Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hevrexnekirina tirşikvanan - tirşik
hevrexnekirina tirşikvanan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tişteke tabiî û xwezaî û natural e. di cihekî mina tirşikê de ku bi dehan xortên weke agirê bizot tê de nivîskar in divê bêyî rexneyên ji edet-der tirşikvan li hember rexneyan û îroniyan xwe rabigrin. Em herçend bêjin hê tirşik li cihê xwe rûneniştiye jî rastiyek heye ku ew jî êdî rexneyên îronîk, yek ji hêmanên tirşikê ye. Bi taybetî ez rexneyên tûj û tehl dikim lê mebest ji rexneyê ne dilhîştina dilê kesekî ye. Hew.



17.12.2013 16:11 | ceso

2. mixabin gelek tirşikvan sirf da gotinên wan serbikevê ji edeba xwe dûr dikevin u ji xwe ev rexne derheqa olanda bê tiştên hun binîvîsînên pêwîste dû caran bixwinên u paşre bişînîn ji ber ku zimanê tehl ne keve neqeba mejî u fêkrên me de. armanca rexneyê ne ewe mirov serbikevê armanc ewe ku mirov hevre bide u bistîne wek insanan ger rast ger jî xelet



19.06.2014 14:47 | birazî

3. rexne tiştekî baş e.. lê eger mirov serwextî tiştekÎ be, yanî bes ji bo ku tu ji yekî aciz î an ji bo ku siyaset û îdeolojî û baweriya te û yekÎ ji hevdu nagire tu rabî û di kirasê rexneyan de bersivê bidî her tişteka ku dibêje an dinivîse, hem tu wê bibî pêlêhvok û cihê tevz Û tinazan û hem tu wê wî belesebeb aciz bikî..

li cem me kurdan komplekseke wiha heye em dibêjin qey dema em elimîn kurdî em karin behsa her tiştî bikin, lê tu bi heft zimanan jî bizanibî, eger te berê li ser modernîzmê, astrofîzîkê, sosyolojiyê, îslamiyetê, pkkê tiştin nexwendibin, (ji xwendinê mebest ne tweet û parvekirinên li ser facebookê û kurtepistên ji devê xelkê û çend gotarên kolomnîstên rojname û malperên înternetî ne) bi ehl û erbabê meseleyê re neketibû nîqaşan, tu nikarî xwe li tu behs û mijaran bidî, eger te xwe lêda, tu wê ji xwe hetk û helaka xwe bibî û bibî cihê tevz û tinazên xelkê û bi ser de jî tu wê dilê xelkê ji meselê reş bikî..

axirê pêşiyê bixwînin, paşê xwendinên xelkê bixwînin, pê re xwendinê xelkê û xwendinên xwe bidin ber hev, eger tiştek bi ser bêjinga we ket bînin di tirşikê de binivîsin..



19.06.2014 15:06 | endazer

4. (bnr: vol 1)

(bnr: vol 2)

(bnr: vol 3)



04.04.2015 18:49 | ceso

5. tiştê ku van rojane ji rexnekirinê pêhel bûy e û gehiştiye asta heqaret ê.nivîskar van rojane gelek agresîf in.divê pîçek çalakiyêt civakî wek hevdîtin an xelat an jî tiştek din bên qewimîn.heke nebin dê nivîskar li hevdu biden.wê gavê jî bila şeytan berevan bît.



(bnr: şeytan berevan be)



04.04.2015 19:54 | vêca çiyeeee

6. Normal e, lê nivîskarên me hinekî zû hêrs dibin û dest bi heqaretê dikin. Baş e ku mirov hinekî rexne bigire lê weke piraniya kurdan nivîskarên me jî dibêjin qey ji rexneyan re pir vekirî ne lê gelek zu hêrs dibin û derbasî heqaretê dikin yan na dixeyidin û dev ji tirşikê berdidin.

Hevalno easy! Aramî please!



04.04.2015 21:56 | azadixwaz

7. tiştekî ne ji rêzê ye û dilê marivî ditengijîne..

hem hevalno hûn dikarin bikevin nîqşan lê ne bi vê ecêbê, divê niqaşên xwe di rêzika fortmatê de bikin û dilê hevudu jî ji xwe û li xwe nehêlin..

îroj rasterast hin nivîskarên tirşikê navê hevudu didin û yekser rexne û hetta heqeret dikin, ez ji vê rewşê gelek eciz im..

nîqaş tiştekî baş e, mariv bi nîqaşê dikare nêrînên xwe biguherîne û ji kakila xwe ya sînordar derkeve, lê nîqaşên ku min îro xwendin, ne bi wê mantiqa hanê ye. bi tenê îtham û tawanbarkirin heye..

ji kerema xwe re herin egoyên xwe li dereke dî verişînin



04.04.2015 22:27 | ferhenga şikestî

8. di nav sînorên formata tirşikê û rêzgirtinê de, tiştek normal e.

lê dema li dora peyv an jî hevokekê bigere û were asta "te ev gotibû, min wisa negotibû" fîlan, êdî tam lê namîne û jixwe ji xeynî her du aliyan kes naxwîne jî.



05.04.2015 10:22 | simurg56

9. (bnr: yaw temam bes)



05.04.2015 13:02 | ceso

10. êdî ne rexne ye, bûye tofan. ji şerê sûrî tevlîhevtir e.

heye ku bibe sedema parçebûna tirşikê. ger tirşikvanên hêja bixwazin em sîstemê biguherînin û bila êdî peyamên dijberên pkkê li aliyê rastê, yên alîgiran li aliyê çepê werin lîstekirin. û bila ji rûpelên cûda têkevin û derkevin tirşikê.

ger (bnr: konseya rêveberî ya tirşikê) destûr bide min û zagona ewlehiya hundirîn derxin, ez ê wisa bikim.



05.04.2015 13:33 | simurg56

11. (bnr: tirşik her yek e nabe du)*



05.04.2015 13:39 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevrexnekirina tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî