Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
dilkutik - tirşik
dilkutik
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yanî rawestîn û karnekirina dil.. ji herdu peyvên dil û kutanê çêbûyiye.. dil wekê ku herkes pê zane organeka heyatî ya bedena mirovan e, xwînê li bedena mirovî digerîne, nirxê germaya laşî eyar dike û gelek tiştên din.. û kutan jî hem tê wateya lêdan û lêxistinê, ku peyva mêkut an mîrkutê jî vir tê, û hem jî tê wateya dawiyê, ku ew jî wek kutahî tê zanîn, wek kutayî li karê xwe anî.. kutana di vê peyvê de ji herdu wateyan jî ne dûr e.. lê ez welê texmîn dikim bêtir bi kutanê ve yanî bi lêdan û lêxistinê ve eleqedar be, çimkî ji bo dengê dilî jî dibêjin kut-kuta dilî.. wek feqîro ji tirsa bizdahabû, kut-kuta dilê wî ji kîlometreyekî wêdetir dihat bihîstin..



di nav hevokê de jî wiha tê bikaranîn:



- di nîvê rê de dilkutik giha ye, heta birine nexweşxaneyê zilêm emrê xwe temam kiriye..

- pîrika min ji ber nexweşiya dilkutikê çû ber rehma xwudê..

- mirovek welê ye heta gunehê ezraîl jî pê tê, ev cara didoyê ye ji ber dilkutikê difitile..



28.12.2013 18:58 | endazer

2. peyva ku dihêle mirov bibêje divê ev peyv jî hebin

dilkut: ji wir derdikeve ku ew kes an tişta ku dilî disekinîne, ye.

dilkutan: sekinandina dilî.

(bnr: peyvçêker)

(bnr: peyvçêkêrên nezan)

(bnr: peyvçêkerên zana)



28.12.2013 19:08 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilkutik

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî