Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirkmancî - tirşik
tirkmancî
(29) (18) (4)
di mijarê de bigere

33. li Mûşê jî merivên niha wiha diaxivin;
-aramîşke
-qapatmîşke
-beklemîşke
-qonişmîşke...



12.05.2017 21:16 | dizek

34. Di van rojan de di medyaya civakî de zehf popûler bûye, hema bêje tevî trollên me yê kurd bi vî zimanî dinivîsînin.



20.05.2017 19:18 ~19:39 | mîr

35. (bnr: denemîşkirin)



31.10.2017 00:29 | bûtîmar

36. li zanîngeha semsûrê ciwanê welatparêz û nîjadperest nêzîkê hev rûdinin ciwanê kî semsûrê dibêjî 'kurdî konişmîş bike orispî çocixî anlamiş dike'



31.10.2017 21:44 | elîşêr

37. hevalê minê ê malê (ji qelqelî) ez îro çûm 'kutupxanê' ez matematîkê 'çalişmîş bûm' mi testê xwe 'bîtîrmîş kir' sonra çûm dersê.



31.10.2017 21:59 | elîşêr

38. Xama-gendeyên me ku wekî min: ) êdî nikarin kurdî biaxivin. Ji neaxaftinê çê ye. Berî niha ez jî hişk bûm li ser vê mijarê. Lê belê vêga nîn im. Nivikî tirkî jî bibê hema destek bidin bere biştaxilin.
Freedom for '-miş kir'. Ya rebî sena çox şikir.



01.11.2017 00:41 ~00:44 | rûbar

39. (bnr: hêcka) yekî xelqê Mûşê,
di trt6 ê de,
ji bo Operasyonên Efrînê got
gönüllî olarak ezê herme sevaşê
(ez ê bi rızaya dilê xwe herim şer).

belkî ev tirkmanciya we bibe kul û di qirika we da bibe êşa xeneqûtkê



03.02.2018 14:36 | bûtîmar

40. (bnr: erebmancî)



07.06.2020 00:05 | mîr

41. (bnr: tirkmançîya te anlamîş nakim tirkî konuşmîş bikin)

Ez bigrim an bikenim?wela ez ê wilo dibinim qehra dibeecim.



06.01.2021 23:11 ~23:12 | dilreş

42. Kesên ku di bandora zimanê tirkî de ma ne. Bi taybetî Kurdên bakûr xuya dikin lê gelek netew bi vî awayî bişaftî kirin. Taybetmendiya tirkmancî peyvên xwerû bi mentiqa tirkî fikirîn û axivîn e Mînak-1ezerî qewmeke arî ne lê zimanê xwe wenda kirin. Mînak-2 tirkmen bi eslê xwe ereb in lê ew jî bişavtî tirkî bûn.



07.01.2021 00:29 ~00:29 | rodem

43. (bnr: kapıyı açmışke)
(bnr: derîyi vekirir misin?)



19.05.2021 00:36 | heval.js

44. rastiya me ya îro ye.
xelk reşik dane vê peyama reben (tirkmancî/133818) lê tiştekî wiha heye.* biraziya min a 4 salî ji ber televîzyonan û hevala xwe ya tirk wiha dipeyive û em her carî ji kenan zikopişto dibin. îja kekê wê ya 8 salî jî di heman şertan de mezin dibe. zarok tv û trt çocuk du qanalên wî yên favorî bûn. tê bîra min bê pepe nedisekinî, stranên pepeyî ji ezbera xwe digot. lê niha ji min sed qat nativetir bi kurdî dipeyive û bi ser de hinin zazakî jî dizane ku carinan em pêşbaziya rêzkirina peyvên kurdî dilîzîn zora min dibe bi peyvên zazakî û qejmerê apê xwe henekên xwe bi min dike.* wehasil mirov têr nabe wî guhdar bike. lê ev keçik çima wiha bû em fêm nakin lê asîmîlasyon bi hemû leza xwe dewam dike.

- apo, ez bixwisem sen de bixu. :(



19.05.2021 13:24 ~13:27 | biruya hayao miyazaki

45. çiqasî kêfa mirov pê neyê jî ji tenê tirkî çêtir e. bi vî şiklî mirov piştre dikare zimanê xwe biedilêne û vegere kurmancî belê ji tirkî vegera kurmancî gelek zor e.



19.05.2021 13:35 | hueyn

46. ne hew bikaranîna peyvên turkî ye lê bikaranîna vaca turkiyê ye jî. ji devla em peyvên fizûlî darêjin divê pêşî em zimanê xwe ji biwêjên vacturkî pak biken. çend mînak û awayên rast:
• lê gerîn - telefon kirin: lê gerîn tenê li bakurî bi kar tê parçeyên din dibêjin telefon kirin. mixabin me ev bikaranîne ji turkiyê wergirtiye.
• xwedî derketin - xwe lê xwedî kirin: ji vê ne piştrast im reng e xwedî derketin jî dirust be.
• xwe hest kirin - hest kirin: bo nimûne dibêjin xwe baş hest dikim, eve rasterast ji turkiyê werger e. pê navêt tu xwe hest bikî tenê hest bike bes e.
• derketin - hilkişîn: bi wateya "bi derenceyê berev jor çûn"ê, hin kes dibêjin "ez ê derkevim jor", awayê rast wa ye: "ez ê hilkişim jor")
• girtin, hatin girtin, vekirin, vebûn - vemirandin, vemirîn, vêxistin, vêketin: ji bo tiştên elektronîk yên rastê dirusttir in û bi hişê kurmanciyê ne.
• qisûrê nerîn - lê borîn, bexşandin

niha ewqas hatin hişê min eger wun jî bizanin ji kerema xwe binivîsin da em jî sûdê jê wergirin.



05.09.2021 00:48 | keyomerd

47. Sûret/wêne kişandin-----> Sûret/wêne girtin( ji bo vîdyo û her cûre dîmenan derbasdar e)
Derketina jor(?)-----> banîketin( wek:li derenca banîketin)
Vekirin,girtin----------> pêxistin,vemirandin(ji bo şixûlandina alavên li ser cêyranê )
Li cêyranê siwarkirin-------> ji bo amûrên bi rêya kabloyê rasterast digihê cêyrana malê (soba hemamê siwarî cêyranê bikin ger siwarkirî be pêxin.)
Xweşa yekî hatin--------> kêfa yekî hatin
Cîhê tiştekî gûhertin------> vegûhastin
Ji bo sazkirina amûrên giran ku divê ji cîhê xwe neleqin-----> Li derverkê xistin ( bila filankeso maşîna parzînka avê ji me re lêxe)



05.09.2021 10:09 ~10:12 | pîroz