Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şerîf omerî - tirşik
şerîf omerî
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî min serkeftîtirÎn rapperê kurd e.. kî ye, ji kû ye baş nizanim.. lê telafûza wî bi ser ya kurdên ji rojavayê kurdistanê ve diçe.. lîrîsên stranên wî gelekî bi têr û tijî ne û watedar in..

di nav kolanên qamişlo de li ser qemyonekî permormanseka wî ya zindî heye, ku dema mirov temaşe dike, mirov ji ecêban ji pişta kerê xwe dikeve.. ez gelekî pê kêfxweş û serbilind im ku di nava meydan û kolanên bajarekê kurdistanê de hunermndek bi vî awayî hunera xwe îcra dike..

ji herkesî rica dikim ku bi dengê bilind guhdarî bikin:



27.12.2013 23:19 | endazer

2. hipopvanê ku weke serhado li ser pirgirêkên civakî distire.





serkeftî ye. xwedê bêhêle.



27.12.2013 23:31 | simurg56

3. ez bawer im ji kurdistana sûrî ye, strana xwe ya bi navê nerevin de behsa rewşa kurdên sûrî dike.



27.12.2013 23:34 | simurg56

4. ferqa vî camêrî ji rapper û hiphopbêjên din ên kurd kurdî û kurmanciya wî ya resen e.. û ya dî jî derdekê wî heye û vî derdê xwe bi zimaneke xweş û svik li hev tîne û dibêje.. pirraniya stranên wî li ser pirsgirêkên civakî yên kurdên li rojaavayê kurdistanê ye..

yanî gotinên stranên wî bi kurmanciya gewr in, û ji aliyê her kurdekî ve tê fêhmkirin

û mijara stranên wî jî ne li ser evînên beredayî ne û ne ji bo propagandaya partiyan e..



27.12.2013 23:46 | endazer

5. strana azadî



08.06.2014 18:49 | cîncoqo

6. wellehî camêreke hêja û têra xwe hîphopakî kurdewarî dike û bi ya min ji serhedo û kesên ku niha klîbên wan tên ser ekranê ( wanê hemî bi yek tîp riyê û porê/a wan fönkirî *))))) gelkî gelkî çêtir e.



02.07.2014 01:46 | mervan roni

7. kurdîyeke resen û bi qasî wê jî mero gava guhdar e dizane ku keseke ji wan kesên ku bi têra xwe ji ava mêrdîn û qamişlo vexwarî ye.



02.07.2014 01:50 | mervan roni

8. ji qamişlo, rojavayê kurdistanê, stranbêjekî rapperê kurdî ye. weke yekemîn rapperê rojavayê kurdistanê tê qebûlkirin û kilamên xwe bi zaravayê kurmancî dixwîne. ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên rojavayê kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa sûrî. şerîf omerî yekemîn konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. meriv kare bibêje ku omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên rasteqîn bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman. dengê şerîf omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in. ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne. hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên rojavayê kurdistanê hatine kişandin.



19.03.2015 02:02 | remlavêj

9. zûve dixwazim tiştekî ser binivîsîm.Bi min baştirin û çalaktirên rapperê kurdan e.Kurdiya wî baş û serkeftî,çene û dev bihêze.Ya herî girîng mesele û bûyerên rojane pir xweş bikartîne,rengê roja îro ji musîka wî difûre, tûnebûna vê yekê problemeke mezin e di musîka kurdî de lewre hê jî behsa berivanan dikin gelek kes hê jî kaniya kelepora gelerî dimiçîqînîn. Omerî karibûye roja me lehengê îro yê rasteqîn bixe nav musîka xwe bi min ev bes serkeftineke mezin e.Wekî din mina serhado merhedoyên çeqel, kurdînezan tenê slogan navî je ji nava dilê kurdistanê diaxife mizaha kurdî jî baş dizane heya pir xweş dike qutê stranê xwe.lê derfet û tekînka muska wî ne xûrte, kême divê bikeve dest menejerekî baş ew dem hûnê bibînîn ev lawê tarê yê bibe baştirîn hunermedê kurdan.



25.03.2015 22:00 | tivirloismail

10. (bnr: bankin azadi)



26.03.2015 23:28 | qoling

11. (bnr: lêxin)





28.03.2015 00:25 | hûteheftserî

12. Digel ku serkeftirîn rapperê kurdan e bi min ji serkeftirîn hunermendên kurdan e jî. Ji bo xwedê gotinên xweş çawa li hev tîne û rêz dike. Kula dilê me dicebirîne û hestên kurdewariyê li me zêde dike. Jixwe piştî piştgiriya rênas mîran yekcar xwe pêşde bir. Hela binêrin





Ne tenê mûzîkên wî belê vîdeoyên wî jî balkêş in û orjînal û resen in





Ne tenê ev hêman, serkeftina wî ya mezin ew e ku xwedî mêjiyekî kurdewarî ye û civaka kurda pir baş nas dike lewre dikare ji hertiştî mûzîkan ava bike





30.03.2015 10:20 ~10:24 | ceso

13. çi qas rast e nizanim hevaleka ji rojavayê kurdistanê gotibû, ji ber zêdetir xwe nêzikî pdk û barzanî dibîne pêşiyê asayîşa pydê gelek astengî jê re derxistine. paşê çawa çêbûye nizanim li hev hatine. straneka wî heye pir kêyfa min jêr tê, bi baweriya min neynika civakê ye ew stran.





30.03.2015 12:05 | xwînhingivîn

14. ez ji kena hişk bûm!



Here lînkê



10.04.2015 23:01 | remlavêj

15. http://rudaw.net/kurmanci/culture/100420151

gelo peyamê dide tirşikê *



13.04.2015 16:06 ~16:07 | kurê bavê xwe

16. stranbêjê rapa kurdî ye. min nuh bîhist. siheta wî xweş zimanekî henûn bikar anîye. kurdî ji bo stranê neherimandiye.



gotinên stranan jî bi mane ne.



wekî din di her strana xwe de çend bajaran dijmêre *



14.11.2015 14:29 | berxweda

17. (bnr: şerê mala apê fewzî)

(bnr: hey şerifo kuro te çîkir)

stranbêjê muzîka rapê, muzîkek biserketî çêdike dikare hinek din jî bi serketî çêbike lê dîsa bi deng û awaz li dinê be..



14.11.2015 14:42 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerîf polat

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî