Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 15 peyam
    the big bang theory - tirşik
    the big bang theory
    (1) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. rêzefîlmeke komîk e. fîlmê de du karakterên sereke leonard hofstadter û sheldon cooper fîzîkzanên gelekî jêhatî ne û gelekî zîrek in. lê mixabin jiyana sosyal de ev rewş berevajî ye. piştî ku keçikek xweşik ku tekane xeyala wê bûna lîstkvanek navdar e, tê û dibe cîranê wan(penny); ev kêmasiya wan êdî bêtir xwe dide der. helbet weke piraniya fîlmên amerîkî, vê rêzefîlmê de jî cihûyek heye: howard wolowitz ji xeynî wan karakterê hindû rajesh koothrappali jî bi devoka xwe ya îngîlîzî, gelekî sempatîk û komîk e.



    weke rêzfîlmên din yên komîk yên îngîlîstan-amerîkayê, beşên the big bang theoryê jî bi qas 20-25 deqe ne. loma mirov jê têr nabe.



    min bi qasê 3-4 sezon li vê rêzefîlmê temaşe kiriye, nizanim niha qediyaye an na. lê dema min temaşe dikir, gelekî xweş bû. wê demê em xwendekarê zankoyê bûn û serdemên azmûnan de, dema me navber dida şixula dersê, me beşek ji vê an jî ji how i met your mother temaşe dikir û tiştên ku me ji dersê fêm kiribû jî, ji serê xwe yekcar diavêt.



    2013.12.29-15:53 | simurg56

    3. the big bang theory



    2015.09.11-14:36 | ded hesen

    4. Sernavê min şaş nivîsiye lew derneket û min peyama xwe jê bir.

    Lêborîn



    2015.09.11-15:30 | dijber

    5. teorîya teqînîya mezin

    teqînîya dibe ku pkk kiribe.

    li gorî zanyara û hişmenda dibêjin dinya û hemû kaînat di dû vê teqîna bibandorve avabûye. lê belê ev jî teorîkîye kes nizane faîlê teqînîya kaînatê kîye û hebûna wê çewa bûye ?kî diçe tê teorîkî derdixe û yekî pûç dike. werhasil pirsgirêka çêbûna kaînatê wekî pirsgirêka kurdîye hê jî çareser nebûye. ez dibêjim hemû kaînata ezelî û bêdawî paşê çênebûye jixwe ji berêde hebûye û ewê hetanî hetê hebe dibe bi teqînîyan guherîbe. lê dema berîya teqîn bibe çi hebû teqiya? gubre, tup,mayin, barûd, têlefon, qablo, ? helbet tiştekî hebûye ku teqîyaye ji tînebûnê tişt çênabe/avanabe. tiştên ku hene tên guhertin û tiştek din çêdibe ev wisa hatîye wisa didome diçe.



    2015.09.11-22:45 | shorbevan

    6. rêzefîlmeke gelekî serkeftîye. 8 sal berê(2007) hatiye çêkirin û vaye bûye çend sal ez lê temaşe dikim lê hînêj jê aciz nebûme. li gorî min ev rêzefîlm herdem wekî niha xweş dimîne.



    2015.11.23-04:57 [guhertin:2016.04.21 02:00]| sloujouc

    7. rêzefilma bi rastî gelekî serkeftî. ji xwe ji imdbê 8,5 standiye û ev puaneke pir baş e. herî dawî episode 9 beşa 9 hatiye weşandin û didome. ez zêde pê nakevim lê kengê li derekê rastê bêm nikarim jê biborim û guhdarî dikim.



    2015.11.23-07:43 | azadixwaz

    8. ji bo mere ji rastiyê bireve, vê rêzefîlm dibe hêlînek.



    2015.12.02-22:37 | biruya hayao miyazaki

    9. bnr. "I am not insane my mother had me tested", " O gravity. Thou art a heartless bitch", "That's my spot".



    2016.08.16-17:47 | elielilamalama

    10. Fêhleke min ya xirab,belku min hemî epîsodên vê rêzefîlmê ,wekî muptelayekê deh cara temaşe kiribît.Karakter û diyalog gelek serkeftîne.Sheldon Cooper îdolê min e. Hevalên min yên malê bo ku min hêrs bikin navê min kiribûn Sheldon. Ma ez hind weswesok im? Ne willah,heram bît.



    2016.08.16-17:49 | elielilamalama

    11. jim parsons/96272



    2016.12.23-23:06 | simurg56

    12. piştî rêzefîlma lost, ez ê dîsa temaşa wê rêzefîlmê bikim. yek ji rêzefîlma herî xweş a derheqê nerdan de ye. ya din jî stranger things e.


    *rastnivîs



    2019.06.27-13:26 [guhertin:2019.06.27 16:28]| xelîl

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » the cranberries
    » big hero 6
    » banga domenico

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî