Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

156. (bnr: an naçe aşê an diçe aşvan dikuje)



14.11.2015 22:14 | shorbevan

157. tîr bikî dan diçe rohn bikî av/nan diçe.



16.11.2015 11:29 | shorbevan

158. Mêrê qels du cara şer dixwaze.



16.11.2015 15:33 | keyakser

159. gotinên kû aniha dîya min mînakeke ji wan ji bo birayê min bi kar aniye ne :ez dibêjim nêr e,tu dibêjî bidoş e.



17.11.2015 18:37 | karxezal



162. aşê dîna bê av digere



24.11.2015 17:36 | shorbevan


164. te tirşik dî bixwe, te tirşik dî binûse.



28.11.2015 22:50 | diclefirat

165. Mar ji pûngê aciz e. Pûng diçe li ber qula mar de şîn dibe.



05.01.2016 16:16 | binevşa narîn

166. Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr e.

Bila zik têr be, bila ji qaşilê dêr be.

Berxê nêr bona kêr.

Ga dikeve kêr pirr dibe.



24.03.2016 19:45 | hêvî

167. Gava hinek meriv ji jînbavan gazinan dikin ji bona zarokén héwéyen wé pîrek wî gotinî dibéjin; panîa min li ser wan ne buye xwîn, ez li ser wan nakim gîrîn û şîn.



25.03.2016 16:56 | tîrejên rojê

168. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.



Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.

Keçik birçî dibe dibêje

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:

-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.



Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:

-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê

Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.

Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:

- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Jin bav: Bavê te rêdane tê.

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

-...

...

Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.



Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:

Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.

Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)

Beyanî baş..



26.03.2016 15:43 ~15:45 | bûtîmar

169. (bnr: paşîpenîya min zikê te be)

Ku du mirov hev ra dikevîne munaqaşayê yek yekî tehdît bike yê/ya din jî dibêje:
De bike em te bibînin. paşî penîya min zikê te be.



26.03.2016 15:58 ~2016.12.07 20:18 | bûtîmar


171. "Dê û bava hezar tillê dikevin"
Maneya "tilîyê desta hemu ne yekin" eynî ye.


An jî: Memed Uzun jî nivîskarê Kurd e û Muhsîn Kizilkaya jî.
êê pîr û kalên me zehv xwaş gotîne.



26.03.2016 16:09 ~2020.10.25 21:19 | bûtîmar

172. "-ez bum gur min malê dinê xwar; min çîyê te xwar?."



26.03.2016 16:11 | bûtîmar

173. -Şêr şêr e çi mê çi nêr.



-kuçik kuçikê me ye lê diçe li ber derê xelqê diewîte.



-jin jin gotî mêr mêr gotî

(ev gotin her çiqas jî xaşa hinek hevala neçe jî gotineke aha li ba me heye (serhed))



26.03.2016 16:18 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêxwasan
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî