Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 85 peyam
how i met your mother - tirşik

Bavek, qala hevnasîna bi diya zarokên xwe bi saya çend hevalê xwe dike....
(11 şîrove)
how i met your mother
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî: min diya we çawa nas kir?

rêzefîlmeke amerîkî ye ku ji çîroka bavekê pêk tê ku armaca çîrokê ew e ku ji zarokên xwe re pêvajoya naskirina diya wan, vebêje.

lê min 3-4 sezon temaşe kir û hê jî dayik mayik ne li holê bû... her beşeke wê gelekî komîk e. jixwe weke hemû rêzefîlmên komediyê yên amerîkî, 20-25 deqe ye. loma mirov jê aciz nabe.



wisa difikirim ku rêzefîlma tirkî ya bi navê yalan dünya kopyayeke gelek gelek xerab ya vê rêzefîlmê ye. erê mijar bi temamî cuda ye. lê tarz û tevgerên hinek karakteran gelekî dişibin hev.



ji aliyê din ve ji bo how i met your mother bixwe jî tê gotin ku ji rêzefîlma friendsê feyz girtiye. neyse min li friends temaşe nekiriye.



19.12.2013 22:22 | simurg56

2. (bnr: mijarên bargiran)



19.12.2013 22:30 | ceso

3. lîstikvanê wê ya sereke neil patrick harris, di rêzefîlmê de rola zilamekî heteroseksuelê harbûyî û tolaz dilizî. li amerîka jin nahêle. di jiyana xwe ya taybet de, tersê rêzefîlmê zilamekî hevzayend û bi mêr e * û du zarê wan hene. her du jî pir şêrîn in; wekî her du bavê xwe:



http://www.ryanseacrest.com/2013/07/30/neil-patrick-harris-talks-himym-wedding-and-his-own/



19.12.2013 23:12 | biruya hayao miyazaki

4. Rêzefîlmeke emerîkî ye ku berê hinek meşhûr bû min jî temaşe dikir û xweşê min diçû. çend roj berê min xwest ku dîsa dest pê bikim lê li youtubeê çend videoyên wê temaşe kirin û qet kêfa min jê nehat. Ez jî şaş mam ku berê ez bi vê rêzefîlmê dikeniyam.



03.08.2017 01:09 | sloujouc

5. Ez çûbûm tirbê kalan ku henek ezing je mal re kir bikim biynim. diya te jî le vê derê bû. Bi brangê xwe yî biçûk we berxikên wirnî diçerand.
Je vê çaxê başlê kir "ez in love".



03.08.2017 12:36 | cinorek

6. her beş 20 xulek e .
zêde wext nastîne û jixwe ev 20 xulek
berber xwe zêr e
bi temaşe kirna wê ;
merov çend agahî di derbarê rojeva kesên amerîkî jî digre
dibe rêberek ji bo kesên ji trabêlka keça dûr ketine jî (rêberek teqlo meqlo)
barney qeşmerek dera hanê ye
zor kêfa min jê re tê .
robîn jî xwedê wê bihêle pirr rind e .



21.05.2020 20:40 ~20:47 | shwinsherm

7. rêzefîlma ku wê berdewam bike lê bi navê how i met your father *

zêde wesfê vê rêzefîlmê dide lê hê min lê darî nekiriye.ಠ_ಠ



23.04.2021 11:29 | merwano

8. Heta niha min nedîtiye berdawama tiştekî xweş çêbûye. Min jî sêr nekiriye lê çi hewce ye heyra. Va çend sal e we xilas kiriye hûn ê dîsa dest pê bikin û yê ne xweş be. Na na How i met your brother jî çêkin. Sister jî.



23.04.2021 18:07 | xwelî li ser

9. Rêzefîlmek Amêrîkî ko ji 9 sezonan pêk tê. Navê rêzge çiqas min dîya we çawa nas kir be jî çîroksazî, piranî li dora evîndarî û hevaltîya 5 lehengan: Tedd,Barney, Marshall, Lily, Robîn û serpêhatîyên wan hatîye hûnandin.
Dixwazim çend tiştan li ser lehengan û têkîlîyên wan bêjim:
Hevaltî: Têkîlîya ko di navbera 5 kesên yek ji yekê xerabetir û beradayîtir hatîye girêdan.

Tedd Mosby: Lehengê ko kêfa min herî kêm ji wî re tê. Ne zilamek dilsoze, ewqas qala evîn û hezkirinê dike lê ji bo Robîn kari xayintîyê bigihîne herkesî. Kûl û ketîyê Robîne heta kari dîya zarokên xwe lê bike qûrban.
Ji Barney xûrûfîtir û hartir e.
Lilly: Diza rêzefîlmê ye. Xwe gelekî dibîne. Dixwazi bandora xwe li ser jiyana havalên xwe qût neki û 2-3 caran navbera Tedd û dergistîyên wî xira diki. Xebîneta Marshall e ko ketîye nav lepên vê jinikê.
Marshall : Kêfa min pir jê re tê heyfa wî Lilly anîye. Zilamek henûn, dilovan û hepkî jî aqilê wî sivik e.
Barney: Zilamek bahlûle lê piştî xayintîya hevala xwe dibe yekî xirabe û xûrûfî. Bi hezar lîstik û derewan jina dixapîne û her şev yek ji wan dikevi xefika wî. Tola xwe ji jina bi vî awayî dihilîne. Wekî din, nivîskarê sonda biratî (bro code), hunera xapandinê (play book) ye. Û waneyên wî yên derewîn li ser dîrokê meriv ji kena difetisîne. fake history lectures of barney
Talîya talî ew jî dikeve xefika Robîn û gelekî tehde jê dixwe.
Robîn: Şermota ko dewsa qeremûşkên ko di dilê Barney hiştîye bi navûdeng bûye.
Lehenga ko hem jê aciz im hem jî ji alîyek dizîka dişibînim xwe.):
Jinek ko bêşdarî jiyana kê dibe, dinyayê ji wan re dike jehr. Xweperest e û çavên wê ti kesî nabîne. Hîn nizane ew xwe çi dixwaze, ji xelkê doza dike. Neheqîya ko li Barney kirîye dijmin dijmina nake. Axir, jinikek lê nehêjayî ye ko zilam li ser şer dikin.

Ji alîyê evîndarî jî dikarim bêjim, hama li ser hezkirina Robîn disekine. Carnan hengî diqeherim dibêjim, nexwe navê fîlm jî divê bûba" Min çawa ji Robin hez kir, hem mala xwe hem a rebenê Barney xira kir?

Nîşe: Ji bo derbaskirina wextê vala berhemek xweş e lê qasî ko xelk mezin dikin pesnê wê didin nexweş e. Sebra meriv lê tê û meriv xwe ji bîr dike, ewqas. Wekî din, we heta niha darî lê nekiribi jî ne xisar e.



23.04.2021 19:25 ~19:26 | pîroz

10. Rêzefîlma ku ji bo bihurandina wextê hertim temaşe dikim. di destpêka zanîngehê de ji bo hînbûna Ingilîzî, min vê rêzefîlmê û rêzefîlma friendsê temaşe dikirin. Di arşîva min de ev herdû rêzefîlm hê jî hene, her çiqas netflix wan herdûyan weşandibe jî *

Her çiqas pirraniya wan barney stinson gotibe jî, gotinên ji rêzefîlmê mane hişê min de ev in:

(bnr: have you met ted) (bawerkin ji bo keçên biyanî ev hevok kêr tê* "have you met me?"*)

(bnr: challenge accepted)

(bnr: true story)

(bnr: wait for it)

(bnr: legendary)

(bnr: lawyered)

(bnr: but...um)

(bnr: awesome)

*Edît



23.04.2021 23:49 ~2021.04.24 00:04 | xelîl

11. Ji 9 sezona pêk tê ku her sezon ji 20 beşa bêhtir pêk tê, lê mala Xwedê ava ku beşên wê 20 dq filanin (loma ji ber ku sîtkom e)

Îro min dest pê kir, ji sezona ewil gihîştim beşa 15emîn. Têra xwe serkeftî û komîk bû. Lê efekta kenê qet lê nayê.

Pûan= 9/10.



28.09.2021 02:35 ~02:37 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» howl's moving castle
» metqeb
» youreads.net
» mother

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî