Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
omer xeyam - tirşik
omer xeyam
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Omer xeyyam an Omerê (Emerê) Xeyam 18'ê gulanê 1048, li Nîşapûr, Parêzgeha Xorasanê, 4'ê berfanbarê 1123 wefat kiriye. helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.



hinek dibêjin sîmgeyan bi kar aniye, hinek dibêjin alim e, hinek dibêjin bêdîn e filan û bêvan lê hun ji min bipirsin fîlozof û zanyarê şerab û mey û evîn û coş û peroş û xwezî û kêf û şahiyê ye. qet nebe ji çarînên wî wiha tê fehmkirin. di felsefeyê de - êdî haya wî jê hebe tunebe - daye ser riya epîkurûsê ku gotiye dev ji êşê berdin bidin pey hezzê. îmana wî ji sofiyên qûnneşûştî diçe. di dîrokê de wekî kesê ku cara pêşîn li hember şer derketiye tê zanîn û vê yekê di çarînên xwe de bi lêv kiriye. dibêjin hevalê hesenê sebah û nizam el mulk e lê ez ji vir û derewên wiha pîr bawer nakim. hinek dibêjin ji ber ku ji xorasanê ye û ji ber ku navê wî omer e dibe ku kurd be jî lew faris şîa ne û îmana wan ji navê omer diçe û vî navê tucar hilnaynin. lê ji ber ku delîlên vê îddîayê tunenin, îddîayek ne saxlem e û ne li cihê xwe ye.



herçend di helbestên xwe de rexne û îroniyan li dînan bigre jî bawermendek saf e û dilpak e li gora min. dîsa di helbestên xwe de bi aqilane pirsan raberî xwedê dike lê bi ya min pirsê xwe ji hev safî nake û dîsa bi ya min ji navê dernayê û bi gotina wî ne tam kafir e ne jî tam misilman.



her çi be jî îro li temamê dinyayê hima bêje tê naskirin û çarînên wî bi pirraniyan zimanan hatine wergerandin.



min jî ji were çend çarîn wergerandibû



xeyyam eger ji meyê mestî, kêfxweş be

ger li ba yara xwe rûniştî, kêfxweş be

dawiya 'emrê vê dinyayê neyîn e

bibêje tune me, wey ku heyî! kêfxweş be



tavê werîsê sibê bi ser banan de avêt

keyxusrevê rojê meyê bi tasan de avêt

mey vexwo ku hawara evînê vê sibê

strana " de vexwo " bi ser rojan de avêt



...



25.12.2013 01:10 | ceso

2. Takvîmd Celalî saz kirîye ye. Gora hîn lekolînan sê kenar e pascal jî omer xeyyam afirandiye.



25.12.2013 18:47 | gelawej

3. Min îro çarînekî xeyam di romana mehmed uzun ya bi navê hawara dîcleyê de dît ku ev e ;



Rojekê ji benda dinyê aza nebûme

Bîhnekê ji heyata xwe şa nebûme

Herçend min zahf feqîtiya dewranê kir

Lê di dewrana dinyê hêj seyda nebûme

...



Rastkirin : mijara ku bi hişyarkirina xwedêjêraziyek ( omer xeyam/21801 ) ve ji sernavê omer xeyyam ber bi omer xeyam ve hatiye guhertin.



27.12.2013 00:46 | ceso

4. şair û fîlozofê ku navê wî li gorî min divê di deftera kurmancî de wek omer xeyam bihata nivîsandin e.. çimkî di kurmanciya standart ya nivîskî de bi qasê ku ez dizanim tîpên şedde yanî yên tên şidandin tunînin.. min li wîkîpediyayê nihêrî di wir de jî wek omer xeyam hatiye nivîsandin..

ji xeynî kamuran elî bedirxan, husein muhammed jî guldesteyek ji helbestên wî li ber bejna kurmancî kiribûn û di nav weşanên dîwanê de belav kiribûn..



ji wê guldesteyê helbestek:



Ziyanê negihîne kesî,

agirê xwe bernede xelkê.

Ger jiyana ebedî dixwazî,

serê xwe biêşîne, ne yê xelkê.



Ka em rastiyê bibêjin:

em kabik in, Xwedê lîstikvan e.

Lîstikek bi me tê lîstin

û em yek bi yek vedigerrin nebûniyê.



Li vê çolê para mirovî

xemxwarin û mirin e.

Bextxweş ew yê bar kir,

bextiyar ew yê qet nehat.



Meyê ne bo kêfa xwe,

ne bo destberdana ji dînî vedixwim.

Min divê kêlîkekê ji xwe azad bibim

lew vedixwim û mest dibim.



Dema ez mirim, bedena min bi badeyê bişon,

soretên qedeh û camê li ser bixwînin.

Dema hûn roja axretê li min bigerrin,

ji bin deriyê yê meyfiroş lê bigerrin.



Omer Xeyam



27.12.2013 00:56 | endazer

5. ne dÎn darem şeytan begired, ne mal darem dÎvan bexored.

Yanê dibêje ku dînê min heye ku şeytan bigire ne jî mal milkê min heye ku qadî hilde.

car caran dibejin wa gotÎneka anonÎma farisÎ ye. car caran jÎ dibejin xeyam ew gotÎ ye.



27.12.2013 18:01 ~2023.09.13 18:16 | cinorek

6. Yek dibêje Kurd e, yek dibêje Faris e. Her çi be, xweş dnivîsandiye camêr. Pênûsa wî hêja ye.



25.06.2014 09:43 | gernasnenas

7. pirtûkek wî yê kurdî ya ji çarînên wî pêk tê heye...

(bnr: çarînên omer xeyam)



27.04.2015 16:00 ~16:01 | rûbar payîz

8. kesên ku bi wî dizanin piranî difikirin ku mirovek agnostîk bû.. lê di çarînek wî de xuya dike ku xeyam di eslê xwe de mirovek zerduşt bû û ji ber ku ji bisilmanan * ditirsiya baweriya xwe vedişart..



"ey heyran û mirîde dîne zerdeşt..

yê ku îslam red kir û kete dol û deşt..

heta kengê tê li delalan binerî û binoşî..

rûnê omer, wê te jî bikujin wekî zerdeşt.."



27.04.2015 16:11 ~16:12 | rûbar payîz

9. Ger tu bade vexwî bi eqilmenda re vexwe

Yan jî bi senemeke lal ruwa biken re vexwe

Gellek venexwe, ne red bike, ne aşkere bike

Hindik vexwe, geh geh vexwe, veşartî vexwe.



OMER XEYYAM



27.04.2015 16:17 | diclefirat

10. ji bo min strana kimse bilmez a mehmet güreli ye;



14.05.2015 19:53 | endazer

11. Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşapûrê, paytexta herêma Xorasanê li 1048an hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn.

Xayam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên astronomî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.

Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.

Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û şaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nizam el-Mulk bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam di 1123an de wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward Fitzgerald sala 1839an çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn.

Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Weşanxaneya Nûbiharê bi wergera Sabah Kara bi navê Rubaiyat şiîrên wî weşandîye.

Nivîskar Îkram Balekanî 240 çarînên Omerê Xeyam ji orijînala wan a parsî bi zimanekî sade û şirîn wergerandin ser zimanê Farsî [1] û ji aliyê Weşanên Evrenselê eve hatin tomarkirin. Pirtûk sala 2014an kete nava pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatin firotin.

Çavkanî: (bnr: kovara nûbiharê)



12.06.2020 12:48 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» omer hawer

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî