Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
greva nenivîsandine - tirşik
greva nenivîsandine
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bizavek ecebê lê belê ji ber ku di bin mijaran de dijûn û heqaret zede dibin ezê ji îro pêde 5 rojan di tirşikê de tişteki nanivîsim.Ser xêrê be.(bnr: di tirşikê de greva yekemîn)



22.12.2013 16:32 | karmatî

2. greveke bêwate ye ji ber dişibe tiştekî wisa ji ber ku xwedê jiyaneke baş nedaye te tu jî êdî najî, an ji ber ku xwarin nexweş e tu jî nema dixwî, an ji ber ku rojekê ezmûneke te nebaş bû tu jî nema dixwînî an jî ji ber tirşikvanekî çêr û dijûn dan tu nema dinivîsî.

(bnr: gefxwarin ne çare ye)



22.12.2013 16:36 | dijber

3. prostetoya ku ger şûna wê "kampanyaya nivîsandina peyamên tije agahî, nêrîn, kurdî û rêzdar" were çêkirin, wê baştir be.



22.12.2013 16:40 | simurg56

4. (bnr: gelo wê sendikaya me jî bê avakirin)

greva ku divê ne bi nenivîsandinê lê bi nivîsandina mijarên têra xwe tijî û kêrhatî bê kirin.



22.12.2013 16:59 | ceso

5. grevek neserketî ye û di roja sêyemîn de ji bo ricaya konseya rêveber ya tirşikê hatiye qedandin. Ez her tim serkeftinê ji gelê me re,biteybetî ciwanên me û rewşenbîrên mere dixazim.Dema ez dibînim ku ew rewşenbîr û zanayên me ji ber hesûdî ,daxwza mezinatî ye ,diktatorî û îdeolojîyen pûç û betal nîqaş, dijûn û heqaretan dikin ez gelleki pê aciz dibim.Ez ji vir bang û hêvî dikim kesen ku dixwaze dijûn û heqaretan bike bila here di ekşî yê de dile xwe rehet bike û bizivirê were di tirşikê de weke camêrekî binivîse.Ji ber ku sa û çeqelên di ekşî ye de her roj herî hindik mijarek hemberî kurdan de vedikin û dile xwe yên pîs û bêhnpêketî di wêderê rehet dikin.(bnr: Şûna em xwe bi xwe bixwûn emê herin wan bixwûn)



24.12.2013 11:49 | karmatî

6. greva niha li dar e ye. 7 kes di tirşikê dene lê tenê du kes dinivîsin *





07.02.2015 23:10 | berxweda

7. greva ku dîsa dest pê kiriye :(
ev nêzîkî heftîkê bêhtir e ku nivîsakrê giredayî û dinivîsin ji 4-5 kesa nabihurê, bi vê yekê motîvasyona yên mayî jî her diçe kêm dibe ku ez jî yek ji van kesê bê motîvasyon im.

Nîşe: ez ne di grevê de me *



03.06.2021 19:33 ~23:09 | merwano

8. Ne grev e, grev ji pêvajoyeke protestoyê ye lê rewşa ku tirşik aniha têde ye ne ji ber tevger û helwesteke qestî ya nivîskaran dihê pê.
Normal e yanî carûbaran ez jî bi mehan nayêm. Kar û halê dinyayê ye mirov her wext bi xwe re nabîne were û bi saetan tiştan binivîse.
Xalîbûn bi giştî problemeke kronîk ya li ser xebatên kurdî ye. Potansîyela heyî ev e heyran.



03.06.2021 22:59 | ferhenga şikestî

9. Çalakiya ku bo were kirin çi sedemek li holê tune. Lê bawer dikim ku vejena(energy) hin nivîskaran li hev nake. Yanê dema hin nivîskar aktîf dibin, hinek nivîskar pasîf dibin û talî hemû pasîf dibin. Heye ku yek ji sedemên vê buyerê balnekişandina mijarên hatine vekirin be. Weke mînak û nimûne: hinek kes bi wêjeyê têkildar in, hinek bi teknolojiyê û bernamesaziyê, hinek bi siyaset û polîtîkayê re têkildar in. Dema ev cûre nivîskar di rojevê de mijareke ku bala wî bikişîne nebîne, tavilê ji moda nivîsandinê dikeve.

Axirî divê em realîte û qapasîteya tirşikê bipejirînin û xwe belheq newestînin. Geşkirina malperekî bi çend kesa nabe. Divê mirov ji demê re berde û qe nebe bi istiqrar karibe rojê an heftê çend peyamê xwe binivîse û xwe bide alî. Wekî din nivîskar jî dejenere dibe.

Axir, temiya minî nacîzane li nivîskarên ezîz: mirov di çi de pir tûjitî û zêdegavî bike, paşê jî ewqas jê sar dibe û dûr dikeve. Her tişt bi hemdê xwe xweş e. Tu kar bi zorê nabe. Ji loma divê mirov zorê jî medê.



03.06.2021 23:06 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» greva nenivîsandine

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî