Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kovara yokuş yol'a - tirşik
kovara yokuş yol'a
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kovarekê pirzimane û ji diyarbekirê amadehiya derketinê dike. xwedê bêje erê wê hejmara yekem vê mehê derkeve. ji ber ku va meha salvegera komkujiya robozikê (roboskî) ye di hejmara yekem de giranî li ser vê mijarê hatiye danîn.



navê kovarê ji helbesta turgut uyar a bi navê "yokuş yol'a" ye.

ez helbesta yokuş yol'a li vir bi we ra parve bikim. di kovarê de wê wergera kurmancî ya vê helbestê jî hebe. dema kovar derket ezê li vir kurmanciya vê helbestê jî parve bikim.



yokuş yol'a - turgut uyar



güllerin bedeninden dikenlerini teker teker koparırsan

dikenleri kopardığın yerler teker teker kanar



dikenleri kopardığın yerleri bir bahar filân sanırsan

kürdistan'da ve muş - tatvan yolunda bir yer kanar



muş - tatvan yolunda güllere ve devlete inanırsan

eşkıyalar kanar kötü donatımlı askerler kanar



sen bir yaz güzelisin, yaprakların ekşi, suda yıkanırsan

portakal incinir, tütün utanır, incirler kanar



bir yolda el ele gideriz, o yolda bir gün usanırsan

padişahlar ve muşlar kanar, darülbedayiler kanar



muş - tatvan yolunda bir gün senin akşamın ne ki

orada her zaman otlar otlar ergenlikler kanar



el ele gittiğimiz bir yolda sen git gide büyürsen

benim içimde çok beklemiş, çok eski bir yer kanar



19.12.2013 01:51 | ruhavi

2. ger hûn dixwazin li ser twitter û facebookê bişopînin kerem kin:

twitter.com/yokusyola

facebook.com/yokusyola



ger hûn bixazin metnên kurmancî û zazakî û tirkî û farisî û ermenkî bişînin ji, bişînin vê mailê:

yokusyola@yandex.com



19.12.2013 01:56 | ruhavi

3. Kovareke pirzimani ye. li diyarbekirê, ji terefê hin kesên kurdistanî ên weke cihan ulsen , reha ruhavioglu , yusuf ekinci derdikeve. Di hejmara yekemin de ayhan geverî, îbrahîm xelîl baran, xalid sadinî, bilal medenî, yusuf ekincî û gelek kesên din cih girtine. Xuyaye wê zindîtî û cindîtiyekê bîne edebiyata me. Rêya wan î hevraz her vekirî be.



22.01.2014 17:02 | seydayê_peyvan

4. kovara ku bi kadroyeke têr û berkeftî derketiye ser rê.. ser xêrê be, xwudê yên ku derdixin û yên ku pê re rabê dibînin û yên ku tê de dinivîsin poşman neke Û nexusirîne.. kovar hêj neketiye ber destê mim, piştî ku min xwend ez ê li ser naverok û nivîsên di kovarê de jî fikra xwe li vir binivîsim..



22.01.2014 22:04 | endazer

5. kovara ku bi ber hêvî û bendewariyên min neketiye..

berî sê çar rojan kovar bi dest min ket.. diyar e ku mesrefek baş ji bo çapkirin û derxistina kovarê hatiye mezaxtin, yanî kalÎteya berg û rûpelên kovarê û mîzanpaja kovarê baş in.. lê ji bo naverokê nikarim heman tiştî bêjim.. berî her tiştî, wergera helbesta yokuş yola ya turgut uyar, ku kovarê jî navê xwe jê standiye, cihê dax û mixabiniyê ye, qet pûte û îhtîmam pê nehatiye dayîn.. xwezî biçekî din bi profesyonelî hatibûya wergerandin ya rasttir ji wergerandinê zêdetir hatibûya kurdîkirin, çimkî wergerandin û li ber bejna kurdî kirina tiştekî ji hevdu gelekî cuda ne.. wekê din mirov nikare ji bo şi'r û nivîsên di kovarê de derçûyîn behsa standartekî bike.. ev yek jî ji ber qelsî û kêmasiya edîtoryayê ye.. min nivîsên baştir û balkêştir jibo hejmara pêşîn hêvî dikir, lê wek ku min di serî de jî got, bi ser hêviyên xwe ve nebûm.. yanî kovar, ji kovarekî zêdetir dişibe fanzînên ku xwendekarên zanîngehan ji hewesa dlê xwe re derdixin..

hêvî dikim ku di hejmara duyemîn de vê ecemîtî û amatoriyê ji ser xwe bavêjin, girîngiyê bidin kalîteya metn û nivîsên di kovarê de dê werin çapkirin û kêmasiyên di hejmara ewil de neyên dubarekirin..



05.02.2014 23:23 | endazer

6. kovara ku min gelek meraq dikir. lewra gelek behsa kovarê hatibû kirin, nivîskarên ku têde dinivîsin piçek jî berniyas in, min di hejmara yekem de nêt hebû ku bikirim, bixwînim. ji ber sersariya xwe min tew ji bîr jî kiribû. 5 roj berê bi tesadufî di pirtûkfiroşekê de pêrgî kovarê ya hejmara duyem hatim û min stend..

mixabin bi qasî ku min hêvî dikir ne serketî ye. pirr amatorane ye mariv dibê qey ne ew nivîskarên berniyas in, heçko zaroyên lîseyî amade kirine. pirr tevlihev e. rê û rêbazeke sade, fêmkirî, zelal û maqul hilnebijartine min hê jî fêm nekir nivîsarên kovarê li ser çi ne? bi helbestokên beredayî tijî ye( mîna yên occo mahabad)

têde çîrokên tirkî hene ku tênegihiştim behsa çi dikin?

hem bi kurdî hem bi tirkî ye, di nivîsên kurdî de pirsgirêkên rêzimanî hene, qet dêhn û bala xwe nedana li ser rastnivîsê, çawalêhato..

dema mariv kovareke vedike di rûpela ewil de naverok heye û mariv lê dinêre hem li gorî kêfa xwe dixwîne, hem jî li mijar û nivîskaran dinêre lê tu yê bêjî qey tofana rûpelan rabûbû, naverokek jî amade nekirine. yaa starrr!!

têde bi tirkî çend nivîsên teknîk jî hene, lê yên kurdî, helbest, çîrok an jî werger in. weka ku bêjin tiştên zehmet ji destê me nayê ku em bi kurdî binivîsin lewma nivîsên zehmet giş bi tirkî ne..

welhasil min hejmarek kirî lê ev nabe dido..



26.06.2014 23:36 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara yokuş yol'a
» yokuş yol'a

Kategoriyên mijarê:: kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî