1. tişteke tabiî û xwezaî û natural e. di cihekî mina tirşikê de ku bi dehan xortên weke agirê bizot tê de nivîskar in divê bêyî rexneyên ji edet-der tirşikvan li hember rexneyan û îroniyan xwe rabigrin. Em herçend bêjin hê tirşik li cihê xwe rûneniştiye jî rastiyek heye ku ew jî êdî rexneyên îronîk, yek ji hêmanên tirşikê ye. Bi taybetî ez rexneyên tûj û tehl dikim lê mebest ji rexneyê ne dilhîştina dilê kesekî ye. Hew. |
|
17.12.2013 16:11 |
ceso
|
2. mixabin gelek tirşikvan sirf da gotinên wan serbikevê ji edeba xwe dûr dikevin u ji xwe ev rexne derheqa olanda bê tiştên hun binîvîsînên pêwîste dû caran bixwinên u paşre bişînîn ji ber ku zimanê tehl ne keve neqeba mejî u fêkrên me de. armanca rexneyê ne ewe mirov serbikevê armanc ewe ku mirov hevre bide u bistîne wek insanan ger rast ger jî xelet |
|
19.06.2014 14:47 |
birazî
|
3. rexne tiştekî baş e.. lê eger mirov serwextî tiştekÎ be, yanî bes ji bo ku tu ji yekî aciz î an ji bo ku siyaset û îdeolojî û baweriya te û yekÎ ji hevdu nagire tu rabî û di kirasê rexneyan de bersivê bidî her tişteka ku dibêje an dinivîse, hem tu wê bibî pêlêhvok û cihê tevz Û tinazan û hem tu wê wî belesebeb aciz bikî.. |
|
19.06.2014 15:06 |
endazer
|
5. tiştê ku van rojane ji rexnekirinê pêhel bûy e û gehiştiye asta heqaret ê.nivîskar van rojane gelek agresîf in.divê pîçek çalakiyêt civakî wek hevdîtin an xelat an jî tiştek din bên qewimîn.heke nebin dê nivîskar li hevdu biden.wê gavê jî bila şeytan berevan bît. |
|
04.04.2015 19:54 |
vêca çiyeeee
|
6. Normal e, lê nivîskarên me hinekî zû hêrs dibin û dest bi heqaretê dikin. Baş e ku mirov hinekî rexne bigire lê weke piraniya kurdan nivîskarên me jî dibêjin qey ji rexneyan re pir vekirî ne lê gelek zu hêrs dibin û derbasî heqaretê dikin yan na dixeyidin û dev ji tirşikê berdidin. |
|
04.04.2015 21:56 |
azadixwaz
|
7. tiştekî ne ji rêzê ye û dilê marivî ditengijîne.. |
|
04.04.2015 22:27 |
ferhenga şikestî
|
8. di nav sînorên formata tirşikê û rêzgirtinê de, tiştek normal e. |
|
05.04.2015 10:22 |
simurg56
|
9. (bnr: yaw temam bes) |
|
05.04.2015 13:02 |
ceso
|
10. êdî ne rexne ye, bûye tofan. ji şerê sûrî tevlîhevtir e. |
|
05.04.2015 13:33 |
simurg56
|
11. (bnr: tirşik her yek e nabe du)* |
|
05.04.2015 13:39 |
ferhenga şikestî
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |