Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cedric - tirşik
cedric
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lehengekî kartonÊ Ya ji pînokyo, pollyanna û alice(ê war û welata berzîşan) cuda ye ku ew lehengên duyemîn li gorî nêrîna edeb û hêvotîn û perwerdeyê zarokan a kevneşopên şaristaniya rojava de hatiye çêkirin.



guhnedana mezinan, tersê lehngên çîroka ku navê wan hat gotin, ferqa herî mezin ê cédric e ku cudatî ji evîndarbûna wî jî xwe rê dide. aliyê din bapîrê wî ya hêja ji bo neviyê wî neyê cezakirin, tim wî diparêze ku cihê ev taybetî di nav perdewerdeyê zarokan a kenveşop de tuneye. li gorî vê nêrîna dema zarok nerehetî, xwerabî yan jî tolazî bike divê bê cezakirin. em vê taybetî, mîna çîrokên pînokyo yan jî aliceê bi eşkere dibînin. hek zarok guhnedi mezinê xwe; wan wekî pînokyo bi dijminan bê xapandin an jî wekî alice wendabibe û tiştên nebaş wê were serê wan. lê cédric? erê, cédric carcaran ceza jî distîne: nikare derkeve derve yan jî rojmezaxa wî tê birîn. lê piranî bapîrê wî, wê di nav ev cezayan de ji bav û dayika wî diparêze yan jÎ ew mezrax dide wî û ji bo derketina wî ji zava û keça xwe re dixeyde; wan dixapîne… li vira rêzefîlm dixwaze ku îtimad û îtibar bide zarokan û bira zarok di nav her şert û mercan de çareseriyek bibîne; bi kesên ku dora wan e, îtifaqa çêke… ev jî qabiliyeta rêxistin û dîtina çareseriya krîzan a zaroka pêşdixe…



elbet taybetiyên vê rêzefîlmê her dem û timî ne baş e. wekî pederşahîbûna cédric. em dikarin ku bi roniya merhaleyên zarokatî ya psîkolojÎk bibêjin ku ev cédric zordest û zorbaz e. vê zorbaziya wî li ser hogira wî ya christian xwe eşkere dike. notê ku ez xwe di christian dibînim, dînîm û bidomînim: çima karaktera christian hew qas hatiye pasîfîzekirin, fêm nakim. her çi qas ev heqîqetekî zarokatî be jî li gorî min raoul cauvin pir çûye ser krîsçin! erê heval, alî hev dikin û pir caran jî vîya bêberdêl çêdikin. lê ev salan e ez vê rêzefîlm temaşedikim, ez dibêjim qey carekî cédric alî krîsçin kir, bes carekî! ma her demê cédric bi aliyê krîsçin xwe pêşxe, bi alternatifan planên nû çêke, çareseriyên krîzan bibîne. hek bi aliyê krîsçin tiştekî neguhere wî bi xeber û galagala hevalê xwe dike. her çi be jî heyfa krîsçin ji aliyê chenê ji erdê tê rakirin. li hemberî peyvekî chenê, cédricê maço û hovî wekî kuçikê bi hoştan hatiye qewirandin, direve. erê dilê min rehet dibe; vê gotinê pêşiyan rast e: kar di bin sepetê namînin.



îhtimal e ku cédric ji hêla chenê bê berdan (ku têkiliya wan ê fermî jî tune ye ha!) û wî bi ramusa fransizî keçika ji serî derxe. dibe ku wî yê berpêbûna xwe ya hevzayend an jî bîseksuel kifşbike û bi krîsçin re bizewice.* êdî tê zanîn ku li fransayê zewicandina hevzayendan serbet e. ev serpêhatiya farazî kampanyaya bira edî û budu bizewice anî bîra min.*



her çi qas ez maçobûna cédric hez ne bikim jî di tabloyê mezin de rêzefîlmê cédric ji bo zarokên bawerî qeweta xwe dikin, kartonekî girîng e.



em serlehengê vê kartonê dînin aliyêkî, ji wê hêztir lehengik din heye: kamo.



(bnr: daniel pennac)

(bnr: delidolu arkadaşım) *



nîşe: kurd1 bi dublajekî xweş û resen vê kartona weşandibû. ez du sê cara jî di televîzyonên başûr de jî RAST HATiBÛM. WANA jî NAVÊN LEHENGÊN KARTON GIŞA KIRIBÛN KURDÎ Û BI SORANÎ DUBLAJ KIRIBÛN.



20.12.2013 14:20 | biruya hayao miyazaki

2. wexta ez yazdeh salî bûm ev xêzefîlm derketibû û cedrîc hêşt salî bû, ez 27 salî me lê cedrîc hê jî hêşt salî ye*
cara ewil li fransayê tête weşandin û wek li jor jî hatiye gotin dublaja wê ya kurdî jî heye, carûbaran ez jî lîqayî dihatim, bi qasî tê bîra min dublajeke baş bû..



24.01.2017 13:30 | ferhenga şikestî

3. "ger ku hûn heyşt salî û evîndar bin, jiyan bi rastî jî pirr xweş e." *



29.07.2019 07:56 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cedric

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî