Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
kurdên qet bi kurdî nizanin - tirşik
kurdên qet bi kurdî nizanin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ki dibe bila bibe ew kes kurd nine..



20.12.2013 19:16 | gokerr

2. (bnr: qaşokurd)



20.12.2013 19:55 | dijber

3. gelo ew kesên ku sixuriya tirk wan wek nokêran amade dike û fêrî zimanê kurdî dike di hîmê xwe de birastî jî xweş kurdî diaxifin ew jî kurd in? ango ne qaşokurd in newilo..



20.12.2013 20:14 | azad zagros

4. ew kurd ne weke xwe ne. nefsa wan pozbilindiya wan tu kes nikare tiştekî bibêje wan ji ber ku xwe mezin dibînin. xwe li kurdîtiye qet naqewimên in.

(bnr: qewimandin)



06.01.2014 01:09 | gêjê

5. kesên ku meyandina wan de pirsgirêk gewimîye ne. malzemaya kurdîtîya wan de kêmasî heye. dê û bavê wan divê li ser vê mijarê bisekinin û bifikirin gelo wan çi kêm kirîye.

(bnr: jinik, ev zarok jî nebû)



06.01.2014 14:33 | nazim tolhildan

6. di nav bajarê amed'ê de pir zêde ye. tiştê hîn girîng hînek jê ji kurdî û kurdbûnê fedî dikin.



05.02.2014 22:31 ~2015.05.09 02:17 | rûbar payîz

7. hemû zarokên kurd yên piştî sala 2000î ji dayik bûne in.



29.05.2014 23:27 | jaro

9.

Ji aliyê jimarê ve ji kurdên kurdî dizanin zêdetir in.



31.01.2016 02:04 | nejwan

11. (bnr: kurdên zarokên xwe hînî kurdî nakin)



09.02.2018 18:49 | mindal

12. heke ew heya niha jî ji bo hînbûnê zimanê xwe tiştekî nakin an jî naxwazin bikin, em ji wan re êdî mebêjin kurd. em bibêjin gundî an jî hundir-vala an jî kundirê vala an jî kundir. (bnr: kundir)



10.02.2018 05:14 ~2019.06.17 23:50 | mirovekirind

13. (bnr: kurd zarokên xwe hînî kurdî nakin)



20.02.2018 21:33 | mirovekirind

14. (bnr: nifşê nû yê kurd)

Nizanin û nezanîna xwe jî wek problemek û kêmasiyek nabînin. Ê xirabtir ew e ku ev pirsgirêk di nav hemû astên civakî yên kurdan (bajarî, xizan, dewlemend, ronakbîr, gundî û koçber û nizamçik) de heye.



18.11.2018 12:58 | xelîl

15. (bnr: nizanin û pozbilind in)



18.11.2018 12:59 | xelîl

16. Sed car mixabin , Berê du sal ez jî wisa bûm.

(bnr: kurdo! bilerize û ji xwe re vebigere!)



30.12.2022 01:27 | bakur.nekure1

17. kurdên naxwazin serê xwe bi kurdan re biêşînin.



31.12.2022 01:32 | pênûsa westiyayî

18. Pênaseyek wiha tuneye, ji wan re dibêjin; yên dêûbavê wan kurd. Wekî din xelet e. Yanî kesê kurdî nezane nikare bibe kurd herwiha her kesê ku kurdî dizane kurd nîn e lê kesê kurdî nezane qet û qet nabe kurd. Kategorî kirinek gelek gelek xelet e. Ez ji wan kesan re jî dibêjim bila dilê xwe nehêlin, lê kurd nîn in. Zehmet nakin fêr bibin paşê tên dibêjin "ez jî kurd im lê...". Başe nexwe ez jî Japon im, çermsorê Emerîkayê me.:d
Gava mirov vê gotinê ji wan ra dibêje aciz dibin, dibêjin: ma tu hîtlerî van gotinên tund dibêjî?" Ma ji bo Xwedê û xaliqê alemê eger em nikaribin vê gotinê bêjin emê êdî çi bêjin! Şerm nekin dê bibêjin tu jî ji bîr bike jixwe kêr tiştekê nayê( ji min re gelek caran hat gotin ji bilî gotina "ji bîr bike"!).



31.12.2022 12:30 ~12:36 | bayê xerbî

19. Ew kes in ku nikarin van peyaman bixwînin. Wenda bûne di nav dinyayên din de. Silav li wan! Adios heval! Hasta siempre.



02.01.2023 00:12 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên li qeraxa kendava farsî
» qet
» kurdîya pehn

Kategoriyên mijarê:: jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî