Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nebûna nivîskarên beşên kurdistanê yên dî di tirşikê de
peyamên çepikkirî

20701. kêmaniyeke mezin e ji bo tirşikê û gûmanan dixî dilê min derbarê kurdistanîbûna tirşikê de.

duh hevalekî digot ku navê wî nayê bîra min bi van angaştan dihat pêşberî me:

1. em li tirkiyeyê dijîn

2."bakur"ê kurdistanê petçeyeke tirkiyeyê ye.

3. kurdistan ji enqereyê dihê birêvebirin.

4.bandora dewleta tirkiyeyê li bakurê kurdistanê.

bersiva van angaştên tewşmewşo

1. tu li tirkiyeyê dijî lê ez ne li tirkiyeyê dijîm, li gorî statistîkan pirraniya nivîskaran li amedê dijîn.

2. bakurê kurdistanê perçeyeke kurdistanê ye dagirkirî ye ji aliyê tirliyeyê ve ne beşek jê ye.

3. rast e kurdistan ji enqereyê dihê birêvebirin lê mejiyê me, tiştên em dixwînin, dinivîsin, temaşe dikin û dibêjin bi rê ve dibe û em dikarin bi qasî derbarê tirkiyeyê de dizanin derbarê xwe de, derbarê beşên kurdistanê yên dî de jî hîn bibin.

4. bandora tirkiyeyê li hemû beşên kurdistanê heye wek çawa bandora îraq, sûriyeyê, îranê jî heye.

5. gava tu bakuriyan ji beşên dî nêzîktirî xwe bibînî wê çaxê ez ê bibêjim ku tu ne kurdistanî yî lê tu bakurîzmê dikî.

6. gava tu bi qasî behsa cem yilmaz û nûman kurtulmuşî dikî tu behsa hiner selîmî û newşîrvan mistefayî nekî ez ê bibêjim tu xwe Kêm dibînî û te êdî tirkiyeyitî pejirandiye.

7. ma kurd li bakur û li tirkiyeyê tenê hene kurd li ewrupayê li amerîkayê jî hene çima tu behsa wan jî nakî. ez dibêjim tu ji bilî medya tirkan tu tiştî naşopînî loma hêza te tune tu behsa wan bikî.

8. mesele bira berî ku mirov hîn siyaset û neyarî bibe divê xwe binase, kurdistanî be, kurdîzane be, dÎroka xwe bizane.

9. lêgerîna tirşikê bi kêşe ye. heger tu sernivîsê wek ku hatiye nivîsîn nexê dernakeve.

10. gazî kurdên beşên dî û yên ewrupayê bikin bila ew bên û kurdên bakurî êdî nepejirînin heger ne têra xwe zane bin



09.06.2013 07:28 | brusk56

28117. ji kurdistana swêd kes heye gelo ?



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

28135. heker em behsê kurdistana başûr bikin egerên nebûna nivîskara evene:

1- dinav behdînade: kêmîya bikar înana entirnêtê u ewên bikar dînin jî enternêt li nik wan pêk hatîye ji facebookî bi tinê u nizanin bi diristî bikarbînin hetta pitirîya wan kesekê dî bo wan ev hisaba facebookê yê çêkiri! nizanin bibin endam di çi malperande. u nezanîn yan xelet nivîsîn bi pîtên latînî... bi kurtî cehalet!

2- dinav soranade: regezperistî, u ji encamê vê regezperistîyê dibêjin em behdînî yan kirmancî tê nagehin/fêmnakin.



kurdên me yên başûrî gelek ehmeqin, behra pitir nivîsandina wan di facebookîde bi pîtên latînîne belê yên îngîlîzî u her êk bi şêweyekê dinivîsit.

yan bi pîtên erebî dinivîsin kêm. u eve baştire belê her bi wan pîtên erebî nanivîsin yên bo kurdî hatîn berhevkirin.

çunku nizanin van keyboarda bikin di kompîyoterên xwede....



welhasil zêdebîna nivîskaran ji başûrî di paşerojê jî de ez zehmet dibînim...



09.06.2013 16:32 | simurg56