Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


29 mijar û 38 peyam
kovara tirşikê - tirşik
kovara tirşikê
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. ez jî dixwazim tevlî vê xebatê bibim, (belkî zanîneke me ya ewqas zêde nebe, lê xebat e, çi ji destê mirov bê, dijber di vir de jî dijberiyê neke, bê te nabe)



mijarên ku ez dikarim li ser bixebitim:

- hiqûq û hiqûqnasî

- werger (çîrok)

- mamik

- berhevkarîya zûgotinok, nifir, çîrok, ..



08.11.2015 02:24 | xendekî

21. ayı sözlük, ji peyamên li ferhengê hatine nivîsandin kovareke bi navê homojen derdixe. xebatek xweş jî derxistine holê: Here lînkê tirşik jî dikare kovarek derxe lê ji bo naverokê tirşikvanan agahî, zanyarî, ceribandin û pisporiyên xwe derxe holê û bi peyamên xwe de bide hisandin. (ez jî li nav, bi van peyamên bejin bihost kovar nayê derxistin. lê heger wê gotarên nû bê berhemandin, çima nebe. )



hinekî zor e.



08.11.2015 09:28 ~09:30 | biruya hayao miyazaki

22. mijara pêkenîyê li min hima ezê binivîsînim û bira xwendevan ji xwere bikenin lê divê sernivîsek hebe û sansur û reşşik tunebin em di serîde bazara xwe ji hevbiqetînin.



08.11.2015 11:48 ~11:49 | shorbevan

23. ger em vê kovarê derxinîn, ezê di hejmara ewil de di peyamên taybet de diyalogên ferhenga şikestî û simurg56 biweşînim, wê tîraja kovarê nekeve di bin dora du hezeran*



14.11.2015 18:01 | ferhenga şikestî

24. Kovara ku ez nizanim Bêka wê berî roja kurdîstana azad ê avakirin an na *



04.03.2017 17:23 | gumgumok

25. Nizanim lê amade kirina kovaran hinek zehmet e û ked dixwazê xuya dikê. Eger tiştek wisa dest pê bikê beriya her tiştî cidîtî pêwîst e. Pê re divê bi çawanî ango bi kalîte bê. Têrê tijîtiyê bidê. Rêk û pêk û bi intîzam bê. Rêzika sereke û jêneger exlaq û zimaneke dirist û paqij û zelal bê. Siyaseteke rasterast û berçav nebê, ji destê werê hîç nebê yan jî gelek sînordar û wekî bi qerîne bê.
Herwiha di çarçoveya exlaq, ziman paqijî û cidiyetî de;
Di destpêkê de wext werê diyar kirin. Li gorî nêrînê min pêşî di sala yekemînê her sê meh yek hejmar, wek yêkûnê çar hejmar dibe. Heke kar li rê bibê sala li dû kar werê mezin kirinê, mînak her meh hejmareke yan jî du meh hejmarek werê amade kirin. Evan jî têhev de dibe duwanzdeh yan jî şeş heb hejmar. Îşê amade kirinê ne li kar dibe vê gavê jî kar werê giran kirin. Berê pêşîn wek elektronîk yanê dibê wek malperek yan jî dibê wekî tirşikê di nav sepanekî de wek beşek werê weşandin.
Di dawiyê de ji xwe boçûn û bertekên xwendevanan nîşaneya encamê derbixê ber çavê.



18.05.2017 06:49 | rûbar

26. Eger mirov dete dilê xwe û reklama wê baş bike gengaze ku tiştek baş derkeve holê, dinya hinek xweş bibe wê dengê derxistina kovara tirşîkê wê hê bêtir bilind bibe.



20.05.2017 16:35 ~16:36 | azad30

27. Ez dibêm ji bo tiştê iha gere meriv hêviya xweşbûna dinyayê nesekine.
eger em dil bikin, em ê bikaribin vê rewşê da jî derxin. Jixwe dinya xweş nabe. Qe nebe em tiştên dilê xwe û hişê xwe da bikin.. Belkî wî çaxê dinyaya me a piçûk piçekî xaş bû..



20.05.2017 17:17 ~18:03 | bûtîmar

28. Kovara ku hemû tirşikvan soza piştgiriya wê dane, lê çi kesek neketiye nava hewldanekê. Ev 3 sal e jî qet behs lê venebûye û di sergoya tirşikê de ber bi wendabûnê ve diçe.

Vêga em werin ser meselê û ciddî bin, bi min tişteke pêkan e. Li tirşikê nivîskarên jêhatî gelek in. Ger bi rastî jî bixwazin û hewlbidin dê karibin di nava mehekê de kovarê debixin. Kovarek 3 mehê carekî derkeve, salê 4 kovar dike. Ne tiştek ewqas zehmet e. Di derbarê kovaran de tecrube û zanîna min tune lê ji îro pê de ezê lê bikolim. Û li benda wê roja ku moderator an tirşikvanên jêhatî dest bi karek bi vî rengî bikin da ku piştgiriyê bidim wan.

Rewşa tirşikvana nizanim lê wekî herkesî karê hemuyan heye. Lê kar dê her tim hebe û tu carî emê vale nemînin. Loma jî divê mirov ji xwe re neke hincet û bi fedakarî piştgiriyê bide karên bi vî rengî. 5 sal berê şikestî gotiye " xwudê hez bike, emê 2-3 sal şûnde kovarekê derxin" lê mixabin vaye em ketin sala 6 a. Çima weha bû? Ji ber ku kesî vî barî hilneda ser milê xwe û newêribû xwe têxe bin vî barî. Yên berê vî karî kirine, tirşikvana çavtirsandî kirin. Her kesî gotiye dê tiştek baş be lê kesê xwe nedaye ber an bi awayek net neaxiviye. Her kes gotiye çi ji dest me hat emê bikin lê negotine çi ji destê wan tê.

Wer hasil kelam ezê çendakî li ser vê mijarê bikolim û lê binehêrim bê ka çi ji dest min tê. Ji aliyê maddî ve rewş çawaye? Bo weşandina wê çi divê? Kî dê çi piştgiriyê bide? Di piyasê de valahiyek çawa heye? Em karin bibin alternatîfek? Emê karibin ji heq vî karî derkevin? Pirsgirêkên siyasî dê derên pêşberî me?



02.01.2021 22:34 | tîrêj zana 21

29. bi rastî koverek wisa heye. derbarê navçeya andirîn a mereşê ye.
(bnr: tirsik dergisi)
Here lînkê
malpera wan jî heye: Here lînkê



19.08.2021 07:22 ~17:12 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara folklora kurdan
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî