Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    keskesor - tirşik
    keskesor
    (1) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. piştî şilî dibare di asîman de avakirina pireyekî bi heft rengan



    2013.12.20-21:44 | bobelat

    2. (bnr: bûka baranê)



    2014.04.20-13:54 | jîndar

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.20-13:58 | ciwan

    4. dema lawikek di bin keskesorê de derbas bû dibe keçik, keçik jî dibe lawik..bi avayekî henekî bona zarokan dibêjin..



    2015.01.20-22:16 | havka

    5. (bnr: derewên herî mezin)



    2015.01.20-22:29 | simurg56

    6. dema ku em zaro bûn, bi derketina keskesorê re em ber bi keskesorê ve dibeziyan, heçko em ê nêz bin.

    lê tucar em nêz nedibûn. ez mezin bûm lê hê jî nêzî keskesoran nebûm, bi her çingavêtinê ve bêtir jê dûr bûm

    keskesorêê xeyaleke pêknehatî ye bo min, wê pêk neyê jî êdî xanî û avahî bilind in wê nabînim, jixwe baran jî piştî tavê nabare yan jî piştî baranê tav hilnayê, têkelî li hev xeyîdî ne, bi tenê ewrên reştarî hene li keştiya xeyalên min



    2015.01.21-00:12 | ferhenga şikestî

    7. Qozeqer



    2015.01.21-01:54 | seydayê_peyvan

    8. Heftreng



    2015.01.21-01:54 | seydayê_peyvan

    9. ji bilî navên wê yên li peyamên jorîn jê re tîrêja hesk û kesk (çewlÎg), kivanê heftreng, beqletavk (erdîş), rengareng, qewz û qer (rojava), pitşê xwudê (xorasan, qûçan), pişta xwudê (meletî), qoz û qal (êlih, hezex), daweta gur û rêvî, pelkezêrrîne (silêmanî) jî dibêjin..



    (bnr: zimanê kurdî)



    2015.05.19-21:29 | endazer

    10. rewşeke lihev ketina av û tîrêjên rojê ye, gava ez li gund bûm tê bîra min di çilê havînê gelekî germ bû hergav jî mirob nedikarî here ber şetî (çem) hema wilê di hewşê de çeşme vedikir û nîvrût me av xwe'de diki, vêca dema av gelek hişk dihat li laşê min diket û ji laşê min jî li dîwarê hewşê diket û tîrêjên tava çilê havînê jî ji jor ve li vê avê diket keskesor li ber min de heta dîwarî çêdibû, ya reb çi qas xweş bû!



    2015.05.19-23:03 | xendekî

    11. pirtûka rêzdar Nûredîn Zaza



    2015.06.04-11:54 | cemilcanbegî

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    belki ev jî bala te bikişînin
    » keskesor

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî