Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 17 peyam
    mihemed pêxember - tirşik
    mihemed pêxember
    (4) (1) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. mihemed, di sala 571 de li mekkê ya erebîstanê hatiye dinê û di sala 632 de li medînê xatirê xwe ji dinyayê xwestiye. avakerê dînê îslamê ye û li gor bawermendên misilman pêxemberê xwedê yê herî dawî ye.



    xwedê di sureya qelem de pêxember bi me wiha dide naskirin.



    Bi navê xwedayê ku rehman û rehîm e

    1- nun, bi qelemê û bi ya ku rêz bi rêz tê nivisîn

    2- bi qenciya ku xwedayê te li te kiriye tu ne dîn î

    3- bêguman perûyeke bêqedîn û bêqûtbûn ji te re heye

    4- û tu li ser exlaq û rêwiştekî pirr mezin î

    5- tu ê bibînî û ew ê jî bibînin

    6- ka kî ji we dîn e

    7- xwedayê te çêtir dizane kî ji rê derketiye û kî di rêya rast de ye

    8- vêca tu bi gotina derewkeran meke

    ...

    15- dema ayetên me jê re dihatin xwendin digot ew çîrok û çîvanokên berê ne

    16- em ê mohrekî li ser pozê wî bixin

    ...



    3- dev ji wan berde bila bixwin vexwin û kêf bikin û bila li pey hêviyên xwe herin, jixwe rojek ew ê bizanin

    ...



    35- ma ew ji tu tiştî çêbûne, an jî wan xwe çêkiriye

    36- ma erd û esman wan çêkiriye, na! a rast ew naxwazin bawer bikin.

    ...



    2013.12.23-00:20 [guhertin:2015.06.23 10:56]| ceso

    2. mihemed şarman jî heye.



    2013.12.23-18:32 | zerozero

    3. dûa û slav bibe li ser wî !



    2014.01.08-01:48 | pispor

    4. fîlozofêkî zana yê ereb, ê ku çîrokên di pirtukên din ên filleh û cihuyan û di çanda paganan de daye hev û pirtukakî nû ya ku li serê rojhilata navîn buye bela ava kiriye. gelek îbadet û esasên bawerîye yên di ola wî ya nû de ji çand û olên din ên derdora nivgirava ereb ve hatine berhev kirin. bi teybetî li adetên şaristana misrê meyzênin, hûne tişten gelekî nas bibînin.



    not: ev peyam ji alîyê şeytên ve hatiye nivîsandin. ji ber selametîya bawerîya xwe piştî ku te peyam xwend komputera xwe bişewiTîne.



    2014.01.08-17:02 | saladin

    5. derbarê wî û aligirên wş yê vê serdemê gelek dikare were rexnekirin.

    lê jê were bawerkirin jî neyê bawerkirin jî;

    şoreşgerek e. him jî belkî şoreşgerê herî mezin yê dîrokê be.

    ne paşverû ye; tu kes nikare bêje ku civaka xwe paş ve biriye. berevajî, gelek waran de civaka xwe pêş de biriye.



    ji ber van sedeman were bawerkirin jî neyê bawerkirin jî yek ji şexsiyetên dîrokî ye ku heta dawiyê rêzgirtinê heq dike.



    niha hûn dikarin bawermendên wî bi kêfa dilê xwe rexne bikin...



    2014.01.09-22:42 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çûna kar bi duçerxeyê [2]
    tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxey...
    te îroj ji bo kurdî çi kir [1]
    Ez ketim tirsik.net'ê. Min çend hevokên kurdî nivîsî.(Wey xwed...
    blues [2]
    Van salên dawî de li muzîka kurdî sor bûye ev cûreya muzîkê. Ez dibêm ...
    blues [1]
    Piştî ferit sevîm min hinekî din bala xwe da muzîka Blues. Hel...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [1]
    De hema bila bikeve. bikeve kû dê bila bikeve. Ew asteroîd çi astero...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mihemed şêxo
    » pêxembêr têne kuştin, şehîd têne pîrozkirin

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî