Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helîse - tirşik
helîse
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwarina ku ji bacanên reş tê çêkirin. bacanên reş piranî di tenûran de tê pehtin.

(bnr: babaganuş) (bnr: bacansîr)



22.06.2013 23:17 | simurg56

2. bi piranî dema ku nanê tenûrê tê çêkirin ji bo şîvê çend bacanên reş jî digel nên di tenûrê de dipêjin.. wekê din li cem me (bnr: cizîr) ji vê xwarinê re dibêjin bacanê şelikandî jî.. çêkirina vê xwarinê hêsan e.. pêşiyê bacanên reş di nêv êgir de dibirêjin paşê bacanên biraştî û pijayî diqeşêrin an spî dikin û navika bacanê ya ku hatiye qeşartin carinan bi kêr û kevçî û carinan jî bi dest hûr dikin û ji hev vediçirînin yanî dişelikînin û paşê wê navika bacanê reş di nêv dohnê sorkirî de cardin diqijilînin.. li gorî nefs û xwesteka dilî mirov dikarê sîrê kutayî jî tevlî vê xwarinê bike.. xwarineka havînî ye û li mala me bi piranî bi meyîrê re tê çêkirin..



23.06.2013 20:09 | endazer

3. xwarina ku ez îro li ser facebookê di koma zimanê kurdî de liqayî terîfa çêkirina wê hatime ye.. belê fermo: ''Di germahiya tenurê de dihelîsînin û qalikên/qaşilên wî radikin. Dawiyê bi sîrkûtê pêşiyê sîran dikûtin û dieciqînin bi sîrkûtê. Dû re jî sîr û rûn davéjin navê. Kî bixwaze bi wî şeklî dixwe û dixwaze jî hêkan li nav dixin û li ser agir germ dikin. noşî can be.''..



30.07.2013 00:16 | endazer

4. dîsa li gorî înformasyonên min ji heman çavkanîyî xwendine û wergirtine di zazakî de ji vê xwarinê re dibêjin sogilme û erebên sûrî jî wekê tirkan an tirk wekê ereban jê re dibêjin baba xenûc..



30.07.2013 00:22 | endazer

5. sorgirme jî tê gotin



30.07.2013 11:37 | botan2

6. Helîse cejnan de ên kodemanê herê ji bo destfirehî dilmezinî xwe bidin nîşanda gundiyên birçî têr dikin! wekê ayîneke nîşandan a desthiladariyê ye.



07.08.2013 22:31 | kelha bayê

7. Aliyê me de helîse ne bi bacanê reş tê çêkirin.



Dahn, goştê sor û rûn dixine nav a dîzê dipêje dawî de bi kevçiyê texte tevlihev dikin dibe wekî benîşt, Dan û goşt yek dibe.



Bi goştê elok, qaz û mirîşka jî tê çêkirin.



Cînareke me hebû ji xelkê hetayê, eslê wan ereb bû.Wan a jî çêdikir û navê xwarinê aynê bû.



10.01.2015 00:30 | mîr

8. xwarineka mitfaqa ereban e.
mina humûs e, lê bi badincanê tê çêkirin.
wêneya wê: Here lînkê



24.12.2016 11:36 | cinorek

9. Em dibêjin bacanê biraştî. Bi sîr hêj xweştir dibe li gorî min. Gelek hez dikim ez vê xwarinê.

Havînê li êlihê dema ku nanê tenûrê çêdikin bacanê reş jî dişeliqênin. Pişt re nîvî bi sîr dikin, nîvî bê sîr dihêlin. Nêzikê xwarinê dew jî çêdikin. Nanê tanûrê, bacanê biraştî û dew. Çi xwarinekî xweş e. Mexwe lê binêre. Ev qas yanê.

Kurd carinan babaqanûç jî dibêjin lê ji gotina bacanê biraştî re pirtir kêfa min tê.



24.12.2016 12:09 ~12:19 | rûbar

10. bi tirkî babagannuş, bi îngîlîzî baba ghanoush.
xwarina ku ji bacanên reş tê çêkirin. eslê wê ji sûrî û lubnanê ye. li tirkiyê jî li hatayê navdar e. lê ez bawer im li hemû bajarên kurdan jî tê zanîn û hejêkirin. îro bi saya bernameyekê televîzyona tlcyê, hîn bûm ku wateya navê wê "bavê kêfxweş, bavê mestbûyî" ye. li tirkiyê jê re "îmam bayildi" jî dibêjin yanî "mela jê re mest bû". îhtîmalek mezin rasterast wergera baba gannucê ye.
di versîyona sûrî de (lazim e ya orjînal be) tehîn jî tê bikaranîn. cem me ev tune.
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



30.10.2018 22:01 | simurg56

11. Xwarineke kurda ye.

Mirov belîcanê hema rasterast diavêje nava agir û pîştî sorkirinê spî dike diqeşilîne û hur hur dike dixwe. Mirov piştî hingê sîr bêxwe nav û hêk jî ser de bişkîne pir xweş dibe:
Tavbetîya wî ya mezin bêhna wî ye mirov mest dibe ji bêhna wî.

Li Amedê mîllet payîzê çêdike û ji bo zivistanê vedişêre.



29.11.2019 22:20 | azad30

12. Em dibêjin ebxenuj an jî ebxanûç. Xwarinek gelek xweş e, hele li nav agirê qurmikan bê çêkirin tehma wê xweşiktir dibe. Li cem me tenê sîr tê li nav xistin ku ne yek du heb, hema pênç şeş heban. Yanî piştî xwarinê ya divê hûn nerin li ba xelkê yan jî divê ji bo bêhna sîrê here, nîv kîlo naneyan bicû :-) ez jê hez dikim. lê tu têkiliya wê bi imam bayildi ya Tirkî tune ye.



30.11.2019 14:12 ~14:14 | biruya hayao miyazaki

13. Di zarokatiya min de xwarina min a favorî bû aniha jî hej jê dikim lê ne mîna berê. Piştre min fêm kir ku dema ez zarok bûm malbata min li gundî de çêdikir. Li gunda li ser êgir bête çêkirin xweştir dibe tehma wê. Bêhna kizirandina ji êgir jî dikeve loma wek ku tu kebabê bixwî di devê te de lezzeteke baştir peyda dibe
Edit : navê vê xwarinê bi kurdî helîse ye loma ezê sernavê wek helîse biguherînim



30.11.2019 14:20 ~15:05 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helîse

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî