Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ez ê bêjim - tirşik
ez ê bêjim
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hema çi bixwazim ez ê bibêjim lê ne hewce ye ez li ser çiyayan bimeşim.

çi hat ber devê tirşikvanan bila bibêjin lê bila hinekî rêzimana wê û mentiqê wê hebe

(bnr: çawa mirov hilde serhildanê)



27.12.2013 03:56 | dijber

2. mijara mijara şîretên hêja yên aram serhad li gelê kurd e.



her wiha straneke nizanim kê aniye bîra min: "ez ê bêjim û bimînim, her saetê li ser te. dîlber dilêm tu pir şêrîn î, ji bîr nakim evîna te"



27.12.2013 19:34 | simurg56

3. stranek dî hebû digot:



ez ê bêjim, wez dengbêj im

ji kurda re, wez dibêjim



21.07.2014 15:58 | xendekî

4. (bnr: aram serhad)



21.07.2014 16:17 | brusk56

5. straneke xweş ya faris bavê fîras e;







berê min gelek lê guhdar dikir. bi qasê min fêhm kir, gotinên wê jî wisa ne;

(cihên ku min tam fêhm nekirin, stûr hatine nivîsandin)



"ez ê bêjim û bibilînim

her saetê li ser te

dilber dilêm, tu pir şêrîn î

ji bîr nakim evîna te



îro çend roj tu melûl î

ka ew keyf û henekên te?

ka ew civata em tê de?

kanî şêrîn kenê te?



kanî ew bejna te ya zirav?

kanî ewrên çavên te?

her dem li ber çavên min

du reş mar bûn, guliyên te



dilo her du çav mirî ne

tim dixwazin dîtina te

dil bizotek e tu jî agirî

ez îro ketime agirê te



heger tu diêşî, bêje min

ez xweş textor im ji bo te

ez ê derm kim kûl û der

û birînên dilê te

ew birînên dilê te



xêrnexwazin wê bixwazin

dûr bi bikin ji hev, min û te

lê bawerke tu li min nema

rih bû, ew jî min spartiye te



so..??. min bi rengê te ye esmer

ji bo wan her du çavên te

heta ez sax bin li dinê

tu car nakim terka te



mal û dil û can bi carek

qûrban dikim ji bo te

bi rengê te min kes nedît

pir şêrîn e xwîna te



ez ê bêjim û bibilînim

her saetê li ser te

dilber dilêm, tu pir şêrîn î

ji bîr nakim evîna te



îro çend roj tu melûl î

ka ew keyf û henekên te?

ka ew civata em tê de?

kanî şêrîn kenê te?

"



21.07.2014 19:40 | simurg56

6. strana faris bavê fîras e.
gotinên wê:
Ez ê bêjim bi bilînê her saetê li ser te
Dilber dilê min pir şêrîn î ji bîr nakim evîna te
Îro çend roj tu melul î ka ew kêf û henekê te
Ka ew civata em têde kanî ew şêrîn kenê te


Kanî ew bejna te yê zirav kanî awirên çavê te
Her dem li ber çavê min bi reş mar bûn guliyên te
Dilo herdu çav mirîne tim dixwaze dîtina te
Bi zor derket dil ji agirkî ez îro ketime agirê te


Ger tu diêşî bêje min ez xweş textor im ji bo te
Ez ê dermankim kul û derd û birînên dilê te
Xêrnexwazin ê dixwazin dûr bikin ji hev min û te
Lê bawer bike ti di min nema rih bû ev jî spartiyê te


Sonda min bi rengê te yê esmer bû va her dû çavên te
Heta ez sax bim li dinyê ez tu car nakim terka te
Mal û dil û can bi carek qûrban dikim ji bo te
Bi rengê te min tu kes nedî pir şîrîn e xwîna te





09.06.2020 14:15 ~14:15 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî