Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
germbûna global - tirşik
germbûna global
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. zêdebûna germahiya atmosfera dinyayê û avên okyanûsan e. bi sedsala 19. tê gotin ku destpê kiriye. heta îro, germahiya rûerdê bi qasê 0.8 C zêde bûye.li gorî pîvanên li troposferê ji sala 1979ê vir ve, serê her 10 salan germahî 0.12 derece zêde bûye. tê bawerkirin ku 1-2 hezar salên berî 1850an de ev germahî zikê hev de wekî xwe maye.

li gorî pîvanan, salên ku herî germ salên 1998 û 2005 in.

zanyarên mijarê bi qasê %95-100 ji xwe bawer in ku sedema vê yekê şewitandina petrol û hwd. ne.

tê texmînkirin ku di vê sedsalê de bi qasê 1.1 heya 6.4 santîgrat dereceyan wê germahiya rûerdê dinyayê germ bibe.

li gorî rapora 2007an ya neteweyên yekbûyî;

dema germahî 2 derece zêde bû, wê pirsgirêka avê destpê bike,

dema germahî 5 derece zêde bû, wê behr 5 metre bilind bibin,

dema germahî 6 derece zêde bû, wê goç destpê bikin.



encama van guherînan, li kanada, amerîka, rusya û danîmarkayê hinek deverên ku ji ber ku germahiya wan -50 fîlan e, hêdî hêdî tên wê rewşê ku mirov bikarin bi kar bînin. û tê zanîn ku li van dever û welatan gelek çavkaniyên mezin yên gelek maden û petrol gaza xwezayî, heye. (bi qasê %30ê rezervên dinyayê)



18.12.2013 21:32 | simurg56

2. (bnr: germbûna giroverî)



18.12.2013 21:43 | oxir

3. ev germahî jiber gazên egzoza barbira, jiber gazên karistana û jiber gaze tirû fisan çê dibe.. nav va gazanda gaza karbonmonoksît heye û ev gaz nahîle germahî derkeve dervey dunyayê jiber wî germahî zêde dibe..



18.12.2013 22:08 | gokerr

4. (bnr: zûbûna behra wanê)



18.12.2013 23:20 | biruya hayao miyazaki

5. tişta ku ger weke germbûna giroverî hatibûya wergerandin, me yê têra xwe bikeniya lê mixabin wisa neyatiye wergerandin *



19.12.2013 08:38 | brusk56

6. eM DIKARIN BÊJIN GERMBÛNA GERDÛNÎ JÎ. gERMBÛNA GIROVERÎ MÎNEKEK GELLEK BAŞ E JI TIRKÎ FIKÎRÎN Û BI KURDÎ GOTINÊ RE..



19.12.2013 09:49 | nan û av

7. mijara ku pêşîn weke germbûna gerdûnî hat fikirîn lê eslê xwe de gerdûn ne ji bo dinyayê lê ji bo fezayê tê gotin.

lê ya ku em behsê dikin germbûna tenê dinyayê ye.



19.12.2013 10:41 | simurg56

8. Li gorî daxuyanîyên zanyaran xetere destpêkirîye lê aniha nehatîye wê astê ku em bikaribin bi her awayî hîs bikin loma zêde me haj xetereyê nîne lê belê piştî 15 20 salan êdî emê ji ber zêdebûna germahîyê zirarên wî hîs bikin mixabin. Ew deverên ku nêzîkî çîyaya ne wê bêtir li gorî jîyanê bibin. Dema ku niha germahîya mêrsînê difikirim ku îro hatîye 41 pîleyê îhtimalek ne dûre ku 20 sal şûnde koçek mezin çêbe ji bajaran ber bi çîyayan. 20 sal şûnde emê bibînin...



20.06.2016 18:16 ~18:34 | azad30

9. ez di şûna gerdûnê de bûma min ê rojhilata navîn û gelek welatên din ji xerîteya dinyayê derêxista.



20.06.2016 18:52 | zero

10. stenbol ji ber germahî nayê kişandin. hema meriv bi cihê xwe de ji xwêdanê dimire. di şevan de nayê raketin, di şiwaqa sibeha de jî dibe sebeba ji xew rabûnê.



ez ji havînan nefret dikim.



bijî havînofobî! *



20.06.2016 22:41 ~2016.06.21 16:18 | biruya hayao miyazaki

11. gola aralê ya ku demekî gelek dirêj wekî çaremîn gola herî mezin a cîhanê bûye, niha ji ber germbûnê û bikaranîna çewtî ya mirovan bûye du felqe û çol, çolê ji xwê û qûman pêk tê. heman tişt dê were serê gola wanê, dîjle û firatê pîroz, û daristanên mayîn û hwd. jî. tiştekî eşkere ye. lê mixabin em hewqas kurd in ku nikarin van pirsgirêkan jî bikin yek ji derdên xwe. kurdbûn derxwezayî ye belam. :(



04.03.2018 12:11 ~12:11 | biruya hayao miyazaki

12. germbûna ku li welatên wek endonezya û hindîstan û antartîka hêdî hêdî tê hîs kirin e. wek mînak cemet û berfên antartîka ji sal û sedsalên ewil zêdetir dixelin. Ev yek him zirar dide ajal û candarên ku li wî derê dijîn him jî bi xelandina cemetan ava li behr û okyanûsan zêde dibe û xwêya di nav van avan de kêm dibe û ev jî bibe sedema mirin û windabûna ajal û candarên ku pêwistê ava bixwêy ne.

û bi zêdebûna avên deryayan re bajêr û bajerokên ku nêzikê avê ne bikevin di bin avê de û mirovên ku li vir dijîn wê koçê devêrên din bikin.



20.11.2018 15:56 | xelîl

13. tiştê ku heta niha qe bandora xwe li ser dinyê vî qasî nîşan nedabû. netewên yekbûyî jî îro hîşyariyekê bi navê red code weşandiye.

Here lînkê



11.08.2021 23:36 ~23:37 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» germbûna global
» global kurdish film festival

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî