Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; big bang
peyamên çepikkirî

64830. tê gotin ku têgeha têqînê tiştekî sembolîk e û ihtîmal heye ku ji peyva têqîna ku em jê fêm dikin, pêk nehatibe.. ji noqteyeke piçûk dest pê dike. noqte pirr sift e û germahî û giranî û tîrbûna wê gelek zêde ye lê mezinahiya wê jî ewqas piçûk e tê heye ku bi qasî xarekî be..

bi qasî 13.8 mîlyar sal beriya niha qewimiye û her ku diçe berbilavbûna maddeyên ku jê za bûne zêdetir dibe.

bi qasî 90 sal berê hat sepandin ku feza berfirehtir dibe, ku berfirehbûn hebe divê destpêk jî hebe ji vir jî tê gihîştin ku hemî madde yek bûn û ji nişka ve(sê saniye) ji hev veqetiyan..

tabî li gor vê teoriyê hin tişt hene nikarin bên sepandin an lêkolandin

yek ji wan guman û pirsan ew e ku; beriya teqînê an vê bûyerê, çi hebû?

ya dî jî ew e ku gelo antîmaddeyên teqînê bi kû de çûn? û çima wenda bûn?

ji vir û pê ve teoriya enflasyonê dikeve devrê û ew jî hem mijarekî dî û hem jî têkildarî vê mijarê ye, li bendê bin



08.06.2013 14:50 | simurg56