1. bernameyeke telefonên biaqil e ku mirov bi vê bernameyê dikare -bi riya înternetê- belaş peyam, vîdyo, wêne bişîne telefona hevalê xwe. |
|
22.06.2013 19:52 |
simurg56
|
2. bernameyekî pir kêrhatî ye . |
|
05.08.2013 00:54 |
brusk56
|
3. bernameya buye belaya serê min e. ji ber vê bernameyê bi zorê tê xwestin ku telefonek li min bidine kirîn. wey xwedêyo min ji van kesan rizgar bike. |
|
06.08.2013 02:04 |
azadixwaz
|
4. bernameya ku ger tune be, êdî tu kes bi te re nabe hezkirî . pêşîn ev tê pirsîn. ew qas giring e * |
|
06.08.2013 02:05 |
brusk56
|
5. nexwe bernameya "wey li min, wey li min" e. |
|
06.08.2013 02:09 |
azadixwaz
|
6. mijara medyaya sosyal ya îro ye. |
|
11.09.2013 10:13 |
simurg56
|
7. bÊHTIR DI NAV CIWANAN DE TÊ BIKARANÎN. TÊ GOTIN KU faCEBoOKÊ WahTASAPP BI 16 MILYON DOLARA KIRIYE. |
|
20.02.2014 02:37 |
seydayê_peyvan
|
8. bnr ; http://www.chip.com.tr/haber/gecenin-bombasi-whatsapp-artik-facebook-un_45521.html |
|
20.02.2014 09:44 |
hemokrates
|
9. bi reqemeka wusa hatiye firotin ku nivÎskarÊ mamoste hÊ şaş kiriye. tÊ gotin ku facebookÊ ew bi 16 bilyon (mÎlyar) dolara kiriye. ne 16 milyon. bila bi xÊr be. |
|
20.02.2014 11:47 |
cinorek
|
11. Facebookê bi 16 mîlyar dolaran wê kirîtiye. Bi rastî ji messengera Facebookê kêrhatîtir e û xweştir e. Lê belê, dîsa jî, meriv messengera Facebookê zaftir bi kar tîne. |
|
20.02.2014 11:56 |
tolazek
|
13. bernameya ku min gellek caran li telefona xwe bar kiriye û paşê ji ber ku jê aciz bûme min jê biriye. |
|
20.02.2014 16:17 |
oxir
|
14. bERNAMEYA KU BI TAYBETMENDIYA XWE YE ''DÎROKA HERÎ DAWÎ A HATÎ DÎTINÊ'' (SON GÖRÜLME) DIKARÊ SERÊ HINEKAN BI ÊŞÊNE. dEMA MIROV BI YEKÎ RE DERENGÊ ŞEVÊ BI RÊYA WHATSAPPÊ SOHBET BIKÊ EW DÎROK Û SEETA KU BI KESÊ KU AXAFTIN KIRÎ RE EŞKERE DIBÊ..kESÊ KU BIBÎNÊ MIROV BI HINEKAN RE SEET 3YÊ, 4Ê ŞEVÊ AXAFTIN KIRIYE BIVÊ NEVÊ MIROV GUMANA DIKÊ... |
|
20.02.2014 19:38 |
nan û av
|
15. bernameyek kêrhatî ye. ez bixwe taybetî ji bo şandin û standina wêneyan bi kar tînim. eslê xwe de gelek alternatîfên wê yên ji wê çêtir jî hene, lê ji ber ku ev ji hemûyan zêdetir populer bû, êdî herkes mecbûr dimîne ku wê bi kar bîne. |
|
20.02.2014 22:02 |
simurg56
|
16. bernameya ku vaye 3-4 saet e naşixule. |
|
23.02.2014 00:02 |
brusk56
|
17. ez hêvîdarim ku vê neşixuliya vê ziqqimê ne elameta tiştekî nuh û beredayî ye. NUHA DIVÊ EZ BI YEKê RE FLORT BIKIRAM. XWEDÊ zANE JI SERÊ wî ÇI TIŞTAN DERBAS DIBE nuha. ax marko ma gû hebû TU WHATSAPPÊ KIRÎ... ÇAVBIRÇIYA MIROVÊN MODERN XELAS NABE; NA YABO balo dest me nekin. |
|
23.02.2014 00:41 |
biruya hayao miyazaki
|
18. bernameyeke ku em dikarin di kombersê xwe de jî têkevin. pir hêsan e. ji vê lînkê bernameya bluestacks daxin: http://www.bluestacks.com/bstk-download-success-2.htm |
|
01.03.2014 13:52 |
mergehez
|
19. bernameya ku çima versiyona komputeran dernaxe, nizanim. belkî ji ber tunebûna nimroya telefonê ya komputeran be.. lê ez bawer in ev ne problemek mezin e. |
|
01.03.2014 13:56 |
simurg56
|
20. sepana ku taybetiya wê ya grup'ê gelek kêrhatî ye. |
|
24.05.2014 10:51 |
simurg56
|
21. sepana komên wê yên endamên wan zêde de pir peyam tên avêtin û dibe sedem ku hema tim û tim bibe vîtevîta telefonê. |
|
24.05.2014 12:11 |
azadixwaz
|
22. (bnr: sedema kirîna telefoneke biaqil) |
|
05.07.2014 09:49 |
azadixwaz
|
23. cireke min ê ne xweş heye ku ez her dixwazim ji tiştên popûler dûr bim. ji loma bernameya ku min li telefûna xwe bar nekiriye û bar nakim jî * |
|
05.07.2014 23:06 |
oxir
|
24. bernameya ne ji ber populerbuna wê lê ji ber sedemên meslekî hatî daxistin. |
|
05.07.2014 23:15 |
azadixwaz
|
26. Sepana buyî parçeyeke jiyanê. Edî bêyî wê jiyan aloztir e. |
|
01.02.2015 21:18 |
azadixwaz
|
27. di nav kurdan de piranî weke whatşap jî tê gotin. |
|
24.02.2015 22:12 |
simurg56
|
28. Bernameya herî ewle ya jîrfonan e. Ji ber ç? |
|
24.02.2015 23:57 |
xendekî
|
29. taybetmediyeke kêrhatî ya telefonan e, niha jî hewl didin ku vê bernameyê li gorî kombersê jî dîzayn bikin û li ser kombersê jî bixebite.. |
|
04.03.2015 00:10 |
ferhenga şikestî
|
30. di serdemên modern de, di navbera kesan de, piranî jî cotan de, alava têkilyê. |
|
04.03.2015 00:53 |
diclefirat
|
31. Bi taybetî taybetiya komê ya vê bernameyê gelek kêrhatî ye. êdî her kes ji xee re kom vedikin û axaftinên xwe li wir çêdikin an jî bangewaziyên xwe ji wir dikin.bi vî awayî bi peyamekî haya herkesî ji meseleyê çêdibe.. |
|
04.03.2015 07:58 |
brusk56
|
32. sepana niha êdî bi wê axaftina bideng jî dikare bê kirin e. hema li ser ekranê wextê tiştek tê nivîsandin pêl li işareta telefonê kirin bes e, yekcar derbasî axaftina bideng dibe, pir kêrhatiye wileh. |
|
31.03.2015 21:59 |
azadixwaz
|
33. (bnr: mala xwedê ava) |
|
31.03.2015 23:14 |
xendekî
|
34. xweş bername ye lê êdî êdî dibe bela. yaw bi taybetî piştî ev komên di whatsapp ê de ev qas berbelav bûn êdî serê xulekekê peyamek tê. mirov nikare nîv saetan telefona xwe dane erdê. |
|
31.03.2015 23:28 |
brusk56
|
35. (bnr: bikaranîna lêgerîn di şûna telefonkirinê de) |
|
01.04.2015 01:59 |
dijber
|
36. nizanim ev çi ye |
|
01.04.2015 14:34 |
bijêrvan
|
37. bernameya ku tê gotin wê dimek zû de taybetiya axaftina bidîmen jî biweşîne. |
|
24.12.2015 22:18 |
simurg56
|
38. bernameya ew yek tirşik dido navê şarjê bi meriva nahêlin, bernameya jî rîyê wêda çend deqê carkî ji sîstema tirşikê têm avêtin, sepana dema lazim dibe bardikim wekî din dibêjim rave! rav ! çevê min bite nekebe.. nahêlim deqekî li ser telefonê bimîne. |
|
24.12.2015 23:45 |
shorbevan
|
39. (bnr: web.whatsapp.com) |
|
28.12.2015 20:18 |
simurg56
|
40. Tango hezar carî lé çétire. |
|
29.12.2015 13:28 |
medovskî
|
41. di nava bernameyên peyaman de hê jî herî populer ev e.. |
|
03.01.2016 13:31 |
ferhenga şikestî
|
43. bernameya ku ev çend roj in îmana min jê çû. ji ber ku nehatiye rojane kirin venedibû. paşê min jî bi temamî ji têlefonê rakir da ku ji nû ve bar bikim. lê niha jî nikarim bar bikim. |
|
15.10.2016 13:25 |
nazim tolhildan
|
44. sepana ku bi ligel hebûna înternetê jî naxebite. piştî 04.10.2016 binçavkirina parlamenterên hdpê li bakur û tirkiyê înternet hat sînorkirin. ji ber wê jî whatsapp niha naxebite |
|
04.11.2016 14:48 |
mergehez
|
45. li cem min jî nedixebitî, dema dixebitî jî baş nedixebitî carinan qut dibû. |
|
04.11.2016 21:51 |
xwedêda
|
46. hê jî naxebite.. |
|
05.11.2016 11:41 |
bûtîmar
|
47. yek ji sepanên kêrhatî ye; dewletê li gor gotina binali yildirim ji ber ewlehîyê sekinandiye, hinekî jî kêm kirine. li gor sazîya dewleta tirk jî ji ber lawazîya înternetê ya giştî ye. lê mesele wek serokwezîrê wa gotî ji ber ku parlementerên hdpê hatin girtin hemû ev e. |
|
05.11.2016 13:32 |
xendekî
|
48. ev çiye yahû? |
|
05.11.2016 17:22 |
xwedêda
|
50. (bnr: 16.11.2016 lêgerîna vîdyoyî ya whatsappê) |
|
17.11.2016 09:16 |
xendekî
|
51. ji me ser xêrê be, whatsappê dest bi vîdyoyê jî kir. Bi xatire skypeyê |
|
17.11.2016 09:37 |
kerboran
|
52. bernameya ku wê di darbeya bê ya tirkiyê de, şûna facetime'ê bigire û tirkiyê ji darbeyê xelas bike. |
|
17.11.2016 09:49 |
simurg56
|
53. Hatiye rojanekirin. Ferqa wê û snapchat ê nemaye. Hew ev ji me kêm bû. |
|
24.02.2017 02:51 ~02:52 |
biaqila malê
|
54. guheriye lê bi ya min ne problemeke ewqas mezin e, ger li hesabê we neyêt hûn ne mecbur in li wÊneyên ku hatine parvekirin binêrin. |
|
24.02.2017 15:53 |
ferhenga şikestî
|
55. Sepana ku kirasê instagram û snapchat 'ê li xee kiriye. Ji binî Ne hewcebû. Ida ji Armanca xwe bihûrî û wê xwîna (wextê) mirov bimije. |
|
25.02.2017 02:22 |
gumgumok
|
56. Guyê xwe li whatsapp ê jî kirin ser xêrê be! |
|
25.02.2017 18:08 |
xwelî li ser
|
57. Di malpera wergerê de zimanê kurdî nîna. |
|
14.04.2017 21:44 ~21:45 |
cûndûllah el-kurdî
|
58. Topa ûris lê keve . Xêrên wê xirabiyên wê kêmtir in. |
|
26.09.2017 23:33 |
robar cilo
|
59. mixabin kurdan dipişivîne (asîmîle dike), kurdên ku her dem bi hev ra bi kurdî xeber didin, gava tê ser whatsappê ji hev ra bi tirkî dinivisînin, ji ber vê yekê çêtir e mirov peyama dengî bişîne. |
|
26.03.2020 07:35 |
afa
|
60. App'a ku min jê birîye. Ser ê min rehet bu. Her gav min dixistin koma. Rewşa kesikî jî nama dibinim. Instgram jî jê birim. Pêşnîyarî we dikim hûn jî jê bibin. |
|
02.04.2020 00:56 |
dilreş
|
61. Sepana ku li gor gotûbêjan taybetiya dinivîse, çalak û çalakbûna dawî rakirine. Mirov çalak e, yan dinivîse-nanivîse xuya nake. |
|
19.06.2020 21:22 ~2020.06.20 01:35 |
kajav
|
62. Piştî vebizava dîsa hat serast kirin. Bi min nûjena nû jixwe tiştekê elo tewşo bû. |
|
19.06.2020 22:58 ~22:59 |
yûsiv
|
63. sepana ku îro serê sibehê li ser me girtiye û bi çavên xew peymaneke bi me da ye qebûl kirin. |
|
07.01.2021 17:36 ~17:37 |
merwano
|
65. sepana ku hejmarekî mezin yê bikarhêneran dev jê berdaye. gelek kes derbasî telegram an signalê bûn. |
|
07.01.2021 23:59 |
hueyn
|
66. min bê ilimê xwe qebul kir.karên min Whatsapp ê tine bana min zude jê bira. |
|
08.01.2021 00:40 |
dilreş
|
67. aniha hemû çapemeniya tirka dibên whatsappê berdin û bipa turkcellê daxin :D ez dikarim vegerim whatsappê lê dîsa qirşikê va jî bi kar nayênim. |
|
10.01.2021 20:20 |
hueyn
|
68. sepana ku ji xwe agahiyên me bi facebook û paltformên din re parve dikir lê piştî ku xwest vê yekê bi awayek legal çêke, bû hedefa êrişan. ya mereq dikim çima qebûlkirina paymanê ji ewropayê re şert nîn e lê welatên din re şert e? |
|
10.01.2021 23:00 |
xelîl
|
69. bernameya ku rêbaza nihînîtiyê (privacy policy) welatên Yekîtiya Ewropa nahewîne. ji ber ku li ewropayê saziyên parastina daneyê hene û li şûna yekîtiya ewropayê bazariya dikin. yanî whatsapp newêriya van rêbazan bi welatên ewropayê bide qebûlkirin. |
|
11.01.2021 00:05 |
hueyn
|
70. nexweş e. |
|
10.02.2021 22:19 |
hueyn
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |