Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
ji tirşikê sarbûn - tirşik
ji tirşikê sarbûn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heke ku ne şaş bim tiştê ku bi serê tirşikvanan hatiye ye. de haydê werin lo naziya xwe nekin.



25.12.2013 01:24 | oxir

2. Rewşa ku carcaran weke bahozekî dikeve nava me tirşikvanan û me bi rojan bêdeng dihêle. Tu ê bêjî qey derdê me hemûyan bi hev re dest pê dikin û em hemû bi carekê dîsa vedigerin.



25.12.2013 01:28 | ceso

3. eslê xwe de ne sarbûn e. tenê tiştek wisa heye ku, dema hejmara peyaman li ser 50-60 an ket, kî were tiştek dinivîse û diçe. lê dema yek bê û binêre alê çepê vale ye, ew jî tiştek nanivîse dimîne hêviya nivîsandina xelkê.

yanê ev yek weke ku dema 5-6 kes di civatekê de ye û herkes bi hev re hiş dibe, deng ji tu kesî nayê, wê demê her tişt ji serê mirov diçe heçko tu tişt tune mirov biaxive. lê dema yek behsa tiştekê bike, hemû mesele û bûyer tên bîra mirov.

di tirşikê de jî wisa ye, dema tu peyamek dinivîsî ew weke 2 heban tê hesibandin. ji ber ku ew peyam bi xwe re peyamek din tîne û dibe sedema nivîsandina peyamek din.



25.12.2013 01:59 | brusk56

4. mijara derûnnasîya civakî ye. divê ji alîyê pisporan ve bê kolandin.

lê li gorî min sedemek jî, zêdebûna mijarên bêmane ye.



(bnr: fethullah gülen vs abdullah Öcalan)



25.12.2013 10:39 | nazim tolhildan

5. a ku belkî jî ji ber zêdebûna mijarên rojevê be. rojevê de ewqas mijar hene ku mirov nizane li ser kîjanê binivîse.



25.12.2013 19:49 | simurg56

6. di nebûna agahî û zanistên balkêş de û de rewşa bêhêvîtiyê de sarnebûn dê hêjayî lêkolînê bûya.



25.12.2013 19:52 | dijber

7. tişteke normal e..

ez bi xwe jî jê sar bûme, û heta çend hefteyeke din eger wiha here bivê nevê ez jî dê tê de nenivîsim..

çend sebebên vê yekê..

- ev zêdetirî 5-6 meh in tirşik ava bûye, lê hê jî kêmasiyên wê yên teknîkî hene..

- ji destpêkê heta niha hema bêje her eynî nivîskar tê de dinivîsin, yanî ava tirşikê genî bûye, divê bi nivîskarên nû were sîrkûlekirin..

- mijarên di tirşikê de têne behskirin û mûnaqeşekirin zêde asan û sivik in.. yanî ez jî tê de bi piranî em ji bo xwe tetmÎn bikin dinivîsin ne ji bo agahîdanê..

- her nivîskar dema tê tirşikê put û totema xwe jî bi xwe re tîne, dema tiştên tên nivîsandin ne bi hemdê wî/wê be xwe aciz dike û lêdide diçe.. yek dibêje di tirşikê de ne hedd Û heqê tu kesÎ ye ku bêje ocalan xayîn e an pyd bi rejîma esed re hevkariyê dike, yê din dibêje usluba nivîskarên tirşikê zêde çors û qebe ye, divê kes mecaz û argoyê bikar neyîne.. ya din dibêje we tirşik kiriye qehwexaneya mêran.. yê din dibêje di tirşikê de bêedebî tê kirin, divê tiştên erotîk û pornografîk neyên nivîsandin..

- ji xeynî çend nivîskaran tirşik ne bi xema tu kesÎ ve ye.. hê jî girseyek mezin ya kurdîaxêv ya ku haya wan ji tirşikê çênebûyiye heye.. yanî reklama tirşikê bi heqqî nayê kirin..



26.12.2013 02:46 | endazer

8. ez çawa lê dinerim? hinekî face, hinekî twîtter û hinekî jî tirshik. tam dibe tirshik! carna ez dawî dirêj bi tlfnê dinivîsim û dishînim pashê dinerim ku nivîsa min wenda ye. hemû bi boshê ve çûye. kêfa min dishkîne.



26.12.2013 16:25 | hemdilaarda

9. (bnr: çima em ji dijberî aciz in)



29.12.2013 13:49 | dijber

10. min piçek berê bi qasî sê rûpel tişr nivîsan û min şiyand lê min dît ku neçûye, bi ser de jî tirşik ez ji rûpelê avêtime,, ji qehran dikim ku bifetisim min têra dilê xwe dijmînê tirşikê da..

bi xwedê ev neheqî ye!! ez ê çawa cardî ewqas tiş ji nû ve binivîsim uffffff!!!!!



10.11.2014 20:42 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî