Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mikhail timofeyeviç kalaşnikov - tirşik
mikhail timofeyeviç kalaşnikov
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. derwêşek yê xwudê bû.. hemû emrê xwe di ber taet û îbadeta xwudê re bihurand û di 94 saliya xwe de xatirên xwe ji civata hazir xwest û emrê xwudê kir.. ligel dirêjiya 94 salan ne dilê tu kesî ji xwe hêlişt û ne jî tengî û tade da kesekî.. li ser qenciyê hat û li ser qenciyê çû..

bavê sîleha ak-47 a ku di nav civakê de wek keleş û keleşnîkov jî tê zanÎn bû..

bavê sÎleha ku bi qewlê şairekî diya diyalogan bÛ, gelek mezlûman giliyên xwe lê dikirin û keserên xwe yên kesidandî pê vedigotin..

li gorî nûçeyan îro jiyana xwe ji dest daye..



23.12.2013 22:55 | endazer

2. nivîskarê kurd ê ji kurdistana sovyetê hamlet muradov derheqê rehmetî û kurdîtiyê de li ser facebooka xwe wiha gotiye:

Kalaşnîkovê Mezin wefat bû Îro mirovekî ber dilê kurdan ezîz mîxaîl kalaşnîkov di 94 salîya xwe da ji vê cihanê bar kir. Her kurdek navê çeka ”Kalaşnîkov”, ku kurdan jê ra digotin ”Kalaşînkof” an jî ”Kalaşkof”, bihîstîye, bi wê çekê kurd gelek caran di hindava dijmin û neyaran da bi ser ketine. Mîxaîl Kalaşnîkov li warê xwe, li paytextê Udmurtîya otonom ya li Rûsîya Federal, li bajarê Îjevskê îro çavên xwe li cihanê girt. Ew bajar wê demê ber dilê min ezîz bû, dema hevalekî min, prîskê mihoyî, ku me zêdeyî deh salan bi hev ra li redaksyona rojnameya rya teze da kar kirîye, li wî bajarî bi cîh bû, pêşî bû berpirsyarê sereke yê rojnameya herêmê, paşê jî bû cîgirê serekê çapemenîyê li wê komarê. Rojekê jî Prîskê bira bi Mîxaîl Kalaşnîkov ra hevpeyvînek çê kiribû û bi henekî jê pirsî bû: ”Paşnavê te dişibe navê kurdan. Di nava kurdan da navên Keleş gelek hene. Gelo dibe tu kurd bî?”. Ew merivê mezin jî bi henektî bersîva Prîsk dabû, gotibû: ”Sala ez bûm, şer û dew bû. Ka çi qewimîye, ez nizanim”. Heta berî mehekê jî Prîsk digot were, em herine mêvanîya Kalaşnîkov, wî nas bike. Min jî soz dayê, ku ezê bêm, lê dereng mam… Di vî wêneyî da Prîskê Miho û Mîxaîl Kalaşnîkov bi hev ra ne. Ji milê rastê yê duduyan Kalaşnîkov e, yê sisîyan, ango yê kêleka wî, Prîskê Mihoyî ye.

wêneyê cihê behsê: https://www.facebook.com/photo.php?fbid=789097871116245&set=a.579551742070860.152201.100000481172638&type=1&theater



23.12.2013 23:00 | endazer

3. bi eslê xwe kurd e. Mikaîlê kurê keleş e. *.



27.12.2013 20:08 | nazim tolhildan

4. belê esilkurd e. jixwe kalaşnîkov jî ji qelaştinê tê.



27.12.2013 20:18 | oxir

5. (bnr: keleşo nobedaro wey lo lo)



04.05.2020 19:41 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mikhail timofeyeviç kalaşnikov

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî