Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
bollywood - tirşik
bollywood
(8) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. endustriya fîlm a Hindîstan. li vira hatiye xwestin ku taybetiyên gelemperî ya bollywood bi aliyê fîlmên jêr de bi bendan bê peyîtandin.

1. 3 idiots*

2.taare zameen par*

3. my name is khan

4. ghajini*

5. devdas

6. fanaa*

7. rang da basanti*

8. barfi

9. dil chahta hai*

10. black



a. dirêjahî : di nav saetekî nîv de ketina mijarê, rêdana bûyeran û girêdana encamekî ku em ji hollywoodê vê hanê hîn bûn, ji bo fîlmên bollywood ne muteber e. temaşekirina fîlmekî hindî ji mirovan wêrekî û dilêrî dixwaze. dirêjahiyê fîlmên bollywood, teqrîbî sê seat e. belê. ev tê van wateya: berî ku hun temaşeyî fîlmê bikin, mutleqe têkevin tualetê û dilê xwe rehet bikin. piştî zikê xwe têr bikin û dawiyê jî, ji ferdên malbata xwe re xatirê bixwazin. bira haya berdilka we jî, ji temaşekirina we ya fîlmê hebe. bira tênekeve fikrê “ev ji min berda, ji bo vî havî deng nade min”.* ne hêsan e, tê sê seata di hundur de bimîne. topa xwedê têkeve guhê şeytên, ji bo ku di hun nefetisin, ji berê de paceya odaya xwe vekin û bira oksîjen bi têra xwe tije bibe odê. *



b. mijar : wek bingehên mirovahî, her babet têdikeve fîlmên bollywood: cudahîyên ola (piranî hindû û silmantî), cudahiyên çandî, lêkdana hejar û dewlemendan, tenduristî, pirsgirekên perwerde û hwd.



c. dans-muzîk : lihevxistina teknîkên huneran di dewra me de gihîştiye kamilbûnê. wekî di wêje û sînemayê de, mînakên pir xweş tê dîtin. li vira, ez dixwazim ku qala vê babeta ku ez jê re dibêjim postmodernîzm, bikim. elbet, ê baldar jî zane ku sehneyên muzîk û dans, dihere heta salên awara. lê îro ez bawerim ku derhenêrên hindîstanî ne tenê ji bo popularîzm, ji bo tîrêj û roniya postmodernîzm jî, vê sehneyên dans û muzîkê çêdikin. dema hun dîtin ku sê çar mirov tê ba hev du, zanibin ku ewên dans bikin û bistirên. belê, muzîkal. bêguman ewê sê çar peyvê teşwîqê strîn û danskirinê jî bikin. xwe muqetebe bin.*carna bêhna we, ewê ew qas teng be ku hunê ji xwe bikeve û bihêje. *netirsin, ev sehneyan tenê sê çar deqe didomînin. zinhar, nebêjin ku ev sehneyan bêgirîng e. nexapinîn. behsa evîn dike û pir caran sehneyên ku heta ew strana, kurte dike. em kanîn ku bibêje hek ev klîbên ku di deh deqan carê têdikeve nav fîlmê nebaya, wê fîlmên bollywood bûya pênç seat! şukir ku ne wanî ye. *



d. sehne : berî her tiştî hun vana zanibin ku di nav fîlmên bollywood de sehneyên maçîkirin û pevşabûn û dest-qulê-dan tune ye. * hek hun maçîkekî çûk jî dîtin, xwe bişans bihesibînin hevalên hêja û xwe maçîbikin.* ev fîlman bersiva “ma bê sehneyên seksê jî, fîlm tê çêkirin?” dide ku çi xweş dide. berî ji her tiştî, ez vê taybetî hez dikim. carna ji bo maçekî çûk, zilam ji hêla jinik, bi şîqeman tê xistin; carna jî lawikê me yê serekeyî ji bo ku keçik hat cem wî, bi fedî û şermê, rêveberiya xwe ya nig û desta wenda dike û baz dide, dihere. bêguneho…*



e. ziman : hek hunê bi binnivîs vê fîlma hanê temaşebikin, divê hun guhê xwe, bi zimanê hindî hîn bikin. ji ber ku zimanê bollywood tevlihevkirina hindî, farisî û ingilîzî ye. hun îngilîzî zanibin jî ez tewsiye nakim. me re fêm nake ji devokên hindîstaniyan. ha ev jî heye, ji ber farisî, temaşevanên kurd çend bêje û heveka ,karin fêmbikin. niha em werin tewsiya xwendina binnivîs: xwişk û birayên lîstikvanên hindîstanî pir lez û zû dipeyivin. di nav sanîyekê de paragfrafekî qalind û stûr kane, ji ber çevên we biherike û here. gotin ji min re…



f. rola jin û mêr : lîstikvanên jin wekî heyînekî xwedayî ye. kêmasiyên wan hêla estetîk hema tuneye. dibe ku hun ji xwe vê pirsa bipirse “hek wan mirov bin, ez çi me?” na, divê me re xwe wanî qebûl bikin ku em ne mirov in. em ji feza ne. * ez nikarim ji lîstikvanên mêr re tiştekî wanî bibêjim. aamir khanê ku ez di lîstikvanên bollywood de ji êdin pirtir hezdikim jî, hema bêjin zilamekî bi navînî ye. pir sempatîk in; lê xweş û bedewiya wan ne wek tîrên mirinê diavêjin in. karakterên baş pir şêrîn dibin lê ên nebaş dirba wan dişibe quna min. *dema ku zilamên wan dansê dikin, hun dikarin wan di hejandina gerdên an jî hilavêtina qunan de bibîne. aliyeke din zilam dikarin bigrîn. he çi qas em di civata ku dibêje girîna zilaman lewazî ye jî, fîlmên bollywood tersê vê nêrîn nîşan dide. seranserî jî girîn ji aamir kahana min re pir tê. aqsê Hollywood ku em pir caran dibînin kesên ku merivên nêzîk ên hev du jî hema qet hev du maçî nake, di bollywood de mirç mirça hev du ne. (îro di nav hin ciwanên tirka de, ku ew xwe wekî rojavayî dihesibînin, wekî ji sedama “ma em nêrmo ne”, hev du maçînakin * vê taybetiyê bollywood, gelê min tîne bîra min.



de bi her du çavê we maçî dikim *



not1: fîlmên dhobi ghat û talaash jî berhemên bollywood* e; lê hêla teknîkî karektera rojavayî hatiye çêkirin.

not2: nuha hat bîra min, ez dibêjim qey di fîlmê black de dans tune bû.



21.12.2013 20:49 ~2015.04.23 12:01 | biruya hayao miyazaki

2. her tÎm dans. de haydine:

alor on danse



19.02.2014 11:03 | cinorek

3. îmîtasyona hollywood ê ye. Fîlmê avare ne tê de fîlmê bollywoodê bi kêrî pênc pera nayên.



20.02.2014 02:30 | seydayê_peyvan

4. (bnr: awara)



20.02.2014 11:43 | nazim tolhildan

5. bollywooda aniha ne bollywooda rastî ye!!..



bollywooda rastî bollywooda 50-60 sal berê ye. tê bîra min fîlmen gelek xweş derdiket 50-60 sal berê ji boolywoodê. Fîlmên satyajit ray ên pir û pir serkeftî mesela.. an jî fîlma sholay a ku kopyaya fîlma c'era una volta il west Û hwd.. Ku hûn bixwazin tahma fîlmên baş ên boolywoodê bistînin herin 50-60 sal berê û heta hûn dikaribin venegerin. *



06.03.2014 21:33 | mergehez

6. (bnr: tê bîra min)

(bnr: 50-60 sal berê)

(bnr: tirşikvanên pîr)



06.03.2014 21:35 | simurg56

7. endutriya fîlman ya hindistanê ye ku 95% ji fîlmên wê hez nakim. Ev duyem sînemaye ku min terikandiye. Ya yekem jî ya fransiyan e * . Ji xeynî fîlmên pêşniyar kirî bala xwe jî nadimê.



27.11.2014 02:33 | berxweda

8. hema bêje sergo a sînemê ye.



27.11.2014 10:32 | nazim tolhildan

9. Hollywooda hîndîstanê ya.



Ez fîlmên bollywoodî zafinî ra hesnêkena, Xeynê my name is khan û 3 îdîots.



27.11.2014 15:09 | endazyar

10. sînemaya ku mîna navê xwe ye. hê nekarîne navek orjînal li xwe bikin, we çi hêvî dikir...



27.11.2014 18:55 | simurg56

11. sînemayê ji bo xwendekarên kurd ên zanîngehê re fîlma çêdikin *



30.11.2014 17:13 | rêzan

12. bi ya min gelek serkeftî ye lewre di bin bandaro klîşêyên sînemaya cîhanî de nemaye û di alîyê teknîk û senaryoyan de gelek afirîner û resen û orjînal e.



23.04.2015 00:02 | ceso

13. berê min jî tinaza dikir li ser qûna wan di keniyam min digo qet xweş çênakin xweş na leyzin ka evana jî artistin hetanî rojek kekê mehmet soylu min bir setê go were ez te bikim artist min got ê de yallah emçûn rola minjî tişkî bi qîmet bû û rehet bû. evana şevêqê hetanî nîvro bi minra hatin gadan meriv divêqey rehete ne rehete çêkirîn û filan û bivan hetanî meriv ne dinav tiştadave meriv nizana ji ber wî ez heyranê yılmaz güneyim werhasil bi çi kul û halî film kişandin gotin em bişînin trtê kû bêjin temame emê bidomînin lê evan kudikê weşa nehiştin ez bibim artist ji fîlimra ne gotin temame



23.04.2015 11:26 ~11:28 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bollywood

Kategoriyên mijarê:: jiyan sinema calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî