Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
şerîf omerî - tirşik
şerîf omerî
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî min serkeftîtirÎn rapperê kurd e.. kî ye, ji kû ye baş nizanim.. lê telafûza wî bi ser ya kurdên ji rojavayê kurdistanê ve diçe.. lîrîsên stranên wî gelekî bi têr û tijî ne û watedar in..

di nav kolanên qamişlo de li ser qemyonekî permormanseka wî ya zindî heye, ku dema mirov temaşe dike, mirov ji ecêban ji pişta kerê xwe dikeve.. ez gelekî pê kêfxweş û serbilind im ku di nava meydan û kolanên bajarekê kurdistanê de hunermndek bi vî awayî hunera xwe îcra dike..

ji herkesî rica dikim ku bi dengê bilind guhdarî bikin:



27.12.2013 23:19 | endazer

2. hipopvanê ku weke serhado li ser pirgirêkên civakî distire.





serkeftî ye. xwedê bêhêle.



27.12.2013 23:31 | simurg56

3. ez bawer im ji kurdistana sûrî ye, strana xwe ya bi navê nerevin de behsa rewşa kurdên sûrî dike.



27.12.2013 23:34 | simurg56

4. ferqa vî camêrî ji rapper û hiphopbêjên din ên kurd kurdî û kurmanciya wî ya resen e.. û ya dî jî derdekê wî heye û vî derdê xwe bi zimaneke xweş û svik li hev tîne û dibêje.. pirraniya stranên wî li ser pirsgirêkên civakî yên kurdên li rojaavayê kurdistanê ye..

yanî gotinên stranên wî bi kurmanciya gewr in, û ji aliyê her kurdekî ve tê fêhmkirin

û mijara stranên wî jî ne li ser evînên beredayî ne û ne ji bo propagandaya partiyan e..



27.12.2013 23:46 | endazer

5. strana azadî



08.06.2014 18:49 | cîncoqo

8. wellehî camêreke hêja û têra xwe hîphopakî kurdewarî dike û bi ya min ji serhedo û kesên ku niha klîbên wan tên ser ekranê ( wanê hemî bi yek tîp riyê û porê/a wan fönkirî *))))) gelkî gelkî çêtir e.



02.07.2014 01:46 | mervan roni

9. kurdîyeke resen û bi qasî wê jî mero gava guhdar e dizane ku keseke ji wan kesên ku bi têra xwe ji ava mêrdîn û qamişlo vexwarî ye.



02.07.2014 01:50 | mervan roni

11. ji qamişlo, rojavayê kurdistanê, stranbêjekî rapperê kurdî ye. weke yekemîn rapperê rojavayê kurdistanê tê qebûlkirin û kilamên xwe bi zaravayê kurmancî dixwîne. ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên rojavayê kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa sûrî. şerîf omerî yekemîn konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. meriv kare bibêje ku omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên rasteqîn bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman. dengê şerîf omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in. ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne. hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên rojavayê kurdistanê hatine kişandin.



19.03.2015 02:02 | remlavêj

12. zûve dixwazim tiştekî ser binivîsîm.Bi min baştirin û çalaktirên rapperê kurdan e.Kurdiya wî baş û serkeftî,çene û dev bihêze.Ya herî girîng mesele û bûyerên rojane pir xweş bikartîne,rengê roja îro ji musîka wî difûre, tûnebûna vê yekê problemeke mezin e di musîka kurdî de lewre hê jî behsa berivanan dikin gelek kes hê jî kaniya kelepora gelerî dimiçîqînîn. Omerî karibûye roja me lehengê îro yê rasteqîn bixe nav musîka xwe bi min ev bes serkeftineke mezin e.Wekî din mina serhado merhedoyên çeqel, kurdînezan tenê slogan navî je ji nava dilê kurdistanê diaxife mizaha kurdî jî baş dizane heya pir xweş dike qutê stranê xwe.lê derfet û tekînka muska wî ne xûrte, kême divê bikeve dest menejerekî baş ew dem hûnê bibînîn ev lawê tarê yê bibe baştirîn hunermedê kurdan.



25.03.2015 22:00 | tivirloismail

13. (bnr: bankin azadi)



26.03.2015 23:28 | qoling

14. (bnr: lêxin)





28.03.2015 00:25 | hûteheftserî

15. Digel ku serkeftirîn rapperê kurdan e bi min ji serkeftirîn hunermendên kurdan e jî. Ji bo xwedê gotinên xweş çawa li hev tîne û rêz dike. Kula dilê me dicebirîne û hestên kurdewariyê li me zêde dike. Jixwe piştî piştgiriya rênas mîran yekcar xwe pêşde bir. Hela binêrin





Ne tenê mûzîkên wî belê vîdeoyên wî jî balkêş in û orjînal û resen in





Ne tenê ev hêman, serkeftina wî ya mezin ew e ku xwedî mêjiyekî kurdewarî ye û civaka kurda pir baş nas dike lewre dikare ji hertiştî mûzîkan ava bike





30.03.2015 10:20 ~10:24 | ceso

16. çi qas rast e nizanim hevaleka ji rojavayê kurdistanê gotibû, ji ber zêdetir xwe nêzikî pdk û barzanî dibîne pêşiyê asayîşa pydê gelek astengî jê re derxistine. paşê çawa çêbûye nizanim li hev hatine. straneka wî heye pir kêyfa min jêr tê, bi baweriya min neynika civakê ye ew stran.





30.03.2015 12:05 | xwînhingivîn

17. ez ji kena hişk bûm!



Here lînkê



10.04.2015 23:01 | remlavêj

18. http://rudaw.net/kurmanci/culture/100420151

gelo peyamê dide tirşikê *



13.04.2015 16:06 ~16:07 | kurê bavê xwe

19. stranbêjê rapa kurdî ye. min nuh bîhist. siheta wî xweş zimanekî henûn bikar anîye. kurdî ji bo stranê neherimandiye.



gotinên stranan jî bi mane ne.



wekî din di her strana xwe de çend bajaran dijmêre *



14.11.2015 14:29 | berxweda

20. (bnr: şerê mala apê fewzî)

(bnr: hey şerifo kuro te çîkir)

stranbêjê muzîka rapê, muzîkek biserketî çêdike dikare hinek din jî bi serketî çêbike lê dîsa bi deng û awaz li dinê be..



14.11.2015 14:42 | shorbevan

21. bi navê bela hat straneka wî heye, hem gotinên stranê hem jî sound û binesaziya stranê gelekî serkeftî ne, şerîfo bi her straneka xwe ya nû zanatir û şarezatir dibe.. di nav gotinên stranê de gotinên balkêş û pêkenî û îronîk jî hene, wek;



bang dikin dilîlînin qamişlo bû kurdistan

erê kurdistan e, lê bû wek afxanistan







ne ser xêrê be wa dîsa bela hat

ji esfuriyê baz daye, edra wî hat

........, dora wa hat

(kuro birevin xwe veşêrin bi xwudê dawiya we hat)

ehmed li xwe dide, baz da li vî alî wî alî

xelk nexweş dikevin ji ava biriq û gemarî

em fetisîn ji bêhna dixana motora ha ho

kehrebe qut bû haydê pêxin ampêro lo

xalid çû çû almanya

rêdûro çû swîsra

yûsiv winda bû di nav çol û darê bulxarya

çi yekî hunermend bû derket ji derve û ji bîr bû di nav kalîsê ewropa dê

nîvê wan gurrî bûn,

hisêno maye deyna dike ji dikanan

karê wî maye bide dû keçikê cîranan

çîko bi zorê qîza xwe firot kurdê tirkiyê

devê jinkê girê da bi guhar û bazinkê

tara xerbî miştbû bi zarok û keçika ha

her serê malekî tu nabÎnî du xorta ha ha

bang dikin dilîlînin qamişlo bû kurdistan

erê kurdistan e, lê bû wek afxanistan



birevin birevin

bela hat bela hat

xwe veşêrin dûr kevin

bela hat bela hat

ji esfuriyê baz daye

bela hat bela hat

hevalê feqîra ye

bela hat bela hat

birevin birevin

bela hat bela hat

xwe veşêrin dûr kevin

bela hat bela hat

ji esfuriyê baz daye

bela hat bela hat

hevalê feqîra ye

bela hat bela hat



.. bacan û xiyar her tişt bûne bi dolar

çi yekî betal bû, bû siysetmedar

ji ber kurmanca baz da feqîrê marê metar

meredo ne kurmanc e sabun xwar

do sibe rojê îmado mane wek îro

tenga maye zîna kir û ix kir xewa nîvro

fûtê betal e li serê qorzîkê almanya

maye nesbê xelkê dide ew micrimê fîro

bang dikin kurdistan

ê ser sera û ser çava re

ka ji min re bêjin kê darek çandiye ji bo rojava ve

gelka ji bo mafê xwe derketin serhildanan

û xelkê ji pişt wa ve vîze standin û rahiştin dolara

.............werin pîvaza,

her ro min ji xew radikin ê bafon û nehaza



bela hat bela hat

herkes dibê ez û ez

bela hat bela hat

milet bûye wek pez

kî rabû dizî kir û kera niya feqîra

milet winda bû di nav rastî û derew û hîla

gelekan rojava firotin bi du dolara

reviyan ji derve bûn welatparêz hawar e



birevin birevin

bela hat bela hat

xwe veşêrin dûr kevin

bela hat bela hat

ji esfuriyê baz daye

bela hat bela hat

hevalê feqîra ye

bela hat bela hat

birevin birevin

bela hat bela hat

xwe veşêrin dûr kevin

bela hat bela hat

ji esfuriyê baz daye

bela hat bela hat

hevalê feqîra ye

bela hat bela hat



ê zane zane ê nizane baqê nîska ye

li kampa domîzê qûna geleka ji derve maye

...

xwezî navê min kevçî ba bila navê min ne şerîf ba

leşkerê tirkî li ser sînora li me dixin û me dikujin

û kurdê tirkiyê li ber ... galatasaray û fenerbahçê li çepikan dixin





.........





21.06.2016 21:51 | endazer

22. hêdî hêdî qanî dibim ku rapvanê herî serkeftî ye. jixwe zimanê wî di nav hiphopvanên heyî de yê herî baş e.

ger koma kî ne em berî gelek salan dev jê berneda û hinek jî mijarên xwe cîdîtir bikira, belkî niha yê herî serkeftî ew bûn.



21.06.2016 22:14 | simurg56

23. Stranbêjek rapa Kurdî ye. Ez dibêjim di vê vîdeoyê de piçek nexweş e ji ber ku dengê wî kêm derdikeve. Feqîro êdî betiliyê qey.



19.08.2016 17:41 | biaqila malê

24. bûye ji penaberên kurd yên ku xwe avêtine bextê ewropayê. li ser valabûna rojavayê jî stranek bi navê rojvala weşandiye. di vê stranê de behs şerên kurdan yên rojane û di dîrokê de, dike. li ser çûna xwe ya li ewropayê û terikandina rojavayê, bi rûdawê re hevpeyvînek çêkiriye. di axaftina xwe de dema pirs jê tê kirin ku bê ka çima dev ji rojavayê berdaye; behsa kêmaniyan dike. lê tenê behsa hebûna kêmaniyan dike, behsa çawaniya wan kêmaniyan nake. tenê behsa qûtbûna şekir û gazê dike.

şerîfo di çûna xwe de azad e. mêrik ev 5-6 sal in li rojavê di nav şer de jiyaye. belkî ji xeynî wî 5 hunermend din nemabin li rojavayê, piştî şerê sûrî. lê naveroka gotinên wî yên pişt çûnê, vala ye.
vaye hevpeyvîna wî;



12.10.2016 19:33 | simurg56

25. pîçê dilbixwîn dara pirseka xweş jê dipirse wî canê wî dikelîne dibêje; ewê gel nebêje berê te daye destpêkirin valakirina rojava? * û şerîfoyê raper axaftin ne wekî rapêye.. wekî demançê li hev siwardike: kêmanî kêmanî.. çima tu dipirsî bira gel bipirse *

d.d: tmm Şerîfo te negot lê min ji te fehmkir here oxir be ji tere *



13.10.2016 10:43 ~10:46 | shorbevan

26. stranbêjek pir serkeftî ye. gotinên stranê wî, zimanê wî û klîbên wî gelek baş in.
lê vê dawiyê pêşdîtina straneke xwe ya nû parve kir. navê stranê wê ez kevok im lê be. yanî wê straneke gelêrî bi kar bîne di binesaziya strana xwe de.
lê xwedê nekuştî ev çi qehpik e di klîbê de dilîze:



ya ewil, li stranê nayê. ya duyamîn, tenê çend roj piştî klîbên li ser şerê şerê efrînê, ev çi bêcîdîyetî ye?
sîmrg56 ev neeciband!



10.03.2018 23:42 ~23:42 | simurg56

27. Haha ev xweda supere..
Ev stran ne bi destê şerîfo ne jî bi kêfa simurg56 çêbûye wekî hemû strana
Xwedê tiallah çêdike û bi destê min, zikrê min yanî axavtinên min yên rojane û stranên ez di sitirim yansima wî di hunermendên di kontrola minde dertê

û wê keçika sexy a orispî heyf nîne meriv jêre bibêje qehpik... * tu pir berketiyê efrînê bana teyê piştgirî bida min... niha min dît şerîfo murîdê mine û riya wî raste gelek stranek xweşe wê di piyasêde xwe bigire bi îzna rebê min

dibêjin kesên pir sonda dixwin vira dikin lê nizanim hûn çi merivin min wateya jiyanê tê derxist min ti gu kî ji we tirşikçiya fehm nekir hun çi merivin? law! hunê çewa bawerbikin* Ez bi rebê serya we ust dewreyê wekim ez rast dibêjim

ez hingî demek diketim tirşikê û tirşik û tirşikçî şerîfo hipopa tirşêkê derxist tirşik

Niha stran wiha di afirin

Mesela kesek odam kîreç tutmuyor sitirye kesekî din bi araqê an bi hişberî gohdarkiriye yansima wî di beytocande bi awhayê ey yaramin zû were/diyarbekir mala min derketiye holê.. tê bîra we demek serdar ortaç sitrana bahtiyar sitirîbû ev bi saya xwedêye stranbêj ne bi serê xwene.. elyna rovi hineka wê ajotiye strana meledımeledim gotiye hineka gohdarkiriye geessibağğlarrı sitirye û çûye buye enqerenunbaxleri(ez bi zanebun çewt dinivîsim biborin wisa icab dike)
û hemû buyerên xendeka heyfa wî di van sitranadeye..
ibo beytocan çavên minin şaş neyê fehmkirin orispiyê vî îşêne bi taybetî ibo ki tir kiriye di devê iboda buye stran û wekî diz hatiye dîtin lê na.. ev qedera xwedê bi strana û azanê diçe serî.. di aşamaya ku heta stran çê dibin kî çi guneh kiribe dema stran bi taybeti ji alî minve tê gohdar kirin çi gu xwaribin heyfa wî tê sitendin virên wan dertên îtirafiya dikin...
keramet û hikmeta stranên bîna ♪bingol şewtî ji xirê minve♪ di dawet û dilanande lêdikebe û li berê dileyzin dema ev stran tê gohdarkirin kesên bûne sedema vê buyerê hesabê wî didin edî bi canê xwe.. jiber wî dema strana bingol şewtî lêket bibêjin xweşkin xweşkin temeziyê xwe geş bikin *

ezê rojek navê endazer bikim stran û awaz li ser dev û zimana hûnê wê deme bawerbikin


ev strana şerîfo van gotinên wî aydê minin ji stranên du sê meh mingoh darkiriye û sitirîme yansima wî li hevketî derketiye holê

efriqa(ji strana şakîra), xwedê tiallah(axaftina min), kevokim lê û lê(dueta ibo/muslum û şehrîbana û kesek din )argîle, şebab (hevalênmin yên sûriyê hene kişandina nargîlê û axaftinên me di stranêde derbas dibin) derdê min girane ( lo bira bira şivan/rojîn) kesê yara wî tune ( kirasê te melese /eyub alî)
beşên din min tê dernexist ew qehpik ji ku derketiye yansima A.roviye nizanim *

ez vira bikim sevgiliya min jimin berdayîve ez hêza xwe roj biroj bi dest dixim roj bi roj bi hêztir dibim wê gelek tiştên xweş bibin dinya dibe cinnet li bendê bin ezê bibim hakimê dinyayê wê dinya bibe kurdistan qudsa silhedin jî paytext...



11.03.2018 14:42 ~15:00 | telebê hz mêdî

28. piştî çend karên eletewş, straneke baş weşandiye.
(bnr: bide min)




28.10.2018 12:17 | simurg56

29. di vê strana xwe de (çirke 1:45) dibêje "bi kurdî bistire ne bi erebî û tirkî. Ka tu çilo kurd î diaxivî bi elmanî?"


lê di stranên xwe yên dawî de her tim cih dide elmanî û erebî jî. temam stranên wî xweş in lê bi xwe re ketiye nav nakokiyê.
mînakên bi kurdî-erebî-elmanî:







16.03.2019 19:27 ~19:27 | simurg56

30. Strana xwe ya nû bi navê "Hewar e hewar e" belav kir.




30.03.2020 18:27 | brzn

31. Rapperê dema behsa kêşeyên civakê dikir serkeftîtir bû.



31.03.2020 02:07 | mansûr

33. Ji xwe re hesabeke twitterê vekiriye û li bin her tweetê dibêje min bişopînin. Carê ff dide xwe jî



31.03.2020 18:39 | bedirxan

34. rapbêjê kurmanc yê ji qamişlokê ye. Xuyaye ew jî ewqa baweriya xwe bi kurmancî nayênê. Çiqa kurmancî bistrênê jî, stranê wî bi piranî erebkî ye. Hevpeyvinê xwe jî bi erebkî dike. Wilo nabe şerifo.



02.12.2020 20:52 | hueyn

35. Şerifo kurmancî hat nas kirin erebî hat jî bir kirin...



03.12.2020 01:08 ~01:09 | dilreş

36. Rapperê ku ji eslê xwe ji Mêrdînê/ omeriya ye



03.12.2020 12:50 | merwano

37. Di hevpeyvîna xwe de ji bo rexnedariyên li ser zimanê wî, bersiva wî ew bû ku got, " Ezê ne bi tenê Kurdî, bi Erebî bi Almanî jî bistirênim ji ber go armancek min heye. Ez dixwazim bangewaza me bi hemî gelan bidim bihîstin."



03.12.2020 19:40 | zîzo

38. stranekî nû bi navê rezo belav kiriye.



24.05.2021 01:00 | hueyn

39. straneke nû derxistiye. navê stranê şere şere. kêfa min ji klîbê re hat. li gor min dîsgotina stranê li ber strana şemdîn ya bi navê şer şere hatiye nivîsandin. jixwe ew strana şemdîn dibêje anonîm e.
stran, bi wê dirûşma ku şerîf di tirshika hiphopa kurdî de têne ziman hatiye amade kirin:

ger tu bibêjî partî emê bêjin em yekin
ger tu bibêjî bijî emê bêjin azadî





18.12.2023 02:48 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerîf mardîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî