Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
inti-illimani - tirşik
inti-illimani

Navê mijarê ya ewil ev bû:inti illimani
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koma mûsîkê a şiliyê ye. di sala 1967 an de ji alîyê xwendekarên zaningeha santiagoyê ve hat damezirandin. ji ber ku serkeftina dîktator pinochet, 14 salan li şiliyê hate qedexe kirin. xebata xwe a mûsîkê li italyayê dom kir. dûv 14 salan re qedexe betal bû û vegerîyan welatê xwe. mûsîka wan bi qalîte ye û çanda herêmî ya şiliyê di mûsîka xwe de nîşanî dide.



23.12.2013 14:03 | nazim tolhildan

2. komeke serkeftî ye. muzîkên wana meriv hildidin dibine welatên dûr..



El condor pasa jî ji wana yek e. deng bidine dengê bilûrê, baskên xwe vekîn û amadeyê firînê bin..







23.06.2016 10:22 ~10:25 | bûtîmar

3. koma ku di sala 2004an de, bi ciwan haco re, li elihê konserek dane. berî niha haya min ji wan tune bû lê piştî ku min hinekî lê koland, min dît ku haya min ji hinek stranên wan hebûye. weke mînak el condor pasa û venceremos. di roja darbeya şîlîyê de, li ewropayê bûn ji bo konsertan. paşê nekarîne vegerin welatê xwe, ji bo 14 salan, ji ber ku mûzîka wan û ew qedexe bûn li welatê xwe. wateya navê wan "tava illimani" ye di zimanê aymara de. 2005an de 3 endamên wan yên ji komê veqetîyayî, bi heman navî komek din vekirine.

yek ji serkêşên tevgera nueva canción (strana nû) ne. ku ev tevger di salên 1950î derketiye holê û paşê hemû parzemînê belav bûye. di vê şêweyê de, mûzîka amerîkaya latîn, bi gotinên sîyasî û carinan bi motîfên rockê tê sentezkirin. yanî mûzîkekî protest e.
victor jara yê ku ji aliyê juntayê ve hatiye kuştin jî, ji hevalên vê komê yek ji nûnerên vê mûzîkê ye.
di hevpeyvîna xwe ya di gel ziryabê de, komê gotiye ku batman ji bo wan konserekî gelekî xweş bû ew pê şaşwaz bûbûn û dixwazin dîsa werin li kurdistanê konseran bidin.



02.11.2019 13:11 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» inti-illimani

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî