1. li gorî min serkeftîtirÎn rapperê kurd e.. kî ye, ji kû ye baş nizanim.. lê telafûza wî bi ser ya kurdên ji rojavayê kurdistanê ve diçe.. lîrîsên stranên wî gelekî bi têr û tijî ne û watedar in.. |
|
27.12.2013 23:19 |
endazer
|
2. hipopvanê ku weke serhado li ser pirgirêkên civakî distire. serkeftî ye. xwedê bêhêle. |
|
27.12.2013 23:31 |
simurg56
|
3. ez bawer im ji kurdistana sûrî ye, strana xwe ya bi navê nerevin de behsa rewşa kurdên sûrî dike. |
|
27.12.2013 23:34 |
simurg56
|
4. ferqa vî camêrî ji rapper û hiphopbêjên din ên kurd kurdî û kurmanciya wî ya resen e.. û ya dî jî derdekê wî heye û vî derdê xwe bi zimaneke xweş û svik li hev tîne û dibêje.. pirraniya stranên wî li ser pirsgirêkên civakî yên kurdên li rojaavayê kurdistanê ye.. |
|
27.12.2013 23:46 |
endazer
|
5. strana azadî |
|
08.06.2014 18:49 |
cîncoqo
|
6. wellehî camêreke hêja û têra xwe hîphopakî kurdewarî dike û bi ya min ji serhedo û kesên ku niha klîbên wan tên ser ekranê ( wanê hemî bi yek tîp riyê û porê/a wan fönkirî *))))) gelkî gelkî çêtir e. |
|
02.07.2014 01:46 |
mervan roni
|
7. kurdîyeke resen û bi qasî wê jî mero gava guhdar e dizane ku keseke ji wan kesên ku bi têra xwe ji ava mêrdîn û qamişlo vexwarî ye. |
|
02.07.2014 01:50 |
mervan roni
|
8. ji qamişlo, rojavayê kurdistanê, stranbêjekî rapperê kurdî ye. weke yekemîn rapperê rojavayê kurdistanê tê qebûlkirin û kilamên xwe bi zaravayê kurmancî dixwîne. ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên rojavayê kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa sûrî. şerîf omerî yekemîn konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. meriv kare bibêje ku omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên rasteqîn bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman. dengê şerîf omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in. ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne. hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên rojavayê kurdistanê hatine kişandin. |
|
19.03.2015 02:02 |
remlavêj
|
9. zûve dixwazim tiştekî ser binivîsîm.Bi min baştirin û çalaktirên rapperê kurdan e.Kurdiya wî baş û serkeftî,çene û dev bihêze.Ya herî girîng mesele û bûyerên rojane pir xweş bikartîne,rengê roja îro ji musîka wî difûre, tûnebûna vê yekê problemeke mezin e di musîka kurdî de lewre hê jî behsa berivanan dikin gelek kes hê jî kaniya kelepora gelerî dimiçîqînîn. Omerî karibûye roja me lehengê îro yê rasteqîn bixe nav musîka xwe bi min ev bes serkeftineke mezin e.Wekî din mina serhado merhedoyên çeqel, kurdînezan tenê slogan navî je ji nava dilê kurdistanê diaxife mizaha kurdî jî baş dizane heya pir xweş dike qutê stranê xwe.lê derfet û tekînka muska wî ne xûrte, kême divê bikeve dest menejerekî baş ew dem hûnê bibînîn ev lawê tarê yê bibe baştirîn hunermedê kurdan. |
|
25.03.2015 22:00 |
tivirloismail
|
10. (bnr: bankin azadi) |
|
26.03.2015 23:28 |
qoling
|
11. (bnr: lêxin) |
|
28.03.2015 00:25 |
hûteheftserî
|
12. Digel ku serkeftirîn rapperê kurdan e bi min ji serkeftirîn hunermendên kurdan e jî. Ji bo xwedê gotinên xweş çawa li hev tîne û rêz dike. Kula dilê me dicebirîne û hestên kurdewariyê li me zêde dike. Jixwe piştî piştgiriya rênas mîran yekcar xwe pêşde bir. Hela binêrin Ne tenê mûzîkên wî belê vîdeoyên wî jî balkêş in û orjînal û resen in vîdyoyê veke Ne tenê ev hêman, serkeftina wî ya mezin ew e ku xwedî mêjiyekî kurdewarî ye û civaka kurda pir baş nas dike lewre dikare ji hertiştî mûzîkan ava bike vîdyoyê veke |
|
30.03.2015 10:20 ~10:24 |
ceso
|
13. çi qas rast e nizanim hevaleka ji rojavayê kurdistanê gotibû, ji ber zêdetir xwe nêzikî pdk û barzanî dibîne pêşiyê asayîşa pydê gelek astengî jê re derxistine. paşê çawa çêbûye nizanim li hev hatine. straneka wî heye pir kêyfa min jêr tê, bi baweriya min neynika civakê ye ew stran. |
|
30.03.2015 12:05 |
xwînhingivîn
|
14. ez ji kena hişk bûm! |
|
10.04.2015 23:01 |
remlavêj
|
15. http://rudaw.net/kurmanci/culture/100420151 |
|
13.04.2015 16:06 ~16:07 |
kurê bavê xwe
|
16. stranbêjê rapa kurdî ye. min nuh bîhist. siheta wî xweş zimanekî henûn bikar anîye. kurdî ji bo stranê neherimandiye. |
|
14.11.2015 14:29 |
berxweda
|
17. (bnr: şerê mala apê fewzî) |
|
14.11.2015 14:42 |
shorbevan
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |