Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
xwarina herî xweş - tirşik
xwarina herî xweş
(26) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. bêguman ûr û rovî ye.



22.06.2013 22:08 | simurg56

2. mijara ku wê tirşikvanên rastîn û derewîn derxe holê. aha min xwe deşîfre kir.



22.06.2013 23:22 | simurg56

3. li gorî hal û wextê tirşikxweran bersiv tê guhertin..

dibêjin rojekî du gundiyên hevalên hev dikevin ser rê deqene herin bajêr.. di rê de ji hevalan yek ji yê din dipirse û dibêje

- ku rojekî halûwextê te xweş bibe û tu zengîn bibî û her tişta dilê te biçîyi tu bikaribî bi dest xwe ve bînî tu dixwazî çi bixwî?

hevalê duyem bêyî ku li ser vê pirsa hevalê xwe bifikire di cihê xwe de dibêje:

- helbet nan û pîvaz.

piştî cixareyekî vê carê hevalê duyem ji hevalê din dipirse û dibêje

- erê ku rojekî xwudê bike hal û wextê te xweş bibe tê çi bixwî?

- hevalê yekem yê ku xweyê pirsa pêşîn mehdê xwe tirş û tahl dike û bi ser hevalê xwe de vedigere û lê vedigerîne

- malnemîrat ma ne tu tiştê xwarinê ji min re nehişt... çi qas tiştên xweş hebin te hemû gotin û ji xwe re hilanîn..



ji bo nimûne ji ber ku di zarokaniyê de helaw ji bo me zarokên di gund de tiştekî gelekî lûks û biqedr û qîmet bû hê jî dema helaw bê ser sifrê çi qasî têr bim jî xwe jê venadim û illeh pariyekî du pariyan jê dixwim..



23.06.2013 20:22 | endazer

4. pîştî ku îro min xwar, dîsa min fêhm kir ku erê ûr û rovî ye.



08.07.2013 00:20 | simurg56

5. Xwarina herî xweş ya Cizîrê îrik û kerî ye.



08.07.2013 08:34 | karmatî

6. cukot : ûr u ruvî



08.07.2013 02:11 | feqiyêteyran

7. keldoş



12.07.2013 00:26 | xewn

8. ji bo havînan bêguman meyîra ku diya min çêdike ye..



12.07.2013 00:29 | endazer

9. şamborek û pel



25.07.2013 15:21 | serhed7

10. bi ya min xwarinên xweş ev in:

(bnr: pirax), (bnr: kutilk) (bnr: ûr û rovî) (bnr: şamborek) û hemû giyayên kurdistanê ku têne xwarin. bi teybetî jî (bnr: kereng).



asoxîn ji qewlê kalikê min ve:

xebera xweş xweştire ji xwarina xweş wesselam



25.07.2013 15:27 | seydayê_peyvan

11. (bnr: patîle) û (bnr: tavê dêrikê) dibêjen dema qereçî bîrçî dibe, qala nanê daweta dike*



25.07.2013 16:40 | serpale

12. (bnr: meyîr), (bnr: kutlik), (bnr: hemîse)..



25.07.2013 16:50 | endazer

13. (bnr: şamborek)



25.07.2013 17:05 | spizello

14. nan-zebeş-penêr, ez van rojana piçekî aciz im dûrî we be...



25.07.2013 18:24 | mamo

15. ken û gotinên naveroka wan şêrîn ji kutilkan jî şamborekan jî xweştir in..



25.07.2013 21:53 | cirano

16. bêmane, îcar xwarina herî xweş çi ye?



25.07.2013 22:18 | quto

17. Çeqilmast..



25.07.2013 23:03 | roj

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarina bilez
» herî
» xweş xeber e lê min ne bawer e

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî