Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
koma zimanê kurdî - tirşik
koma zimanê kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komeke gelekî bikêr û bisûd bo hînbûna kurdî di facebookê de.

ku ev bêtir ji 4 salan çalak e û gelek kes hînî kurdî kirine bi qasî şopandin û dîtina min jê re ku ez ji pêşî de dişopînim lê nanivîsim damezirînerên komê melek ebdî û dilyar amûdî ne lê kesê herî zêde bi fêde û endamê jê sûdê digirin e husein muhammed e.

bir rastî jî komeke kurdistanî ye ji ber ku endamên wê ji feylî, kirmanşahî, soran, kurmanc û zazayan pêk dihê û li wir mirov hînî hemû zaravayan dibe.

ez bi xwe ji wir têra xwe hînî soranî, zazakî û kurmanciya başûrîbûme.

niha birêveberên wê

1. melek ebdî

2. husein muhammed

3. dilyar amûdî

4. hogir hingivîn

5.newzad hirorî

6.kardo muqedes

7.saman zakî

8.mohammad kheir cheikho

9. mirtiza nasirzade

10. rizgar mahadur

11. mehmed yıldız

12. pêlla ebdî

13. can betran

14. evîn tetwan

15. şêrîn osman

hejmara endamên komê heta niha gihiştiye 1,851an.



girêdana wê

https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/



20.12.2013 17:27 | dijber

2. komaka ku dengÊ hemÛ zaravayÊn kurdî ye. inşalla tirşikÊ jî wusa bibe.



20.12.2013 17:38 | cinorek

3. koma ku di vê kurdî/3015 peyama xwe de berê min behs kiribû ye..

ji bo hevnasîn û xurtkirina têkiliya ligel hev ya devok û zaravayên kurdî derfetek Û fersendeke baş e..

min jî berê di vê komê de gelek wext dibihurand û li ser mijar û guftûgoyên dihatin kirin fikr û şiroveyên xwe dinivîsandin.. û ez ji endamên din yên vê komê hînî gelek tiştan bûme..

hetta çend caran di vê komê de me lînkên tirşikê jî belav kirin ku endamên komê jî ji hebûna tirşikê agahdar bin û ew jî xwêya xwe li tirşikê bikin, lê mixabin kêm kesan berê xwe pê ve kir..

bi taybetî jî endamên ji parçeyên dn ên kurdistanê dê gelekî bi kêrî tirşikê werin..

kurdên ji bakurê kurdistanê dema mirov dibêje tirşik ferhengeke înteraktîv e an di format û konsepta ekşisözlükê de ye, cihde rol û fonksiyona tirşikê fêhm dikin lê kurdên ji parçeyên din ên kurdistanê heta mirov tirşikê jê re îzah dike nîvê ruhê mirov diçe, û bi ser de jî piştî meseleya îzahatê pirsa ê yanî? divê ez çi bikim, yekcarî dikute qûna moral û motîvasyona mirov de..



20.12.2013 22:13 | endazer

4. koma ku êdî kovarekê bi serkêşiya husein muhammed bi navê kanîzar derdixin lêmixabin hejmara yekê ne zêde serkeftî bû û hêvîdar im yên din çêtir bin.



10.09.2015 00:26 ~01:10 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma hestiyê tirşikê
» zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê
» kurdî vs korevî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî