Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
endoskopî - tirşik
endoskopî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tehlîleke ji bo kifşkirina nexweşiyan e.

ji du peyvan pêk tê. wateya endo- "hundirîn" e û scopy jî "mêzekirin" e. eslê xwe de wateya peyva endoskopiyê "nêrîna li hundir" e.

her çiqas tibê de ji bo her cûre çalakiyên ku bijîşk bi kamerayekê li hundirê bedena mirov dinêre, bikare were gotin jî; bi giştî ji bo lênêrîna hundirê ûrê mirov ya bi alîkariya kamerayekê, tê gotin.

amûra tê bikaranîn endoskop e. ji makîneyek û xortumeke girêdayî makîne pêk tê û ku li serê xortumê ve kamera û lembeyek heye. bi vî awayî mirov dikare bi çavên xwe hundirê ûr bibîne û nexweşiyên weke reflu, ulser, kanser, xetimîn, xwînîbûn û hwd teşhîs bike û hinek ji wan tedavî bike an jî ji bo tesşhîsa patolojiyê biyopsî, yanî parçeyek bistîne.

çalakiya ercp jî dikare weke cûreyeke endoskopiyê were hesibandin ku vê çalakiyê de jî riyên zeravê tên nîşandan û xetimîn, tengbûn û nexweşiyên din yên van organan tên diyarkirin û carina jî tê tedwîkirin.



ganstroneterolog û pişporên cerrahiya giştî, piştî standina sertîfîkaya wê, dikarin vê teşhîs/tedawiyê çêkin.

(bnr: kolonoskopî)



21.12.2013 13:56 | simurg56

2. bîranînekî hevalê min weha ye:

hemşire* endoskopî dike. şeş-heft deqe derbasdibe. hevalê min ji hemşîRe re dibêje:

-ka hunê kengî destpê bikin?



ji xwe hemşire destpêkiriye *



05.10.2014 23:07 | biruya hayao miyazaki

3. Naxwazim were serê kesekî lê belê heke hûn neçar man anestezî bibin, derziyekî lê dixin 20 deqe şûnde radibin hûn nizanin li ku derê de rabûn e ewqas rehet e, Tiştek nayê bîra meriv.



17.01.2015 22:20 | mîr

4. (bnr: endoskopîya kapsûl) (Capsule endoscopy)

(bnr: endoskopîya ferazî) (Virtual endoscopy)



12.07.2016 18:30 ~18:30 | simurg56

5. bi xortomek kamera pêve li nava dil(mîde, rovî) nihartin, jibû nexweşînên li ser mîdeyê û roviyan bên teshîşkirin tê kirin, endoskopîya a bi xortomê bi du awhayî tê kirin yek jê xortomê di devê merivde dikin hindirê meriv di Qûna merivde derdixin a din ji tersê wî dikin.. a di devde dikin meriv min dîtiye, meriv dikujin(rih ji meriv distînin) û saxdikin(bi rih dikin.. lê a din dibêjin zehmettire xwedê neyne serê misilmana...



12.07.2016 22:13 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» endoskopîya kapsûl

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî