Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
efrîn - tirşik
efrîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarekî başûrê rojavaya kurdistanê ye ku navê navenda bajarê ku nêzîkî çiyayaê kurmênc e û mixabin ji ber dabeşkirina siyasî ji kurdistanê re niha girêdayî parêzgeha helebê ye.

Efrîn bi zeytûn û siruşta xwe ya xweş tê nasîn. efrîn xwediya 366 gundan e û her gundekî wê bi serê xwe dîrok û çîrokek e. balkêştirîn tişt li efrînê ku hin kesên wê dibêjin em zeredeştî ne lê nizanim gelo êzîdî ne an na. elewî jî li efrînê hene ku mezhebê wan wek mezhebê eleweiyên mereşê ye.

(bnr: navdarên efrînî)



20.12.2013 02:07 | dijber

2. Efrîn an Afrîn bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye) ye. Navê deverekê ye li Çiyayê Kurmênc‎. Niha bi wîlayeta Helebê ya Suriyê ve girêdayî ye. Efrîn navê bajarê navenda heman deverê ye jî. Daniştvanên wê bi giştî Kurd in ji xeynî fermanberên dewletê ku ji deverên din hatine. Ferehiya devera Efrînê ligel 366 gundên xwe dighe 2.033 km çiwarkoşe e. Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 daniştvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî jî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 7 deverok an nehiyên din girêdayî ne: Efrîn (navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20-ê Temûza 2012-an de gelê Kurd, rêveberiya bajêr û ya Cindirêşê jî xistin destê xwe.



Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava yê Başurê Biçûk e. Ew dikeve rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanî senceqa Îskenderûnê (Hatay). Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur nêzîka 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di vir re derbas dibe.



Çavkanî: Wikipedia



07.01.2014 13:06 | brusk56

3. navê stranek ya hozan canê ye



07.01.2014 14:03 | feqiyêteyran

4. Bajarê kurdên berxwedêr û partîzan e
Niha di bin dagirkerîya dewleta tirk û çeteyên wê de ne
Bajarekî li rojavaye rojavayê kurdistanê ye û nêzî deryaya sipîye
Û ji bo kurdistanê weke derîyekî vebe çîyayên amanos û deryaya sipîye ji ber vê yekê ji bo kurdistanê gelekî girîng e



02.02.2020 23:52 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» efrîn şe dike porê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî