Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
kurdên femînîst - tirşik
kurdên femînîst
(36) (23) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdên ku fikira xwe li ser dijminahiya mêran ava dikin bi pirranî jî keçik in.

binere

duayên kurdî/21957

li vir û di şiroveyê de çend xeletî hene.

1. yek xwedê bila xwişka te û birayê te jî bihêle divê mirov aciz nebe ku yek ji kesekî ku em jê hez dikin re dua dike.

2. ev dua ne tenê ji aliyê jinan ve dihê gotin û mêr ti carî nabêjin, ka çi sûcê mêran e!

3. heger bigota xwedê xwişka te bihêle te yê çi bigota?

welhasil

(bnr: kurd û îdeolojî)



28.12.2013 23:23 | dijber

2. yên kurd jî tê de hemû jinên cîhanê yên sik û xwîntehl û xwende femînîst in..

ez bi wan re rû bi rû neştexilîme, lê ez dibêjim qey û welê texmîn dikim ku bi vê yekê dixwazin heyfa xwe ji neheqî û bêedaletiya (!) xwudê û xwezayê hilînin..



28.12.2013 23:36 | endazer


4. tevger a mafên jinan



29.12.2013 19:36 | fırat evdal

5. ew ji me kêm bûnê ne.. bêguman parastina mafê jin, zarok û mêran û wekheviiya wan xweş e lê heke izmeke li hemberî bawerî û nêrînên dî dawa dijminatiyekê bike bile bicehmin herin nav kolikên xwe *



20.02.2014 19:05 | elomelo

6. di van salên dawî de ji ber felsefeya "jina azad" ya apoîzmê ve hejmara wan gelek zêde bûye, her yek ji wan wek çawiş û başçawişan ber bi dûvê namzetan grê dane, feqîrên xwedê bêdestûr nikarin mîza xwe bikin bi xwudê kî



21.02.2014 00:27 | prode_pasha_chinyo!

7. jınen ku prode_pasha_chinyo! qet tiştek jı wan serwext nebu ye!



21.02.2014 00:41 | rutirş

8. Șașîtiye ku meriv ji kurdén ku femînîzmê bandorî li wan kirine re béje, teklîdok. Belé dibe ku teqlîd jî hebin nikarim derewan bikim lé ez yeke ku beré bédeng dibindestiya mérekî de bú ji nezîk ve dinasim ku a niha tira ji wî merî berdide. Qașo mer bú a niha bú ye mérok. Ji bilî vé mînaké, ne feminizm ne jî tu fikir/ideolojîyéndin ji ser merivan re nayén fér bún an jî nîqaș kirin. Ger hún ji kesen ku ew kiras li wan nehatiye re peyvan dikin ser seré min ez deng nakim lé li ser wan kesén ku ev kiras li wan nehatiye hún dev bi avéjin îdîolojiyé îskut bibin ji xwe re. Feminizm îdeolojiyeke ku dîroka wé ya hîn negihaye sed salî. Belé ger em té de li nakokîyan bigerin hem di teoriya xwe de hem jî di çalakiyé de pir kémasî hene, di bingeha xwe de wekheviya jiné ya li nav civaké dixwaze bi gelemperî șerekî giran ji bo azadiya mirov dide ku bi saya vé yeké zilam jî serkeftî ne. Ji bîr mekin șeré xwe li hemberî çandeke zilamtiyé ku bi sedsalane runiștiye didin ú barén wan birastî jî ne sivik e. Peyvén xwe yén beredayî ji xwe veșérin zilamno an ku derfet bidest me bikeve em dé we bikin zilamok, bi kîriké xwe ne xeber nedin, emé jé bikin ha ;)



31.01.2018 23:28 | jeahro

9. sernivîsa cardin nîşandaye ku gelemperîya ciwanên Kurdan çiqasî korrefehm im!
1-Femînîzm dijberî çanda bavsalar a ku bi hezaran sal e ne bes li ser jinan, li ser hemû zayendên ne-hetero û ne-mêr tehde dike ditêkoşe.
2-Wekî hemû îdeolojîyên din, femînîzmê de jî gelek fraksîyon û hizbên ciyawaz henîn. (Femînîzma radîkal, femînîzma Marksîst, Femînîzma sosyalîst, Femînîzma liberal, Femînîzma Reşîkan hwd)
3- Çawa ku berîya Marksîzmê jî tehde û desthilatdariya li ser çîna karkeran hebû li bi marksîzmê ve êdî li çawirdora dinyayê mirovan bi awayekî rêxistinî li dijberî sermayegeriyê kar kiribe, tehde û desthilatdariya li ser jinan jî bi hezaran salin heye lê bi femînîzmê ve jinan bi awayekî rêxistinî li dijberî bavsalarî û desthilatdariya mêran kar kir. Veca gelo hûn bi kudera xwe difikirin ku femînîzmê wekî teqlîd binav dikin!? Ji kerema xwe vegerin hebûna xwe binêrîn hûnê bi sedan teqlîdkirinên sosret bibînin.
Niza'm van rojan kertî bûye trend an ev kesên gêje gêj xeberdinin serxoş felan in!



30.07.2018 15:51 | jifêzagorda

10. Kurdên gelemperî rayedarên hdp ê û chp ê ne
Armanca wan li gor kesên bi wan re axivî me wekhevîya jin û mêran e
Di hemû beşê jîyanê de dixwazin jin û mer wekhev bin
Di sûxrê mala de ,di xebatê de ,di mezin kirina zaroka de ,di duaya de( xwûdê birê te bihêle ),di mîrateyê de,di hezkirina dê û bav de,di nimêja de(jin jî meletîyê bikin) dixwazin jin û mêr wekhev bin

Piranî keçikên derin zanîngeha an jî yên ku derin bajarê mezin yê tirkîyê dibin femînîst
Lê yê li kurdistanê dimînin jî bi saya hdp û apo dibin femînîst
Car caran jî jinên jinebî(ji vê peyvê jî gelekî acizin)yên ciwan dibin femînîst û wek zilama xwe dixin her civatê û çêra davêjin ,cixarê vedixwin

Wer hasil bela serê civaka kurda ne û yê xorta ne
Ji destê wan bê dê kîrê xorta jê bikin û têxin ( berîka) wan



06.02.2020 19:46 | tîrêj zana 21

11. piştî 2010an femînîstên kurd bi nexweşiya femînîstên tirk ketin û armanca wan a eslî ji hilweşandina bavsalariyê wêdetir, bû dekolteya sîng û çaq û zik. sedema vê ecêbê jî ew nifş e ku di salên 90î de li bajarên tirkan hatine dinê û li wan deran mezin bûne.



08.07.2020 03:17 | ezcan

12. Em mînakek bidin; Fexriya a..
Belkî jê bipirsin ewê bêje na ez ne femînîstîm lê belê femînîsteke xurt e.. hûn bername wê û Mehdî mutlu temaşe bikin hûne bibînin ez behsa çî dikim..



08.07.2020 09:51 | xeletnivîs

13. Îdeolojiyeke vala ye ez xulam..
Çewtiyen pir zede dihewîne nav xwede..



08.07.2020 09:52 | xeletnivîs

14. Tiştên vala dikin. Vala.



08.07.2020 21:05 | ezxeyic

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên femînîst

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî