Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    35 mijar û 52 peyam
    skype - tirşik
    skype
    (1) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. bernameya axaftina demildest. yanî ya chat'ê. berî demekê ji aliyê micrisoftê ve hat kirîn.

    bernameyek serkeftî bû lê piştî kirîna microsoftê êdî ji ber reklaman tama wê kêm bû.

    van rojan kampanyayek çêkiriye û endamiya belaş ya ji bo bikaranîna profesyonel û bêreklam belav dike; https://collaboration.skype.com/promotion/



    2013.12.22-14:29 | simurg56

    2. hê jî nizanim ferqa wê û msnê anku messengerê çi ye..



    2013.12.22-14:46 | endazer

    3. bernameya ku ji aliyê axaftina bidîmen ve, ji msnê gelekî serkeftîtir e.

    berî ku microsoft bikire jî min skype bi kar dianî. ji ber ku him tê de reklam meklam tune bû, him jî axaftina bidîmen de qutbûn çênedibûn û veguheztina dîmenan biqalîtetir bû. ji aliyê din ve ger mirov kontor bikire, dikare bi vê bernameyê telefonê jî bike telefonên bêrikan û yên malan. tabî êdî ev ne lazim e. lê berê, gelek kesan bi saya vê bernameyê bi bûhayeke biçûk axaftina navnetewî dikir.



    2013.12.22-15:04 | simurg56

    4. programê ku ev nêzî sê meh e nikarim bi kar bînim. min ji kompîtur paqij kir, carde bar kir. nebû. min versîyona kompîtur zêde kir, şukir ku vê gavê şixûlî. lê vê carê jî tomarker* heta ji koşekekî diçe koşeya din, meleyê me yê li ser jin ranabe, avdesta xwe ya xuslê digre, azana xwe dide û serê xwe datîne erdê... çav kwîr bûyê... te'm nehişt, mecbûr mam ku carde pajij bikim û min dest bi jiyana xwe ya bê skypeê kir.

    -zêdeyşina piştî nizanim çend salan a mecbûrî: serastkirina çend xeletiyên rêzimanî -helbet ergatîv-ergatîvicusan. *



    2013.12.22-18:04 [guhertin:2019.11.26 21:31]| biruya hayao miyazaki

    5. ji wan tiştan e ku jê bîhna nostaljî tê .



    2018.02.09-12:16 | umed

    6. bernameya ez bi kar nînim lê ji ber qelîteya wê gelek caran dibihîsim ku gelek kes dersên online li vir didin, ew jî nîşaneya qelîteya wê ye.



    2019.11.25-00:15 [guhertin:2019.11.25 00:42]| berxweda

    7. Bernameya ku ez li serê dersên Kurdî didim.
    Bi şeref ji Mosko heta Tel avîvê, heta Londrayê heta Belarûsê dikşîne, weke ciya min gotî weke eynikê ye*



    2019.11.25-00:41 | gulêê

    8. wekî gotineke navdar dibêje, all gay people are on skype, always baby. tu carî qîmeta xwe winda nake. piştî serkeftina whatsappê, guhertoyeke lite derxist bo telefonan ku ji guhertoya xwe ya fermî siviktir e. lê ji ber ku xwe bi jixweberî girê dide têkilîdêrên telefonê mîna whatsappê, divê çavlêyan piçek hay ji xwe hebin. mirov naxwaze tiştên nexwe bijîn. *



    2019.11.25-23:09 | biruya hayao miyazaki

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    peyvên xwedî nivîseke karîzmatîk [2]
    (bnr: xwê) yekî tirk xwe bikujê jî nikare vê peyvê bixwîne. Ev qarîz...
    pozê çeko [1]
    ji alîyê Cizîra Botan ve dema mirov li Çiyayê cudî dimeyzêne l...
    polîsê baş polîsê xirab [1]
    yek ji lîstika polîsan e. gava ez xwendekar li ofîsa Amedê standa part...
    nanê xwe xistin nav tûrika yekî [1]
    nanê xwe xistin nav tûrika yekî Bavkalê min vê biwêjê gelek...
    emoji [2]
    (bnr: cesoyê rûtirş) (bnr: cesoyê devbiken) (bnr: cesoyê xemgîn) (b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » skype

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî