs, peyam an qasetên kurdî qedexe bûn. Tenê dikaribûn bi awayekî qorsan li radyoya êrîvanê guhdarî bikin.

Niha bernameyek behsa dengbêja dikir di stêek tv de dilîs û me tev lêdarî dikir. Paşê diya min ketê û behsa rehmetiyê bavê xwe kir. Ewqas bi kêf û kelecan behs dikir ku heçwekî niha li ber çavê wê bû behs dikir. Xwezî min jî wî dîtibûna û tev de li dengê apê gerebêt guhdar bikira.



17.12.2020 22:05 | tîrêj zana 21

6. Dengê radyoya êrîvanê li ku ye?

Ev belgefîlm ji aliyê derhener mustafa orhan ve hatiye kişandin. Ê ku pêşkêş dike ayhan erkmen e. Mijar, bandora radyoya êrîvanê ya ku li ser guhdarên xwe kiriye ye. Belgefîlm li ser malpera tihv( weqfa mafê mirovan a tirkîyê)ê heta 17ê berfanbarê dikare were temaşe kirin. Belgefîlm her çiqas li ser radyoya êrîvanê sekinîbe jî en ku hevpeyvîn bi wan re tê kirin qala hezkirin û rûmeta di nav mirovên wê demê de jî dikin. Herwiha belgefîlm di hundiriyê xwe de dîmenên xwezayê ên gellekî balkêş dihewî ne. Bo vê tenê mabe dikare were temaşe kirin.
Here lînkê



13.12.2023 19:08 ~19:08 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya tirşikê

Kategoriyên mijarê:: muzik tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî