Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dilbixwîn dara - tirşik
dilbixwîn dara
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. rojnamevanê kurd ku eslê xwe ji kobanîyê ye. heta niha kovarên weke Rewşen, Avaşîn de nivîsiya. dema televîzyona med tv vebû, li vê televîzyonê pêşkêşkeriya nûçeyan kir.

vê dawiyê televîzyona rudaw tvyê de dîsa pêşkêşvaniya nûçeyan dike.

mixabin wî ji bi nexweşiya bikaranîna nav û paşnavên bedbîn yên hunermendên kurd ketiye.



29.12.2013 12:47 | simurg56

2. bêjer û pêşkêşkereke serkeftî ye.. di kanala rûdaw tv-yê de bi çend karan ve radibe, hem nûçeyên kurmancî amade dike û pêşkêş dike û hem jî çend bernameyên siyasî yên guftûgoyê amade dike û pêşkêş dike.. wekê din xwediyê malpera avestakurd.netê ye jî..

berê di kanala kurdistan tv-yê de jî kar dikir û bi ser navê kurdistan tv-yê hevpeyvînek bi rapperê meşhûr yê kurd, xatarre kiribû.. têkiliya wî bi jan dost û ciwan haco re baş e..



23.01.2014 23:57 | endazer

3. hebûna xwe li ser rexnekirina pkkê ava kiriyê çiqas keskî li kuçe kolanan ê dijberî pkk^yê diçê dibînê û bi wan re bernameyan çêdikê, ne xwedî aklek analizîyê ji xwe dilê nefret ketibiyê mejî jî naxebite...avesta kurd ji malpere pişti nefelê ya herî xirab e...



29.01.2014 13:32 | jajî

4. hin kes hene bi kurdî nizanin lê azadiya kurdistanê jî bi dilek paqij diparêzin

hin kes hene kurdî pirr xweş dizanin lê kesayet pênç qirûş nake .. dilbixwîn ji van kesan e ku tûrikê xwe avêtiye pişta xwe û li dû pkkyê digere ez ne ku parêzariya pkk'yê dikim lê helwesta wî ne objektîf e ne însanî û wîjdanî ye ne jî kurdewarî ye.. nûçeyên ku di derbarê civîna rewşenbîrên ku li ewropayê pêk hatibûn de çêkiribûn û agahiyên ku ragihandibûn tev derew derket mariv şerm dike şerm... divê mesele ne rûxandin be, çêkirin be..



29.01.2014 17:32 | ferhenga şikestî

5. xwediyê navek zêde ecêb e. dema mirov wergerîne tirkî dibe "kanlıyürek dara"; dema mirov werdigerîne îngîlzîî dibe "bloodyheart dara"

temam belkî bi kurdî bilêvkirina wê xweş be lê weke naveke insanan, wateya wê nexweş e.



19.04.2014 16:29 | simurg56

6. kurdÎyekÎ fesih diaxife.



19.04.2014 17:28 | hun çawane heval:)))))))

7. Çaxa navê wî seh dikim, cegerxwîn tê bîra min



Bi Rastî merivek karê xwe de pispor e. Dîksiyonê wî baş û profesyonel e



03.09.2014 23:20 | mîr

8. usûl û ûsluba wî ya pêşkêşkirina bernameyan dişibe ya mehmet alî bîrandê rehmetî..



03.09.2014 23:49 | endazer

9. belê terza wî mîna Mehmet ali birand e, dayika birand jî kurmanc bû. Dibe ku xwînê wan ji hev çûye *



03.09.2014 23:58 | mîr

10. zimanxweş e lê bi ya min stîla wî hinekî fişalkirî ye. pêşkêşkirina nûçeyan de xwe zêde ba dide û dişidîne û hevokên zêde dirêj bi kar tîne gelek caran. ger hinekî din sakîn be û hevokên kurttir bi ar bîne, wê baştir be.



04.09.2014 00:04 | simurg56

11. xweşdeng Û xWEŞKELAM. rojnamevanIYA WÎ xerab E, LÊ anchormanIYA WÎ PIR BAŞ E.



04.09.2014 00:40 | seydayê_peyvan

12. nivîskarê malpera avestakurd.netê ye.

bi fikr û zimanê xwe rojnewanîya kurdî xweş temsÎl dike.

twittera wî:

Here lînkê



23.10.2015 14:07 | kaşanî

13. mirovekî bêşexsiyet e. her roj di nûceyên rûdawê de derbarê ypg'ê de herî kêm xebereke reşkirinê dike. bi ya min bila erdoğan wî tranferî tvyeke tirkiyê bike da ku anchormanên tikan bibînin ka derew û reşkirin çawa tên kirin.



08.09.2016 12:30 | nazim tolhildan

14. ankore ki pir heja li ser qanala rudaw. kurmanciya wi pir xwese. ez heyrana kurdiya wi me



15.06.2019 22:19 | tomcruise

15. Dilbixwîn Dara li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li Helebê xwendiye. Sala 1990 çûye Almanyayê.

Ji sala 1987an ve dest bi karê rojnamevanî kiriye. Ji 1987-1989 serperiştiya kovara Torevan kir ku bi nihênî li bajarê Helebê derdiket. Li bajarê Bonnê edîtorê kovara Rewşen bû. Sala 1992 li bajarê Dusseldorfê serperiştiya beşê Kurmancî yê kovara Berxwedan dikir. Sala 1994an yek ji damezrênerên Enstîtûya Kurdî li Berlînê bû û rêveberê nivîsandinê yê kovara Lêkolîn li wê enstîtûyê bû.

Sala 1995 dest bi karê televizyonî kir û yekemîn bêjerê Kurmancî li yekemîn kanala asmanî ya Kurdî Med-TV bû ku roja 19ê Gulana 1995an dest bi weşana xwe kir.

Dara programên (Kursiyê Gel) û (Gelawêj) û çend programên din di wê kanalê de pêşkêş kirin. Piştî girtina wê bû pêşkêşkarê Medya TV.

Sala 2006an li kanala Tîşk li Parîsê bû amadekar û pêşkêşkarê programa (40 Deqîqe). Paşê jî di Kurdistan TV de programa (Ezmûn) amade û pêşkêş kir.

Di sala 2000 de rojnameya Avestayê çap û belav kir. Piştre bi awayê elektronî dirêjahî da weşandina wê.

Ji sala 2013an ve li Rûdawê kar dike. Berî destpêkirina weşana Rûdawê, beşdarî rahênana rahênerên Ewropî li Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Ji bilî bultena saet 7 ku taybet e bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Dilbixwîn Dara tevî Şaho Emîn bultena Korojê jî pêşkêş dikir. Herwiha 85 xelekên programa (Du Alî) li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirin.

Sê pirtûkên wî yên çapkirî hene.



03.02.2020 22:24 ~22:27 | tîrêj zana 21

16. ji xwe gelek heval behskirin, lê biya min jî zimanê wî pir xweş û fehmbar e. nêrîn û helwesta wî ya siyasî meseleyekî cuda ye, behsa wan tiştan nakim... Dîsa jî bernameya wî her bi kefxweşî temaşe dikim



27.10.2020 21:18 ~21:19 | nirxê zêdek

17. Bi rastî jî mirovekî dilpaqij û xwîngerm e. Heta niha derheqê wî de tiştekê xirab nebihîstime. Pirr qedir dide zarokan û gelê kurd. Gelemperî kurdên apocî jî ji hêz dikin Berzencî jî. Ev tişteke pirr muhîm e. Xwedê keda wî pîroz bike û rêya wî her û her vekirî bihêle.



27.10.2020 21:29 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilbixwîn dara
» dara benê

Kategoriyên mijarê:: tv niviskarsiyasi rojname kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî