Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 36 peyam
evdalê zeynikê - tirşik
evdalê zeynikê
(4) (0) ecêb (1) (10)
di mijarê de bigere

1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.06.22-17:06 | borazboz

2. (bnr: dengbêj)



2013.06.22-17:41 | simurg56

3. bavê temo.sarê gogerçînê ,dengbêje dîwana sürmeli mehmet paşa ,feqiyê qulinga, pêkênîyê tolaz ,nezan û berêdiya...



2013.08.14-00:08 | newenda

4. bavê qulinqan e



2013.08.14-17:10 | serap

5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.12.07-01:42 |


7. hOMEROSÊ kURDA, PÎRê dENGBÊJA: EVDALÊ ZEYNIKÊ

EZ IM EZ EVDALÊ ZEYNÊ ME

BAVÊ MIHO TEMO ME

DENGBÊJÊ SURMELÎ MEHMET PAŞA ME



2014.01.22-23:35 | pîlerka pîr

8. mijara romana mehmet uzun ya bi navê "rojek ji rojên evdalê zeynikê" ye.

pirtûkek kurt û xweş bû.



2014.01.23-20:19 | simurg56

9. Evdalê Zeynikê mamosteyê dengbêjiyê ye. Di derbarê jiyana wî de agahiyên sedî sed rast nînin. Nivîskar ahmet aras li ser jiyana wî pirtûkek* nivîsiye ku ev pirtûk hevpeyvîna bi neviyê Evdal re jî dihewîne. Di destpêka 1800 ´î de li gundê cemalwêrdî* ya girêdayi Tûtax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913 ´î de li gundê qanciyan* a qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye. Evdal temenekê pirr dirêj jiyaye. Gorî neviyê wî Emerê Zeynikê Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranser Kurdistanê geriyaye. Evdal çuyexozana edenê, dêrsimê, dîyarbekirê, nexşîwanê, melazgirê, elajgir ê û Îranê.



2014.05.25-18:19 | xwelî li ser

10. evdalê zeynikê:

di serê salên 1800'î de lî gundekî agîrîyê jî dayîk bûye. wekî ji pênaseya wî, navê dayika wî zeynik e. evdalê zeynikê dî nava kurdan de wek "pîrê dengbêjan" tê nasîn. ji ber ku di temenekî kin de bavê wî çûye li ber rihma xwedê, ew bi navê diya xwe hatiya nasîn. li gorî agahiyên di pirtûka ahmet aras de evdal, 110 salan jiyaye û evdal li cem mîrekî kurdan, surmelî mehmed paşa dengbêjtiyê kiriye. lewma di nava wan deman de rewşa wî pirr baş bûye. evdal, bi kilam û stranên xwe di nava dengbêjiya kurdî de cihekî gellek taybet digire, dema ku gotin "dengbêj" divê cara pêşîn ew bê bîra mêriv ji ber ku ew kaniya kilaman e, yezdanê gotin û hestan e.. lê mixabin ji ber ku di wê demê, warê teknolojiyê de pêşketinek zêde tunebuye me, kilamên wî bi xêra dengbêjên piştî wî hatine bihîstine. wî, di kilamên xwe de şahidiya serdema xwe kiriye. çi bûyerên ku di dema wî de qewimîne li ser wan sitirîye û ew veguhestine nifşê li pey xwe. hema hema her kilameke wî wek belgeyeke dîrokî ye. ji van kilaman ya sereke jî li gorî min "wey xozanê" ye ku behsa beşdariya şerê li xozanê ya di navbera serhildêran û osmaniyan de dike. surmelî mehmed paşa jî bi pêncsed leşkerên kurd, ligel osmaniyan beşdarî vî şerî dibe û evdêl jî bi xwe redibe. lê mixabin xeynî çend kesan tevahiya leşkerên kurd li ber nexweşiya tayê dimirin. surmelî mehmed paşa bi xwe jî lî alîyê marekî ve tê kuştin. evdal ji van hemû belayan sax difilite û vedigere serhedê.di demekê de kor dibe di wê rewşê de temo(zarokekî biçûk ê ku ji mihaciran maye, heta demekê evdal xwedî dike) jê re dibe alîkar.evdal piştî mirina surmelî mehmed paşa dikeve nava xizaniyeke giran û ev di kilameke wî de wiha derbas dibe:"welleh tev dinyayê, tev kaliyê,temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê".



2015.11.09-15:23 | sergijik

11. (bnr: bavê temo)



2019.07.31-09:51 | xelîl

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
rengawaz [1]
Peyveke di pirtûka Têbîniyek ya Înan Eroglu de derbas dibe ye. Di ti f...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
hêja - belkî
spotify: (lînk: ht...
hevînevî [1]
Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê. eşîra goyan/117538 Bi Devoka go...
eşîra goyan [1]
Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî ...
sahibinden.com [1]
Îro li reklamê wê ra rast hatim. Salvegera 20. ya wan bubuye. Li nav w...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdalê zeynê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî