Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gotinên pêşiyan
peyamên çepikkirî

17349. gotineke dayikan ji bo lawê xwe gotine "min mezin kir bi çiçikan, bûkê hat bir bi navranan."



08.06.2013 00:32 | simurg56

20401. KERÊN GUH SIST TIRÊN ŞIDANDÎ DIKIN



09.06.2013 08:55 | azadixwaz

23670. heçîyê bêjê û bikê mêr e,

heçîyê nebêjê û bikê şer e,

heçîyê bêjê û nekê ker kurê ker e.



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

85909. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.



Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.

Keçik birçî dibe dibêje

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:

-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.



Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:

-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê

Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.

Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:

- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Jin bav: Bavê te rêdane tê.

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

-...

...

Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.



Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:

Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.

Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)

Beyanî baş..



26.10.2013 23:54 | endazer

86544. (bnr: ava xwestî naçe hestî)

Hefteyek ewil hevalekî min ê xelqê xîzana bedlîsê hînê min kir.
Dibê ku yekî av xwestîbe, bi formalîteyê dirêjê merivê civakê dike. Ahan wira da yek jê re bêje "ava xwestî naçe hestî."
ew gotina, li ser qenepeya xwe dirêj dike û kefa xwe dinhêre *

Yanî dikeve şuna "afiyet be bavo, te xastîye, tê vexwî"



26.10.2013 23:54 | endazer


137807. (bnr: pirsa mal û bajêr li hev derneket)



06.06.2013 16:08 | endazer