Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
keskesor - tirşik
keskesor
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî şilî dibare di asîman de avakirina pireyekî bi heft rengan



20.12.2013 21:44 | bobelat

2. (bnr: bûka baranê)



20.04.2014 13:54 | jîndar

3. dema lawikek di bin keskesorê de derbas bû dibe keçik, keçik jî dibe lawik..bi avayekî henekî bona zarokan dibêjin..



20.01.2015 22:16 | havka

4. (bnr: derewên herî mezin)



20.01.2015 22:29 | simurg56

5. dema ku em zaro bûn, bi derketina keskesorê re em ber bi keskesorê ve dibeziyan, heçko em ê nêz bin.

lê tucar em nêz nedibûn. ez mezin bûm lê hê jî nêzî keskesoran nebûm, bi her çingavêtinê ve bêtir jê dûr bûm

keskesorêê xeyaleke pêknehatî ye bo min, wê pêk neyê jî êdî xanî û avahî bilind in wê nabînim, jixwe baran jî piştî tavê nabare yan jî piştî baranê tav hilnayê, têkelî li hev xeyîdî ne, bi tenê ewrên reştarî hene li keştiya xeyalên min



21.01.2015 00:12 | ferhenga şikestî

6. Qozeqer



21.01.2015 01:54 | seydayê_peyvan

7. Heftreng



21.01.2015 01:54 | seydayê_peyvan

8. ji bilî navên wê yên li peyamên jorîn jê re tîrêja hesk û kesk (çewlÎg), kivanê heftreng, beqletavk (erdîş), rengareng, qewz û qer (rojava), pitşê xwudê (xorasan, qûçan), pişta xwudê (meletî), qoz û qal (êlih, hezex), daweta gur û rêvî, pelkezêrrîne (silêmanî) jî dibêjin..



(bnr: zimanê kurdî)



19.05.2015 21:29 | endazer

9. rewşeke lihev ketina av û tîrêjên rojê ye, gava ez li gund bûm tê bîra min di çilê havînê gelekî germ bû hergav jî mirob nedikarî here ber şetî (çem) hema wilê di hewşê de çeşme vedikir û nîvrût me av xwe'de diki, vêca dema av gelek hişk dihat li laşê min diket û ji laşê min jî li dîwarê hewşê diket û tîrêjên tava çilê havînê jî ji jor ve li vê avê diket keskesor li ber min de heta dîwarî çêdibû, ya reb çi qas xweş bû!



19.05.2015 23:03 | xendekî

10. pirtûka rêzdar Nûredîn Zaza



04.06.2015 11:54 | cemilcanbegî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keskesor

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî