Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 11 peyam
    pîlonîdal sînus - tirşik
    pîlonîdal sînus
    (2) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. nexweşiyeke pîs e. piranî bi mirovên zêde pirço çêdibe û piranî li cihên pirço yên mirov peyda dibe, li her derê mirov çî îhtîmala çêbûna wê heye, lê herî zêde li ser hestîqûna mirov çêdibe. (regio sacralis).
    sedema vê yekê ew e ku du çermên mirov digihin hev û li vir ber bi jêr ve hêzeke mijandinê peyda dibe ku pirçan dikişîne xwe.

    cara ewil sala 1880an de ji aliyê hodges ve hatiye vegotin. sedsala borî derbarê sedema vê nexweşiyê de gelekî gûftûgo hatine kirin bê ka gelo ev nexweşî genetîk/irsî ye an bi tesîra derdorê derdikeve holê. îro êdî ji aliyê gelek kesan ve hatiye qebûlkirin ku sedema mezin ne genetîk e lê tesîrên derdorê û jiyana rojane ye.
    nexweşî cem mêran ji jinan 3-4 qet zêdetir tê dîtin. sedemên vê yekê jî ew in ku li mêran pirç him zêdetir in him jî pirçên heyî stûrtir in. nexweşî li reşikan hema bêje qet nayê dîtin. ji ber li laşê reşikan pirç û mû gelekî hindiktir in. herî zêde navbera salên 15-35 de tê dîtin. piştî sala 45ê êdî zêde nayê dîtin.

    pirçên ku dibin sedema nexweşiyê eslê xwe de ne pirçên saxlem in lê piranî pirçên ki ji beşên din yên laşê mirov weşîne û hatine vê deverê, ne. pirçên li laşê mirovan, mîna dara qaj e, yanî li her du aliyên wê niçikên wê hene û ji ber vê yekê dema serê wê di çermê mirov re biçe, êdî nikare jê derkeve û tenê ber bi alê hundir ve dikare bilive. li hemberî van pirçên ku ji çermê mirov derbas bûne, li wê deverê reaksiyona medeya biyanî pêk tê û ev yek jî dibe sedema edab û enfeksiyonê û ev der hinekî diwerime, sor dibe, diêşe û dawiyê de dibe apse û paşê ji derekê vala dibe û edab diherike.

    hinek xalên ku çêbûna nexweşiyê hêsantir dikin;
    - pirçobûna laşê mirov
    - teng û kûr bûna qelşa hestîqûnê û ji ber vê sedemê zêdebûna hêza mijandinê ya ku pirçn weşiyayî dikişîne xwe.
    - wextekî dirên şil mana çermê mirov yê vê derê
    - li ser çermê mirov hebûna birîn, derz û skarê
    - zêde rûniştin
    - baş nebûna hijyenê

    ger nexweşî zêde ne mezin be û jiyana mirov zêde zehmrt neke, tedawî ne lazim e. ger nexweşî mirov aciz bike û aktîf be, wê demê divê pêşîn bi bikaranîna antîbîyotîkan û paqijkirina vê derê, îltîhab were ziwakirin û paşê nexweş dikare were emeliyatkirin. ji ber ku dema enfeksiyon hebe, emeliyat were kirin jî îhtîmala dubarekirina wê zêde dibe.

    ji xeynî emeliyatê vebijêrka tedawiyê ya herî belave, bikaranîna fenol e. vê tedawiyê de devê sînûsê tê firehkirin û hemû pirç jê tên paqijkirin. paşê 2-3 ml fenola %80î tê berdan nava sînûsê. armanca vê tekê ew e ku fenol hundirê sînûs îrrîte bike û bibe sedema granûlasyonê/ji nû ve tijebûna vê valahiya sînûsê ya bi goşt. weke din tedawiyên weke koterîzakirina hundirê sînûsê, kryoterapî, alkol jî hatine ceribandin.
    îro cerrahî weke tedawiya herî serkeftî tê dîtin û tê çêkirin.

    lê tedawiya cerraahiyê jî ne standart e. gelek alternatîfê emeliyatên vê nexweşiyê hene.
    hinek ji wan: fîstûlotomî û kûretaj, eksîzyona sînûsê + marsupîalîzasyon, emeliyata bascom, eksîzyona sînûsê û girtina prîmer, emeliyata karydakîs, eksîzyona sînûsê û grefta çermê, girtina kleftê, prosedûrên flep, fleba z-plastiyê, fleba v-y plastî, plebên rhomboîd, emeliyata limberg û hwd.
    ji van emeliyatan, li tirkiyê herî zêde karydakîs û eksîzyona sînûsê + girtina prîmer, eksîzyona sînûsê



    2013.12.22-13:12 [guhertin:2017.11.18 09:02]| simurg56

    2. di wîkîpediyayê de jî û di çend ferhengên îngîlîzî de jî navê vê nexweşiyê bi Îngîlîzî wek ingrown hair tê qebûlkirin.. min li ser hesabê xwe yê facebookê û di koma zimanê kurdî de navê bi kurdî yê vê nexweşiyê da ber pirsê.. bersivên li ser pirsa min hatine:



    camêrekî ji bajarê seqîza rojhilatê kurdistanê gotiye موو لە گۆشتدا چوون / mû le goşitda çû..

    camêreke din ku bi xwe jî nivîskarê tirşikê ye gotiye bi Kurmancî zivirîna mûyê an êşa boçikê û Bi zazakî jî dibêjin mûy badaya..

    camêreke din gotiye em li dêrikê jê re dibêjin mû li ber geriyaye..

    û dÎsa camêrekî gotiye kînor û mû çep ziviriye..



    pirs hîn jî bi dîwarê miv daleqandiye eger bersivên nû werin ez ê bi ser vê peyama xwe ve bikim..

    lê bi qasê ku dixweye peyveke yekser di kurmancî de ji bo navê vê nexweşiyê nîne.. kînor, kunêr e û ne heman nexweşî ye.. wekê din pêşniyar tunebin eger bi dilê min peyva mûgerînk ê mirov dikare bikar bîne..



    2013.12.22-18:27 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pîlonîdal sînus

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî