Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
whatsapp - tirşik
whatsapp
(12) (4) (9)
di mijarê de bigere

20. sepana komên wê yên endamên wan zêde de pir peyam tên avêtin û dibe sedem ku hema tim û tim bibe vîtevîta telefonê.



24.05.2014 12:11 | azadixwaz

21. (bnr: sedema kirîna telefoneke biaqil)



05.07.2014 09:49 | azadixwaz

22. cireke min ê ne xweş heye ku ez her dixwazim ji tiştên popûler dûr bim. ji loma bernameya ku min li telefûna xwe bar nekiriye û bar nakim jî *



05.07.2014 23:06 | oxir

23. bernameya ne ji ber populerbuna wê lê ji ber sedemên meslekî hatî daxistin.



05.07.2014 23:15 | azadixwaz

24. Bernameya ku êdî şûna wê (bnr: viber) ê bikar tînim.



24.11.2014 03:04 | xendekî

25. Sepana buyî parçeyeke jiyanê. Edî bêyî wê jiyan aloztir e.



01.02.2015 21:18 | azadixwaz

26. di nav kurdan de piranî weke whatşap jî tê gotin.



24.02.2015 22:12 | simurg56

27. Bernameya herî ewle ya jîrfonan e. Ji ber ç?

Ji ber ku ev bername qeydên xwe, peyamên bikarhênerên xwe nade dewletan. Gelek dewlet ji ber vê dixwaze whatsappê asteng bike. Herî dawî serokê inglîstanê digot terorîstên bûyerên xirab dikin bi vê bernameyê dixebitin, ji ber wê ji whatsappê hin tişt xwestibûn lê whatsappê nedabû.



niha 700 mîlyon bikarhênerên wê yên çalak (aktîv) hene. ev hemû jî ji ber vê taybetiya wê ye.



24.02.2015 23:57 | xendekî

28. taybetmediyeke kêrhatî ya telefonan e, niha jî hewl didin ku vê bernameyê li gorî kombersê jî dîzayn bikin û li ser kombersê jî bixebite..

ji xeynî şandina peyaman bi kêrî tiştên din jî tê, mariv pê wê dikare mûzîk, wêne, video bişîne û dengê xwe qeyd bike bişîne.

piştî vê bernameyê mal li sms'ê şewitî û qurretiya ipone'yê ya ku ji telefonan mûzik û wêne falan nedigirt jî hilweşiya

piştî vê bernameyê tu girîngiya bluetooth'ê jî nema, mariv pê wêya hêsantir dikare tiştina bişîne



04.03.2015 00:10 | ferhenga şikestî

29. di serdemên modern de, di navbera kesan de, piranî jî cotan de, alava têkilyê.



04.03.2015 00:53 | diclefirat

30. Bi taybetî taybetiya komê ya vê bernameyê gelek kêrhatî ye. êdî her kes ji xee re kom vedikin û axaftinên xwe li wir çêdikin an jî bangewaziyên xwe ji wir dikin.bi vî awayî bi peyamekî haya herkesî ji meseleyê çêdibe..



04.03.2015 07:58 | brusk56

31. sepana niha êdî bi wê axaftina bideng jî dikare bê kirin e. hema li ser ekranê wextê tiştek tê nivîsandin pêl li işareta telefonê kirin bes e, yekcar derbasî axaftina bideng dibe, pir kêrhatiye wileh.



31.03.2015 21:59 | azadixwaz

32. (bnr: mala xwedê ava)

sepana ku herî dawî taybetiya lêgerînê anî. heta niha tenê ji bo peyam nihêrtinê sepana herî xurt bû, niha îcar mirov dikare lihev jî bigere. Va salek bû behsê dikirin dawiya dawî hat. Bixêr hat.



31.03.2015 23:14 | xendekî

33. xweş bername ye lê êdî êdî dibe bela. yaw bi taybetî piştî ev komên di whatsapp ê de ev qas berbelav bûn êdî serê xulekekê peyamek tê. mirov nikare nîv saetan telefona xwe dane erdê.

weke mînak di whatsapp a min de ji bo maçên halisahayê komek, komek ji bo hevalên me yên intern, komek ji bo koma me ya stajê, komek ji bo pismam û dotmaman, komek ji bo hevalên nêzik ..



eslê xwe de derfetek zêde zêde xweş e. hemû kom jî gelek kêrhatî ne û karê mirov gelekî kurt dikin. lê ev derfet bi xwe re peyamên vala jî tîne ku ew jî wextê mirov distîne..



31.03.2015 23:28 | brusk56


35. nizanim ev çi ye



01.04.2015 14:34 | bijêrvan

36. bernameya ku tê gotin wê dimek zû de taybetiya axaftina bidîmen jî biweşîne.

agahiyek fermî tune, çavkaniya nûçeyan jî ev malepra bi elmanî ye: Here lînkê



ger ne di demek nêz de be jî, wê rojekê bêguman ev taybetî jî were. jixwe di gelek bernameyên din de heye.



24.12.2015 22:18 | simurg56

37. bernameya ew yek tirşik dido navê şarjê bi meriva nahêlin, bernameya jî rîyê wêda çend deqê carkî ji sîstema tirşikê têm avêtin, sepana dema lazim dibe bardikim wekî din dibêjim rave! rav ! çevê min bite nekebe.. nahêlim deqekî li ser telefonê bimîne.



24.12.2015 23:45 | shorbevan

38. (bnr: web.whatsapp.com)



28.12.2015 20:18 | simurg56

39. Tango hezar carî lé çétire.



29.12.2015 13:28 | medovskî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol