Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


2 mijar û 2 peyam
nîzamettîn ariç - tirşik
nîzamettîn ariç
(4) (0) ecêb (0) (14)
di mijarê de bigere

1. heqê peyva hunermendiyê dide.

di sala 1956'an de li Agiriyê ji dayik bûye.

demekî bi navê ''feqiyê teyran''albuman çêdikir û disitirî.

ji bo gellek fîman muzîk çêkiriye.

a niha li elmanya dijî û xebatên xwe li wir didomîne.

ji bo kurd û hunera wan serbilindiyek e.



2013.12.18-12:51 | gulan

2. hunermendeke hêja ye. li ser rewşa welat û mirovên xwe xebatên pir hêja dimeşîne.



2013.12.18-13:11 | pezkûviyê cûdî

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.02.20-12:45 | rasteqîn

4. ne kêm ne zêde, resentirîn û dahênertirÎn hunermendê kurd yê taliyê ye, ne ciwan haco ne şivan perwer û ne jî yekî dÎ nikare avê li desta bike.. strana wî ya bi navê dayê/rojek tê soneya serpêhatiye temenê gelê kurd e.. stranên gelêrî yên kurdî herî zêde li dev û dengê wî têne.. reşo jî tê de tu kes nikare bi qasê wî ji heqê ''yar gijlokê'' û ''serê malan'' de derkeve,



2014.04.22-16:58 | endazer

5. piştî xelîl xemgîn, baştirîn stranbêjê kurd ê vê dawiyÊ ye. dengÊ wî sewta wî bêhna mere fireh dike..



eyşê : http://youtu.be/MfpNSaYTWO4

yar gijlokê: http://youtu.be/DrwolwVkXhg

dayê rojek : http://youtu.be/_DIR-wmR7uQ

roboskÎ : http://youtu.be/i4MqbOUtKR0

...

..

.



2014.05.09-10:32 [guhertin:2015.03.07 18:46]| mergehez

6. Xosera ju enstituyo

akılo famo, nemırano maneno.

şewki seredero tembur veredero.



2014.05.09-12:53 | zeyno ziyani

7. divê min ev mijar vekira :(



2015.04.10-11:37 | kurê bavê xwe

8. ‘’kûrdo qêy edî ne besê êw ser hîşk û ber bêri ..mâ ne şermê welât biçê! ‘' ji nav stranâ wê ya nû (favorî ya mîn) Ev Çi Hal ê >>>>










2015.05.06-17:37 [guhertin:2015.05.06 17:38]| evdilageweri

9. hemû stranên ji ruhê wî kemilîne xweş û delal in. ew, wek keçeke kezîkirî fediyok, wek rûnê nivîşkê helandî zîz û wek bilûra kurdistanê bi xem û keser e. deng û awazê wî mêriv dibe cihên asê carnan jî li ber bayekî sivik û xweşik ku meriv li wir hemû kulan ji bîr dike.. jê gellekî hez dikim. xweziya min ew e ku rojekî bê kurdistanê û ji me re çend stranan bibêje.. vê strana wî guhdar bikin ezîzno:














û vê jî:












2016.06.30-03:30 [guhertin:2016.06.30 03:33]| sergijik

10. xanima besime şen bi navê devlet piyasa parti li ser nîzamettîn ariç û mûzîka kurdî pirtûkek nivîsiye, pirtûkek hêja dixweye, ji ber ku li dora nîzamettîn ariç û mûzîka kurdî li ser tesîra partiyê yanî pkkê sekiniye, pirtûk ji nav weşanên avestayê derketiye; Here lînkê



2016.06.30-03:39 | endazer

11. stranbêjê ji dengê wî bêtir kêfa min ji şexsê wîre tê, merivek hêjaye.. sitrana wî a bi navê kenê li ser bîrê hê jê hêjatire divê teqez meriv gohdar bike ez balê dikişînim ser gohdarkirinê lê nenihêrin û derbas nebin, gohê xwe bidinê;












2016.06.30-23:51 [guhertin:2016.06.30 23:53]| shorbevan



14. hunermendê ku zehv xweziya min jê tê..
lê ewa yekî êşkişandî ye.
belê.. hema lê êş wî nikare *

(bnr: rojek tê)



2017.05.18-15:52 | hozan serhad

15. Hûnermendek rastî berhemên hûnerî çê dike û layiqê pesnahî û rêzdarî ye.



2018.01.31-22:49 | umed

16. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2018.07.11-02:23 [guhertin:2018.07.11 02:29]| tevnepirk

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîzamettîn ariç

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî