1. navê helbesteka şairê tirk, şükrü erbaş e.. min wek çima divê em gundiyan bikujin li ber bejna kurdî û kurmancî kir, lê heçiyê dixwaze û ji xwe bawere dikare bi xwe jî wergerîne û bi me re parve bike.. |
|
19.12.2013 21:44 |
endazer
|
2. ew wekÎ dÎn beşeka helbesta şairê tirk, ismet özel e.. di nav helbesta wÊ yÊ bi navÊ akla karşı tezler de derbas dibe: |
|
19.12.2013 22:36 |
cinorek
|
3. helbestvan bi navê gundî, qala mirovên nezan ên cihekî girîng di gelheya welêt de digre, dike. ne wek t.c.yê 5000 hezar gundê kurdistan bela û vala kir. bajarîbûnê jî pîroz nake. ji tersê vê sernavên provokatif, dixwaze ku pirsê “ka emê çawa mirovên xwe giş bikin hemwelatiyên wekhevî?” lê ev pirs, pirsekî pir zor e. ji ber ku “mirovên wekî ajalan jiyana xwe didomîne” bi tenê têrbûna zikê xwe û serdestiya xwe ya li ser malbata xwe, kêfxweş dibe. em dikarin ku bibêjin ev gundiyan di asta pêdiviya ewlehî yê de mane ku ev asta duyemîn di nav pênç asta hiyerarşîya pêdiviyê ya maslowê de ye û ev pêdiviyên yekem û duyem di nav ajal û mirovan hevpar e. bi kurtasî helbest vaya dibêje: emê ka çi bikin ku gundiyan/nezanan/du-parîka-têrbuyan wê xwe bilind bibe asta 3., 4. û 5. ? |
|
19.12.2013 22:50 |
biruya hayao miyazaki
|
4. sernivîsa ku ti kes ji bilî nîvqaşokurdan tiştekî jê fêm nake. |
|
19.12.2013 22:59 |
dijber
|
5. Helbestek e xerîb e. û çi eceb e ku axlebe rast dibêjê * |
|
06.01.2020 23:32 |
gumgumok
|
6. navê helbesteke şükrü erbaş e ku kêfa min gellekî jê re tê. ne bawer im di berhemeke din de, kesên nezan û kirêt evqasî xweş hatibin pênasîn. çi li tirkiyê çi li kurdistanê ji wan gellek hene. ew dilpîs û xêrnexwaz in, bela serê kesên qenc in. dema ji wan kesan zêde aciz dibim dil dikim herim warekî şareza û xweştir lê piştî kela min datîne dîsa xwe ji bîr dikim, aş dibim. |
|
07.01.2020 22:36 ~22:35 |
xeyda
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |