Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

78. xelk nabêje te çi xwar, dibêjin te çi da hev.



19.12.2013 02:02 | oxir

79. (bnr: şêr şêr e çi jin e çi mêr e)



19.12.2013 14:48 | mîrêhekarya

80. (bnr: qûna tazî tembûrê dixwazî)



19.12.2013 16:11 | dijber

81. (bnr: jin derketiye ser serî û dê daye ber derî)

ev gotina ku min ji rêzefilmê can û cegerî bihîst.

belkî xeletî tê de hebe serrast bikin



03.01.2014 04:02 | dijber

82. bila xwedê yar be dinya hemu neyar be



11.01.2014 10:20 | feqiyêteyran

83. ye ku bikeve govendê, dive xwe bihejine.



11.01.2014 20:44 | serhıldan jiyane

84. jin û mêr şer dikin, ehmeq jê bawer dikin. bila ev jî bo rojeva tirkiyê bîtin



11.01.2014 21:38 | bagurdan

85. heçîyê bêjê û bikê mêr e,

heçîyê nebêjê û bikê şer e,

heçîyê bêjê û nekê ker kurê ker e.



14.01.2014 01:21 | saladin

86. diz ji dizan dizî, erd û asîman lerizî..



02.03.2014 22:37 | havka

87. mere pîrsê dîherê Xurs e.



02.03.2014 23:51 | bablisork

88. Zikê têr hay ji yê birçî nîne



Gur ji birçîbûna nikarîbû reva here, digotin: "Mîratî wisa xwariye ku, nikare di bin zikê xwe de reva here



10.03.2014 02:34 | berxweda

89. (bnr: mezin reqisî, piçûk hewisî)

(bnr: ebayê qetiyayî çêtir e ji kûrkê mîr)

(bnr: jana serî ji bo zimên e)

(bnr: ku hewes e carek bes e)

(bnr: kûçik birçî dibe, gûyê xwediyê xwe dixwe)

(bnr: li pey ewran baran e, li pey tengiyan firehî ye)

(bnr: dema masî dikeve torê, aqil tê serî)

(bnr: mirî venagere bi girî)

(bnr: cîranê nêzik çêtir e ji birayê dûr)

(bnr: bila mirov ne biçûkên birayan be, bila çêlikê guran be)

(bnr: bila mirov mêr be, bila rojekê li dinê be)

(bnr: dizê bostanan mikur tên zivistanan)

(bnr: a ku bike nivîs û qelem, nikare bike mertal, şûr û rim)

(bnr: a her kesî pê xweş e)

(bnr: a kasê kasil zane, ya rehlê bivir zane)

(bnr: a ku te nedît nebêje)

(bnr: adar wekî jinan bî ye geh dikene geh digirî)

(bnr: bûka bêxesû wekî rezê bêsinc e)

(bnr: cîran deriyê malê ye)

(bnr: cot bi gayê pîr nabe)

(bnr: çavê dil kor in)

(bnr: çavên mela her li miriyan e)

(bnr: melevanî bi bask û milê xwe)

(bnr: tu herî erş, dîsa tê bikevî erdê reş)

(bnr: malê mazlûman nake xêrê li zaliman)

(bnr: kevirê havînê biavêje kadînê)

(bnr: ji herkesî re edet e ji me re qebhet e)

(bnr: gû bi berfê nayê veşartin)

(bnr: agirê bidû aşkere ye)

(bnr: dilê fireh pîr nabe)

(bnr: mû bi mû dibe rihek)

(bnr: li ba mele bi zimanê xwe li ba şêx bi dilê xwe qane be)

(bnr: dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e)

(bnr: li cihên hespan qesp nayên girêdan) - (bnr: qesp)

(bnr: serê xwe li gorî mêrê xwe girêbide)

(bnr: piyê xwe li gorî bera xwe xwe biavêje)

(bnr: min ne bostan çand ne jî zebeş xwar)



18.03.2014 00:18 ~2015.03.07 15:40 | ferhenga şikestî

90. carna mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo*



22.03.2014 12:54 | kûçelo

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên te ji zikê min naçin
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî