1. mihemed, di sala 571 de li mekkê ya erebîstanê hatiye dinê û di sala 632 de li medînê xatirê xwe ji dinyayê xwestiye. avakerê dînê îslamê ye û li gor bawermendên misilman pêxemberê xwedê yê herî dawî ye. |
|
23.12.2013 00:20 ~2015.06.23 10:56 |
ceso
|
2. mihemed şarman jî heye. |
|
23.12.2013 18:32 |
zerozero
|
3. dûa û slav bibe li ser wî ! |
|
08.01.2014 01:48 |
pispor
|
4. fîlozofêkî zana yê ereb, ê ku çîrokên di pirtukên din ên filleh û cihuyan û di çanda paganan de daye hev û pirtukakî nû ya ku li serê rojhilata navîn buye bela ava kiriye. gelek îbadet û esasên bawerîye yên di ola wî ya nû de ji çand û olên din ên derdora nivgirava ereb ve hatine berhev kirin. bi teybetî li adetên şaristana misrê meyzênin, hûne tişten gelekî nas bibînin. |
|
08.01.2014 17:02 |
saladin
|
5. derbarê wî û aligirên wş yê vê serdemê gelek dikare were rexnekirin. |
|
09.01.2014 22:42 |
simurg56
|
6. Sax bana bi gota '' umetê min çi halî de ye'' |
|
10.04.2020 22:38 |
dilreş
|
7. muhammad the messenger of god çi fîlmek şêrîn e yaw. faris ji sînemayê, nivîsandina honakan û vegotina lehengan fêm dikin. |
|
10.04.2020 23:21 |
biruya hayao miyazaki
|
8. Mêrê sêzdeh jin û gelek cêrîyan e (cêrî jinên xulam) |
|
11.04.2020 01:27 |
afa
|
9. Mihemed pêxember çar jinan zewicî ye lê zarokên wî jin kê tennê çêbû ye. |
|
11.04.2020 02:07 ~02:08 |
dilreş
|
10. dîneke ne hevpar jî hebûn e wek çawa (bnr: ziman hebûn e). |
|
11.04.2020 02:17 |
brzn
|
11. Gellek cara min diye ku mirov dibêjin, Mihemed şoreşgerekî mezine Û wî civaka xwe pêş de biriye. |
|
11.04.2020 13:27 |
f
|
12. Ku bê bawer kirin jî û neyê bawer kirin jî, heta neka jî bi sed milyonan şopgerên wî hene. Ev jî serkeftineke pir mezin e. Lê di nava Misilmanan da ehmeq û bêedalet, faşîst û zalim jî gelek in mixabin, vê yekê jî dizanim. Bi taybetî jî kurdên misilman divê hişyar bin û weke miletên dora xwe, giringîyê bidin neteweya xwe. |
|
11.04.2020 13:42 ~13:43 |
xabûrî
|
13. li cem éreba keçik pişti kamil dibûn émrê wan dihat jimartin (gava cehaletê) |
|
11.04.2020 15:02 ~15:06 |
shwinsherm
|
14. Wê derê hemî bê bawer kom bû ye. Kî çi bawer dike min eleqadar nake lê 1,5 milyar bawermendê wî hene. Lê mirovek wusa baqil û jîr nehatiye dinyayê. Heger tiştên hûn dibêjin raste gelo çava quranê nivîsandin? Zimanekî edebî kesik wek wî ne nivîsandinî ye wê çaxê. Gelo wîya ne pêxemberê xwedê be çîye? Gelo gerdûnê hatîye ew tiştên zan e û du xwe hazar mirov qane kirî ye. |
|
11.04.2020 15:32 ~15:35 |
dilreş
|
15. Mîjarên ku dibe sedema kêmbûna hejmara tirşikvanan |
|
11.04.2020 16:12 |
brzn
|
16. Damezrînerê ola îslamiyetê ye. Baş ne diyar be jî li gor hin kesan di sala 571 an de ji dê û bavek ereb hatiye gerdûnê. Di ciwaniya xwe de digel mamê xwe bi karwana bazirganî kiriye. Ji ber karê xwe li gelek bajaran geriya ye û gelek ol, nijad, mirov , çand dîtiye û nas kiriye. |
|
11.04.2020 17:38 |
tîrêj zana 21
|
17. fexra kaînatê, roniya çava, mirovek ku êdî hew dibe nav li serê pêxembere pêxemberê pêxemberan, derê xeybê di 40 saliya wîde li serpiştê bûye jêre do, pêr îro, û sibehê tev dîtiye wê çi bibe çi bi qewime û çi qewimiye zanibûye jiber sirên îmtihanê veşartiye gotiye "tiştên ez zanim û ez dibînim we bi dîta weyê bixwede birîta we êdî ken li ser lêvên xwe nedidît.." ji alemêre rihmet bûye mirova hişyar kiriye gotiye xwe zexm bigrin li ber bayê şeytan neçin, bawer bikin, sebirbikin sebra xweda, û gotiye emê bihevre bîbînin.. |
|
11.04.2020 23:29 |
telebê hz mêdî
|
18. (bnr: allahume selli ela seyidina mihemmed) |
|
12.04.2020 00:53 |
de facto hozan
|
19. tiştên rast hinek talin |
|
12.04.2020 06:10 |
afa
|
20. Mijara ku ji Misilmanan bêtir bala ateîstan dikişîne. Ez wan fahm nakim hûn bawer nakin dev jê berdin ji bo zanistê* biçin bi mijarên zanistî ra biştexilin. |
|
12.04.2020 08:44 |
xabûrî
|
21. Kesik me zanîyarîye lêpirsîn nekirîye rast an xelet e. Lê mirov ewilî dinê xwe lêpirsîn dike. Kesik bawer nake ku zanîyarî derew bike.lê dîn belkî derew e. Texmîn dikim ku her kes dinê xwe lêpirsîn kiriye. Hinik ji van dîn de derdiketî ye bû ye ateîst an ku bûye sedema deîst bûnê. Lê mirov zanîyarîye lêpirsîn nekirîye! Yên ku dinyayê îdare dikin,150 sal me dixapînin. Kesik ji wan re nabêjin tiştekî, lê Mihamed pêxember e karin bejin panzdeh jînê wî û dahan xulamê wî hene. Xwezî ez wê demê bama bêguman biba ma xulamê wî. |
|
12.04.2020 09:15 |
dilreş
|
22. Dînê wî xwedê jî qebûl kiriye û dînê wî bijartiye daye ber mirovan, kesên pê bawerî bîne li vê dinyayê pir tiştek jiwanre tune wê şeytanê wan bêhtir har be a muhîm ku xwe bigrin li pey wasewasên şeytan neçin helbet cihê misilman lê ne wê zilm kuştin xerabî hebin divê meriv xwe bigre jiber wî xwedê û hebîbê xwe hişyar kirine zanibûne mirov çendî rezîl û zi'îf hatiye afirandin ji vê îmtihanêre meriv ne mafdare ola îslamê hz.muhemed sûcdar bike |
|
12.04.2020 11:33 |
telebê hz mêdî
|
23. bi ihtîmalek xurt şîzofrene, ger ne şîzofren be sixtekarek mezine. şîzofrenî nexweşîyeke û ji bo biçûkxistina kesekî nayê gotin, ez bi awayek ciddî dibêjim. Lê helbet misilman dê fehm nekin nizanim ji kudera xwe dê wateya heqaretê derxin. Ne derde! Şîzofrene ji ber ku li gor îdîaya wî di şkeftê de bi milyaketan re ketiye têkilîyê û ayet jê re hatine. Lê tu delîlên wî nîne, tukesê ne milyaket dîtye, ne hespê binavê bûrak dîtye, ne hilbûna wî ya bo mîhracê dîtye. ew ji mirovan dixwaze yekser ji gotinên wî bawer bikin. heger jidil van tiştan bêje ango tu derewan neke ew bêguman şîzofrene. Na heger aqlê wî li serê wî be nexwe sixtekarek yemane. |
|
12.04.2020 11:59 ~12:03 |
hespêsor
|
24. Du mirina hz.muhammed gelek antrîka çêbû ye. Gelek çaran jî şer derketiye û hew nekirine. Du mirina wî dema 4 halîfe destpêkir. Ê ku ewil bu halîfe heger ez ne şaş bim hz. Ebûbekir bûbû halîfe û li ser hilbijartinên hat qebûlkirin.peyxeberên derewçîn derket, hz. Ebûbekir ji van re têkoşîn kir. Du hz. Ebûbekir, hz. Umer bûbû halîfe, çikî fireh islamê belav kir, wê demê jî kurd ola Îslamê qebûl kir. Hz.umer yekî Zerdüşt hat kuştin, cê mezarê hz. Muhamed hat definkirin. Du hz. Umer, hz.usman Dema wî ji quran bibu pirtûk, quran bi desta, kesên ku Hafiz kirin e. Yek bi yek nivîsandine. Du wî jî hz. Ali hat û helfê hilbijartinên ya dawîn bû. Dû wî jî kesek hilbijartinên nebûn halîfe. Hertişt wê derê destpêkir mezheb derketin, ê ku dijî hz. Alî û hz. Alî hez hebun. Hz. Hasan bibana halîfe lê per muawîye hat tehtik kirin, û ne bû helîfe û muawîye zora şûrê bûbû halîfe. Du wî ji law bibûn |
|
12.04.2020 13:07 ~13:11 |
dilreş
|
26. (bnr: teşebbusa xwekuştinê ya mihemed pêxember) |
|
12.04.2020 13:27 |
ceso
|
28. Pêxemberê îslamê ye. Ji ber ku Ereb e navê wî mûhammed e, Ne mihemed e. Navê taybet divê neyên guhertin. |
|
13.04.2020 02:05 ~02:05 |
giyanstêr
|
29. Şîzofren kesê ku gavek nêvztirî xeybêye (gayb). Kesê hemû alemên wî li hevketîne, 18 hezar alem hene (jiyanên paralel) ew tiştê şîzofren dibîne yek ji van alemaye tiştê şîzofren dibîne û difikire îhtimalek heye ku rast be ihtimala wî ji 1800 /1 an 2/1 yanî ew kes nedînin herî jîrin lê belê hişê herkesî ev bar hilnagire dawiyê dîn dibin.. însan bi van alema hatiye programkirin û kodkirin pêşeroj û paşaroja wî tev li mêjîyê wî barkiriye.. şîzofren pirahî kesê bi madeyên hişbir xwe di teribînin weki elektronikek ku av pêde bibe hiş li hev dikebe pêşeroj û paşeroj lihevdikebe wekî xewn bibînin jixwera xeyalan çêdikin an bi ser dikebin an dibindikebin.. pêxemberê me şîzofrenek ku bi destûra xweda tiştê kirye xewn û xeyal wê bibe rastî jiyanê xwendiye, nivîdandiye, jimartiye.. kesên nizanin çi çiye çi nîne heqaret mafê wan nîne, pêxemberê ola herî bi bawermend ê ku ticar nalewite ku li ser propaganda lewitandinê bikin ev nayê qebûlkirin. Karê xwe zanibûye jîr û zanabûye ji were dive şoreşgerek serkeftî be lê libame bawermenda pêxembere . di jiyanêde hogirên xwe û dijminên xwe ji hevderxistiye di pêşerojêde şeytanên(yen bîna atatirk) rabin zagonên şir'a wîre bibin asteng tedbîra xwe sitendiye tam nebe jî pêşî lê girtiye herdem têkoşaye û bi serketiye kesî nedaye zorê sextekarê çiye kî xapandiye bawernekin di riya wîde neçin di riya hun dizanin de bimeşin wun ne azadin?ger ne azadbin Kesên di zîhniyeta daîşêde em jî wan qebûl nakin li wan xwedî dernayên îslam xerabiyê zilmê zordariyê red dike bi dehan ayetên quranê hene dibeje qencbin qenciyê bikin îro yê ku rabe guh nedê sûcê pêxembere? 1400 sal berê û îro ne yeke cîhad ne zordarî, kuştin êrişe, cîhad qenciye, zekate, sedeqeye xwe û ola xwe parastine.. ev hezar û çarsed sal berê jî wisabûye dawet heye zor û kotekî tune dînê we ji were yê muhammed jêre |
|
13.04.2020 12:43 |
telebê hz mêdî
|
30. (bnr: nexweşiya xwedînenasî) |
|
13.04.2020 12:53 |
dilreş
|
36. Pêxemberê îslamê.ronahiya cihanê.divê mirov bê çêr û dijûn rexneyên xwe pêxemberan û olan bike.divê mirov li ser hin mijaran micid be. |
|
02.05.2020 15:32 |
jehr
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |